Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Kasım, 2022 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Ji BÎRANÎNÊN MAMOSTE BEŞİKÇİ/ 3

  Demircîoglu, di hepsa Ulucanlar de ye. Ji fraksiyon a MLKP ye. Ji Çewlikê (Bingolê) ye. Kurd e. Lê wek prensîp tucarî xwe wek Kurd nahesîbîne, bi kurdî napeyve û hertim dibêje "em şoreşgerin, em enternasyonalîstin. Milliyeta me tune." Sal 1996 e. Li girdîgehê grêva birçîbunê destpê dike. Huseyîn jî beşdarî grevê dibe. 67 roja dimîne û talî wefat dike. Berî wefatê, çaxê dikeve ber sikrata û liber mirinê ye, Kurdîtî ya wî tê bîra wî û heya canê xwe dide bi Kurdî dipeyîve û yek livza Tirkî ji devê wî dernayê... Gelo ji xeynî meriv bêje, rehma xwedê lê be, kare çi bêje?

Ji Biranînên Mamoste Beşikçî -2

welatparêzî ye. Kesê ku ji ax, xweza û dîroka xwe hez neke û di vê mijarêde nexwedî hişmendî be, ew nabe welatparêz. Dîtin û baweriya min ev e. Dinav bîranînên Mamoste Beşikçide leqay anektodekê bûm ku ji vê helwest û dîtinêre wek mînakek piştgir çêbû. Ez bawerim çaxê hun bixwînin hunê heq bidin min. Mamoste Beşikçî, di bîrnaînên xwede bahsa Antropologekî Amerîkî dike. Ev antropolog, emekliye. Rewşa wî ya aborî pir baş e. Ji xwere li Dinyayê diğere û seyhat dike. Di van geren xwede yekem leqayî Kurda dibe û wan nasdike. Rewşa wan ya dîrokî, sîyasî, aborî ji nêzîkayî fêr dibe û eleqadar dibe. Dibêje ez dixwazim ji wanre xizmet bikim û feydeke min bigheje vî milletê mazlum. Her wiha divê çarçovê de bi mamostere sohbet dike. Di sohbeta xwede, Kurda û qabîleyeke Afrîkî muqayese dike û serbihatîyek xweyî balkêş têne ziman û wiha dibêje: “Çaxê li Afrîka bûm, rojekê ez û reîsê qabîleyekê liber çadira wî runiştbûn, me sohbet dikir. Nêzikî çadirê hinek dar hebûn. Beriya niha min darên bi