Pêkenok meriv ne tenê dikenînin. Heman demê aqil û hişên meriv jî di şixulînin û didin fikirandin. Şert û mercên demên siyasî, civakî tînin ber çav. Her wiha meriv kare qiyas û muqayese bike, mînak û ders bigre. Ev pêkenîna jêr li ser dema Padîşahî yê, dinav civaka Tirkan de hatiye gotin. Lê çaxê meriv dinêre rewş û helwesta siyasîyên wê demê û ên îro wek hevin. Ti ferq û cudatî tune ye. Îş û karê rêvebir û serokan şelihandin a gel e.... Her wiha ez bi vê pêkenokê him kenîyam him jî fikirîm. Hêvîdarim hun jî bi kenin û bifikirin. Dibên di wextê padîşahên Osmanîyan de wek îro aboriya dewletê pir xeter bûye. Xezîna vala bûye. Padîşah wezîrên xwe dide hev û dibêje; "Divê em çareyekê bibînin. Xezîna me valaye. Pere lazimin" Wezîrên wî difikirin ku çareyekê bibînin lê çiqas dipunijin jî ti çarê nabînin. Talî wezîrekî îxtiyar û bi tecrûbe(!) dibêje; "Mizgînîya min li we, min çare dît. Divê em bacên (vergî) nû derxin. Padîşah dibê "Ma tiştik maye ku me vergî nedanîye se
Berî niha bi çend roja li Kurdistana Başûr, li bajarê Duhokê, Zaxo û peytexta heremê li Erbîlê baranek zêde hat û bû sedema pêl û lehîyê. Cejna newrozê ket navberê û ev malwêranî da jibîrkirin. Lê gerek newê jibîrkirin û liser sebeb û çareserîyan, pêşî berpirsyar û rêvebirin heremê bisekinin û bifikirin. Di encama vê lehîyê de zerereke mezin pêk hat. Bi taybetî li parêzgeh û navenda bajarê Duhokê bi dehan xanî wêran bûn, gelek rê hatine girtin, bendavên biçûk têk çûn, zararên gîyanî jî çêbûn. Ez sersaxî û derbasî dixwazim û hêvîdikim careke din malwêranîyek wiha neqewime. Lê mixabin bûyerên wiha bi hêvî û dilxwazîyan nasekinin. Jibona felaketên wiha neqewimin di warê bajarsazî, hawîrparêzî û bicehbunê de tedbîr û hişmendîyeke serrast û modern lazim e. Zanîyarên ekolojî û xwezaparêzîyê dibêjin; Ger tu li xwezayê xweyî derneyê û zererê bidîyê, ew jî wê xwe biparêze, tola xwe hilîne û zererê bide te. Ev qanûna xwezayê ye. Her wek tê zanîn bûyerên wiha li Tirkî jî di qewimin. Çaxê