Ana içeriğe atla

Kayıtlar

nîsan etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Heneka 1 Nisanê û Mesela Alfabê / Nezirê Cibo

Roja yekê Nîsanê di malpera rupelanu.com ê de nûçeyek wiha liber çavê min ket. Nûçe li ser navê Serokwezîr Berzanî wîha digot: “Me biryar da, em derbasî alfabeya Latînî dibin” Çawa çavê min li vê hevokê ket îcar ji kêfa min berdewama nûçê nexwend û heman demê min xwest vê nûçeya xweş bi dost û havalan re parve bikim. Lewma di facebookê de weşand. Gelek haval û dost wek min dilşadî û kêfxweşîya xwe anîn ziman. Lê piştî demek kin hat fam kirin ku rastîya nûçê tune û wek heneka 1ê Nîsanê hatîye weşandin.  Bawerîya min ewe ku kesên ev henek amade kirin, bi zaniyarî  ya dilê gelek Kurdî anîne ziman û bi vî ewayî xwestin ku mesela alafabê têxin rojevê. Bî vê sebûnetê ez dixwazim di vê derheqê de çend peyva bêjim. Bikaranîna alfaba Erebî lî hemberî pêşketina ziman û têkîlîyên Kurdan ên çandî de, bi her ewayî kêmasî û astengîye. Ez neziman nasim lê bi rehatî karim bêjim ku alfaba Erebî ne ligora fonetîk û gramera zimanê Kurdî ye. Ev yek. Ya dudoya; Nivîs û xwendina Alfaba Erebî z