Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Demir etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

AX FELEKA XAYİN… MALA TE HEZAR CARÎ XERBE

  Erê, felekê, feleka xaiğn... te kekê Abdrrahman Demir jî ji nav me bir. Mala te xerabe… Îro serê sibehê ji Mersinê rêzdar, kak Celal Temel bi telefonê xebera wefata Abdurrahamnê delal da min. Piştî van rojên kambax ên erdhêjê ku bi hazaran insanên me ketin bin erdê û malwêran bûn, vê xebera dilpêt, dinya bêtir li ber çavê min sarkir. Ez her dibêjim û bawer dikim; Kurd ji zindîya bêtir hez ji mirîyên xwe dikin. Çaxê mezin, dost, heval an xizmên wan saxin qiymetê wan nizanin. Lê piştî ku ji vê dinyayê goç dikin, dest bi ax û fîganan dikin û li pey wan dest bi methiya dikin. Pesnê wan dikin, qala qencîya wan dikin. Li pey kek Abdurrahman jî heman pesndan, ax û fîgan dibarin. Lê birastî kekê Abdurrahman van pesndanan zêde zêde heq dike. Kekê Abdurrahman, kedkar û dilsozê doza welat bû. Endamê DDK0, Rizgarî-Komal bû. Ew   merivekî nefsbiçuk, mutevazî, maqul û fedekar bû. Ew xwe ş mêr û camêr bû. Heya roja talî sere xwe bi derd û kulên welat ê şand. Ew demek dirêj bû ku bi ê