Ana içeriğe atla

EZ Jİ NECMETTİN BUYUKKAYA LÊBORİN DİXWAZİM




Bi gelenperî di qada siyaseta Kurdan de yekîtî û hevgirtin tune ye. Çawa di qada sosoyolojîk de nakokî, eşîrtî, pevçûn û berberî heye, di siyasetê de jî wisa ye. 

Mixabin, bi sed salan wiha bû ye û îro jî wiha ye. 

Wek duho îrojî li welêt bi dahan partî, hizb û grubên sîyasî yên cuda hene. Li gora dîtina min ji bo cudabuna wan ti sebep tune lê mixabin ev yek realîyeteke Kurda ye. 

Bi rastî mijara min, wekî ku ji sernivîsê jî tê famkirin ne ev e; mijara min, helwest û lepta Kurda ya hemberî mirî û zindîyên xwe ye.

Bi kurtasî bêjim; çaxê muhalîf, serok û hêjayên wan saxin qiymetê wan nizanin û bi tundî wan rexne dikin, dijminatî dikin û hevdu lînç dikin. Lê çaxê ji vê dinyayê koç dikin, vê helwesta xwe, gotin, heqaret û rexnê xwe jibîr dikin û dest bi pesndanên, qencî û mêrxasîya wan tînin ziman. 

Necmeddin Buyukkaya YEK Jİ WAN MÊRXASÊN KU sirf fikr û ramanên wî cuda bûn,  Dİ JÎYANÊ DE ji terefî GELEK HAVALÊN XWE rastî heman heqaret û rexneyên tund dibû. HEFT MİXABİN KU WAN ÇAXA HER ÇİQAS EZ PİR CİWAN BÛM JÎ, YEK Jİ WAN KESÊN KU QİYMET NE DİDAN VÎ KURDPERWERÊ HÊJA EZ BÛM. LEWMA, NİZANİM niha dê  WATEYA WÊ HEBÊ AN NA, LÊ EZ DÎSA  LÊBORÎNA XWE Jİ VÎ KURTPERWER Û TEKOŞERÊ HÊJA Dİ XWAZİM Û LİBER BÎRANİNA VÎ BEJNA XWE Dİ TEWÎNİM Û DİBÊJİM BÊ GUMAN CİYÊ TE BUHİŞT E.

Bi sebuneta salvegera koçkirina wî, him li Ewrupa him li nav welêt, ji bo wî çalekîyên bîranînê hatin lidarxistin. Bê guman di lidarxistina van çalekîyande tiştekî ne dirêde tune. Tiştê ne dirêde û ecêp eve kû kek Mustafa Kilic anîye ziman;

"Yên ku doh kek NECMETTİNî bi buhtanan liber çavên kurdan biçûk dikirin... îro jî dixwazin şehadeta wî ji xwe re bikin wek materialeke sîyasî...." meth û pesnê wî didin. 

Halbûkî ew "...mecbûrin ku berîya her tiştî ji raya giştî ya Kurdistanê lêborînê bixwazin û bêjin em derewçî ne û me gelek îftira li kek Necmetinî kirin."

lê mixabin aqsê vê, wekî ku tiştek ne bûye, ne  xwedîyê wan heqaret û rexnan e. Di medya civakî de liser Necmeddîn hêstirên xwe dibarînin û qaşo wî bibîr tinin. Bi kurtasî ev ne ehleqî ye. 

Em vê helwestê di derbarê salvegera koça Mamhmut Çikban û Mehmet Oruç jî di bînin. 

Mahmut Çikban yek ji wan serokên TKDP û DDKD bû. Teorîsîyen û qelemşorê hereketê bû. Di nav hereketê de pir qiymet û rêz didît, dihat hezkirin. Di sala 1978'ande ji hereketê veqetîya. Çawa veqetîya di çavê hevalên wî de ew Mahmud çû yekî din hat. Di rojekê de bû xayîn(!) bû ajan, bu dijminê wan. Çavreşî avêtinê. Heqaret, sixêf, dehdît û çavsorî lê û havalê wî Memet Oruç kirin. Bi van jî nesekinin; Wan gulebaran kirin. Di encamê de Mehmet hat kuştin. mahmut birindar ma.    


ÇAXÊ MÊRXASÊN WAN SAXİN QİYMET NADİN WAN. LÊ PİŞTÎ KU DİÇİN REHMETÊ Bİ WAN ŞÊRİN DİBİN Û Jİ NÛDA PESNÊ WAN DİDİN, Bİ SERÊN WAN SUN DİXUN, Û YA HERÎ BÊ EHLAQÎ WAN Jİ BO SİYASET Û KARÎYERA XWE DİKİN MALZEME. 



LÊ ÎRO EM DİBÎNİN EW HAVALÊN WÎ YÊN KU LİNGÊN WÎ DİŞKANDİN Bİ SERÊ WÎ SUND DİXUN. HEFT MİXABİN KU WAN ÇAXA HER ÇİQAS EZ PİR CİWAN BÛM JÎ, YEK Jİ WAN KESÊN KU QİYMET NE DİDAN VÎ KURDPERWERÊ HÊJA EZ BÛM. LEWMA, NİZANİM Tİ WATEYA WÊ DÊ HEBÊ AN NA, LÊ EZ DÎSA SED CARÎ LÊBORÎNA XWE Jİ VÎ KURTPERWER Û TEKOŞERÊ HÊJA Dİ XWAZİM Û LİBER BÎRANİNA VÎ BEJNA XWE Dİ TEWÎNİM Û DİBÊJİM BÊ GUMAN CİYÊ TE BUHİŞT E.

Dİ DERHEQA NECMEDDİN DE TİŞTEK DÎ BALA MİN DİKŞÎNNÊ; HER SAL Dİ ROJA SALVEGERA ŞEHADETA WÎ DE CÎVÊNÊN BÎRANÎNÊ PÊK TÊN. BÊ GUMAN EV TİŞTRKÎ BAŞ E. LÊ YA NE BAŞ, Dİ VAN CİVÎNAN DE HİNEK HER TİM KESAYETİYA WÎ YA ÇEP Û ENTERNASYONAL DERDİXİN PÊŞ. WEKİ KU EZ WÎ NASDİKİM BERÎ HER TİŞTÎ EW KURDPERWER Û KURDİSTANÎ BU. BERÎ HER TİŞTÎ EW AŞİQÊ KURDİSTANEKE AZAD BÛ. WEK EZ DİBÎNİM, EV KESAYETİYA WÎ NAYÊ ZELAL KİRİN.


Yorumlar