Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Nisan, 2022 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

YAŞAR KEMAL U ZIMAN / Nezirê Cibo

Min di van rojên nêzîkde pirtûka "Yaşar Kemal  Kendini Anlatıyor/Alain Boskuet ile Görüşmeler" xwend. Nivîskarê navdar Alain di derheqa jiyana wîde dipirse, ew bersiv dide. Bi rastî beriya niha min gelek romanê niviskarê mezin xwendibûn. Lê di derheqa jiyana wî de heya niha tiştekî  wiha bi rêk û pêk nexwendibû. Ez karim bêjim piştî ku min ev pirtûk xwend, dîtinên min ên di derheqa Yaşar Kemal de hatin guhertin. Çaxê li jiyanê bû, firset çê nebû ku rûbirû ez jêre bêjim lê, heya niha min di dilê xwe de wek gelek Kurdên neteweperest gazin jê dikir û wiha rexne dikir: "Tu kurdî  lê mixabin tu niviskarê Tirkayî.  Te ji wanre bidehan pirtûk nivîsand û ji edebîyata wanre  xizmetekî mezin kir. Lê mixabin te yek pirtûkek bi Kurdî nenivîsand û ji vî milletê mazlumre di qada ziman û edebîyatê de te qet xizmet nekir. Nav û dengê te him li Tirkî him li Dinyayê wek niviskarekî Tirk bela bû. Lê tu bi eslê xwe Kurd bûyî. Lewma em xwedê mafin ku gazinan ji te bikin." Belê, heya nih