Ana içeriğe atla

Kayıtlar

asimilasyon etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Pêşketina Zimanê Kurdî

 Ji bo Pêşketina Zimanê Kurdî  Em Karin Çî Bikin? haval û dostên me yên kevin bi Tirkî dinivîsin. Her çiqas heya ji min tê bi kurdî binivîsim jî ez jî yek ji wanim. Hinek havalên ku bi piranî li Ewrûpa dimînin vê helwestê bi tundî rexne dikin. Bê guman, ji bona pêş ketin û parastina zimanê kurdî ev rexne pêwîstin û di ciyê xwedene. Ez zanim ku hemu dil şewatê welat, ziman  û çanda Kurdîne. Bê guman  pêwîste ku her Kurdê welatparêz û netewehêz ziman û çanda Kurdî biparêz e û geş bike. Li hember asîmîlasyonê rexnegir û têkoşer be.  Lê ez car cara di van rexnan de vê kêmasîyê dibînim: şert û mercê welêt û Tirkiye ya îro nizanin anjî zanîn lê nadin berçav. Şert û mercên Kurdistana Bakur û Tirkî ne wek salên 70 û 80 an e. Wan çaxa Tirkî tenê di warên fermî de bû. Li mekteban û daîrên dewletê de bu. Em karîn bejin ku, li vandera jî  bi têrayî cî negirtibu. Li gundan, li sûk û kolanên bajaran Tirkî tunebû an pir kêm bû. Lê mixabin Îro şert û merc pir hatine guhertin. Erd û ezman bûye Tirkî.