Ana içeriğe atla

Kayıtlar

bakûr etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

EW ÇAR BİRANE, BRAYÊ BİÇÛK ROJAVA YE

Ew çar birane;  Başûr, bakûr, rojava û rojhilat. Dayika wan Kurdîstan e.  Brayê mezin Bakûr e.  Ê biçûk rojava ye. Dijmin wan ji hevdu veqetandiye. Brayê biçûk her tim ji hemû brayên xwe re bûye arîkar.  Çi çax serê wan ket tengasiyan, rojava himbêza xwe, deriyê malên xwe ji wan re vekir. Bi mal û canê xwe fedekarî kiriye. Em bînin bîra xwe; Sal 1925. Pîştî ser hildana Şêx Seîdê kal, Tirkan li bakûr zilm û zoreke ne dîtî bikar anîn. Bi sedan, bi hezaran kuştin an sürgün kirin. Wê çaxê  rojava deriyê xwe vekir û bi sedan ên ku ji zilm û zora Tirkan reviyan li wir sitar bûn û saziya netewî “Xoybûn” damezrandin. Serhildana Agrî li vir, ji terefî Xoybûnê hat organize kirin.  Piştî têk çûna serhildanê jî gelek şervan derbasî rojava bûn, li vir hatin star kirin. Dîse piştî serhildana Qewmê Çiyê, şervanên Mala Aliyê Yunis xwe li birayê biçûk girtin û li wir star bûn. Sal 1946. Komara Mahabat  hat hilweşandin. Serokên komarê hatin îdamkirin. Dîse zilm û zor û koçberî bûbû para Kur