Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Bengi etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Oxirbe Kek Bengi / Nezirê Cibo

Me pirtûka Heznî Haco ya bi navê “Tê Bîra Min” wergerandbû Tirkî.  Niha li ber çapê ye.  Ji bo hilbijartina hinek wêneyên ku di pirtûkêde werin weşandin diva bû ku ez û  Kak Heznî werin ba hev. Me civanê xwe li ofisa Vaqfa İsmail Beşikçi ya Şaxa Diyarbekir danîbû. Ez berî wî çum waqfê. Piştî demek kin ew jî hat.  Çaxê ket hindir û çavê min li rûdêna wî ket min tê derxist ku madê wî ne xweş e, morale wî ne baş e.  Piştî xêr hatin û li hev pirsînê Kek Heznî ji nişka ve û bi xemgînî got: “Kek Nezir ezê xebereke ne xêrê bidim te” Hêj min ne got fermo wî berdewam kir; “Bengî çû rehmetê” Wê gavê her tişt li ber çavê min reş bû, qeşem girt.  Her der, jiyan, dinya ser û bino bû, sar û bê tam bû.  Kela girî ket zengelora min. Gotin nema…  Piştî demekê  bê hemd ev gotin ji deve min derketin; “Wax, wax… mala minê, ne wextê te bû birayê delal. Welleh ne wextê te bû lo…” Ma hun Bengî Haco nasnakin? Bi kurtasî ji were bejim;  Ew kurê Celal Haco ye. Celal