Ana içeriğe atla

Kayıtlar

bac etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

ÇÎROKA MEMİŞ

  Pêkenok meriv ne tenê dikenînin. Heman demê aqil û hişên meriv jî di şixulînin û didin fikirandin. Şert û mercên demên siyasî, civakî tînin ber çav. Her wiha meriv kare qiyas û muqayese bike, mînak û ders bigre. Ev pêkenîna jêr li ser dema Padîşahî yê, dinav civaka Tirkan de hatiye gotin. Lê çaxê meriv dinêre rewş û helwesta siyasîyên wê demê û ên îro wek hevin. Ti ferq û cudatî tune ye. Îş û karê rêvebir û serokan şelihandin a gel e.... Her wiha ez bi vê pêkenokê him kenîyam him jî fikirîm. Hêvîdarim hun jî bi kenin û bifikirin. Dibên di wextê padîşahên Osmanîyan de wek îro aboriya dewletê pir xeter bûye. Xezîna vala bûye. Padîşah wezîrên xwe dide hev û dibêje; "Divê em çareyekê bibînin. Xezîna me valaye. Pere lazimin"  Wezîrên wî difikirin ku çareyekê bibînin lê çiqas dipunijin jî ti çarê nabînin. Talî wezîrekî îxtiyar û bi tecrûbe(!) dibêje; "Mizgînîya min li we, min çare dît. Divê em bacên (vergî) nû derxin. Padîşah dibê "Ma tiştik maye ku me vergî nedanîye se