Nivşê salên 70 û 80’an xweş dizanê; Siyaset
mendar û saziyên Kurda yên wan sala hemûya Kurdistan wek koloni qebûl dikirin. Bi
piranî siyasetmendar û saziyên Kurdên bakûr ev nêrîn bi tundî tanîn ziman.
Heman sazî û endamên wan tiştik dî jî tanîn ziman; “Armanç, azadiya çar parçên
Kurdistanê ye”
Ew nifşên wê demê em hemû bi van şiyar û
sloganan mezin bûn. Di fikir, raman û xeyalên mede Kurdistana mezin hebû. Bi
şev û roj, razan û sekin ji mere tune bû. Evîna me, xwen û xeyalên me ev bû:
Kudistana serbixwe. Di programê partiyên me de, di nivîsên me de, di slogan me
de, di mêjî û hişê mede ji xeynê vê armancê pêve tiştekî muhîmtir tune bû.
Û rojek hat. Rojeke xeter, rojeke mal vêran.
Darbeya 12 îlonê. Di nava rojekê de em jev bela wela kir. Her tişt hat
guhertin. Bi hezaran hatin girtin, bihazaran derketin derveyî welêt. Bi sedan
xortên Kurda di işkencan da hatin kuştın. Siyaset hat guhertin. Gelek “mêrxas”
teslim bûn û dev jî siyasetê berdan. Hinekan jî bi rastî mêrxasî kir û li gora
şart û mercan tekoşîna xwe berdewam kirin. Hêjî dikin.
Di baweriya min de ev hemû tên fam kirin, normal û pêwîstî bûn.
Lê, heya îro min tiştek fam nekiri ye; Gelo
çawa çêbû ku di rojekî de siyasetmendarên me dev ji gotina “Kurdistan koloniye”
berdan? Çawa çêbû ku di rojekî de dev jî
“Kurdistan a serbixwe” berdan?
Di babeta “Kurdistana mezin û azad” de
hinceta wan heye. Dibêjin ku şart û merc hatin guhertin, şart û mercên
rojhilata navîn û dinyayê rê nade vê yekê. Lewma bi duvê “federasyonê, otonomiyê,
“Tirki ya demokratik” girtin. Heya redeyekê ez vê fam dikim. Lê, ya din yanî
gotina “kurdistan koloni ye” bi derbekê re hat jibîrkirin û qet nayê ziman. Ya
herî balkêş, çima? Çima dev ji vê gotinê hat berdan, sebeba wê çibû? heya îro
tu kesî sebeba vê ne anî ziman.
Îro hemû saziyên siyasî û rêvebirên wan ku di
kada siyasetê dene muhatabê van pirsan e. Ez ne bawerim ku camêrek ji wan
bersiv bidê lê ez dîse li benda bersiva wanim.
Yorumlar
Yorum Gönder