Li Tirkiyeyê dibistan vebûn û perwerdehiya sereke û ya navîn destpêkir. Îmkana zarokên KURDA ya ku bi tevahî bi zimanê zikmakî perwerde bin tune. Di vê rewşê de em karin çi bikin? Ligora dîtina min; Pêşî em karin, dinav malbatê de bi zarokên xwere bi Kurdî biaxivin û nehilên ku zimanê xwe jibîr bikin. Em karin zarokên xwe wek Kurd mezin bikin û jiyanek Kurdewarî ji wanre amade bikin. Em karin di dibistanande Kurdî wek dersa bijarte hilbijêrin. Em karin wan wek însanekî baş, waletparêz, xwedî wijdan, xwedî terbîye û xwedî merhemet perwerde bikin. Û em karin van şîretan ji wan kêm nekin: — Hin însan kinin, hin dirêjin, hin şîşmanin, hin jî zeîfin. Ev normal e û gerek henekên xwe bi van taybetîyên însanan nekin. — Hin însan feqirin, îmkanên wan tune ku cil û bergên nûjen li xwekin. Lê xeyal û xwestekên wan jî hene... — Gerek hey ji van taybetîyên însanan hebin û xwedî rêz bin.