Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Abit etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

MÎNAKA KURDPERWERÎ, CAMÊRÊRÎ Û NEFSBİÇÛKÎYÊ; ABÎD GÜRSES / Nezirê Cibo

  Her çiqas demek duvdirêj me hevdu ne dîdiba jî dostaniya min û kekê Abid Gürses pir kevin bû. Bi rêya telefon û vastayên ragihandinê me her tim li hev dipirsî û sohbetên duvdirêj dikir.   Haya min ji nexweşîya wî hebû lê balkêş e, ne wî behsa nexweşiya xwe   dikir û ne devê min digeriya ku bahs bikim. Min nexweşî layiqî wî ne didît û ne dixwest navê wî û nexweşiyê bînim berhev. Dise haya min jê hebû ku nexweşî giran dibe û rewşa wî roj bi roj ber bi xeterîyê de diçe. Lê heya roja talî baweriya mine ew bû ku   ewê li hemberî vê nexweşîyê bi serkeve.   Roja 12 Hazîranê çaxê min xebera koça wî ya dawî bihîst, dinya liber çavê min sar bû. Min kir û nekir peyvek ne dît ku xemgîniya xwe bînim ziman. Talî peyva wî ya ku wek mesaj ji minre şiyandî hat ser zimanê min û wiha nivîsand:   “ ‘Roja te bi xêr, kekê delal.’   Tê bîrate mesaja talî ku te ji minre şîyandî wiha dest pê dikir. Devê min negerîya ku ez bejim Oxira te ya xêrê be. Tu baş zanî ku ez wek prensîp di medya civakî de pir k