Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Mart, 2024 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

WELAT Bi ÇÊKiRiNA AVAHÎYÊN BiLiND PÊŞVENAÇÊ

Berî niha bi çend roja li Kurdistana Başûr, li bajarê Duhokê, Zaxo û peytexta heremê li Erbîlê  baranek zêde hat û bû sedema pêl û lehîyê.  Cejna newrozê ket navberê û ev malwêranî da jibîrkirin. Lê gerek newê jibîrkirin û liser sebeb û çareserîyan, pêşî berpirsyar û rêvebirin heremê bisekinin û bifikirin. Di encama vê lehîyê de zerereke mezin pêk hat.  Bi taybetî li parêzgeh û navenda bajarê Duhokê bi dehan xanî wêran bûn, gelek rê hatine girtin, bendavên biçûk têk çûn, zararên gîyanî jî çêbûn.  Ez sersaxî û derbasî dixwazim û hêvîdikim careke din malwêranîyek wiha neqewime. Lê mixabin bûyerên wiha  bi hêvî û dilxwazîyan nasekinin. Jibona felaketên wiha neqewimin di warê bajarsazî, hawîrparêzî û bicehbunê de tedbîr û hişmendîyeke  serrast û modern lazim e.  Zanîyarên ekolojî û xwezaparêzîyê dibêjin;  Ger tu li xwezayê xweyî derneyê û zererê bidîyê, ew jî wê xwe biparêze, tola xwe hilîne û zererê bide te. Ev qanûna xwezayê ye.  Her wek tê zanîn bûyerên wiha li Tirkî jî di qewimin. Çaxê