Ana içeriğe atla

Ji Biranînên Mamoste Beşikçî -2


welatparêzî ye. Kesê ku ji ax, xweza û dîroka xwe hez neke û di vê mijarêde nexwedî hişmendî be, ew nabe welatparêz. Dîtin û baweriya min ev e.

Dinav bîranînên Mamoste Beşikçide leqay anektodekê bûm ku ji vê helwest û dîtinêre wek mînakek piştgir çêbû. Ez bawerim çaxê hun bixwînin hunê heq bidin min.

Mamoste Beşikçî, di bîrnaînên xwede bahsa Antropologekî Amerîkî dike. Ev antropolog, emekliye. Rewşa wî ya aborî pir baş e. Ji xwere li Dinyayê diğere û seyhat dike. Di van geren xwede yekem leqayî Kurda dibe û wan nasdike. Rewşa wan ya dîrokî, sîyasî, aborî ji nêzîkayî fêr dibe û eleqadar dibe. Dibêje ez dixwazim ji wanre xizmet bikim û feydeke min bigheje vî milletê mazlum. Her wiha divê çarçovê de bi mamostere sohbet dike. Di sohbeta xwede, Kurda û qabîleyeke Afrîkî muqayese dike û serbihatîyek xweyî balkêş têne ziman û wiha dibêje:

“Çaxê li Afrîka bûm, rojekê ez û reîsê qabîleyekê liber çadira wî runiştbûn, me sohbet dikir. Nêzikî çadirê hinek dar hebûn. Beriya niha min darên bi vî şeklî qet nedîtîbun. Lewma bala min kişand. Ez çûm çiqlek ji darê kir û çend kevirên biçûk û rengîn ên lidora darê danehev û min xist torbê xwe. Liser vê yekê reîsê qabîlê pir ediz bû. Xwe xeyîdand û bi hêrs wiha got:

-         Em karin gelek tişta wek hediye bidin te. Lê tu nikarî zererê bide daristan û xwezaya me. Ev xweza wê ji zarokên mere mîras bimîne.

Ev helwest û gotinên reîs pir û bala min kişand.”

Antropolog piştî vê serpihatîya xwe, helwesta Kurda ya di vê derheqêde muqayese dike û  wek mînak serbihatîyek xwe ya li gundekî Sêrtê tîne ziman:

“Rojekê ji rojan ez li gundekî sêrtê bûm. Min li wir vekolîn dikir. Di vê vekolînêde pereyekî kevin hat dîtîn. Min ji gundîyan pirsî; gelo ez karim vî pereyê kevnar hilgirim. Gundiya yekser gotin; bele bele tu serbestî. Bila ji terebe. Li gel me Ji van pirin.    

Wek tê xuyakirin, dinav Kurdan de hişmendî û hişyariya bi vî rengî tune. Hezkirin û lêxweyî derketina ax, dîrok û xwezayê pir kême û ev rewşekî pir xeter e. Pêywîstî ya wan bi hişmendiyek milli heye.”

Balkêşe, piştî vê sohbete antropologê Amerîkî yê ku dostê Kurda ye, diçe otelê. Roja din xeber tê ku camêr li otelê ji ber kriza dil wefat kirîye.

Yorumlar