Ana içeriğe atla

Kayıtlar

serhildan etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

OXLiM SERHILDAN GEL EVE !" / Nezirê Cibo

 "OXLiM SERHILDAN GEL EVE !" Heft mixabin, Îro li bajarê Diyarbekir piraniya dayîkên Kurda wiha dibakin zarokên xwe.  Çima me bi vê bangê dest bi nivîsê kir, dê li jêr werê famkirin. Gelek haval û dostên me yên kevin bi Tirkî dinivîsin. Her çiqas heya ji min tê bi kurdî binivîsim jî ez jî yek ji wanim. Hinek havalên ku bi piranî li Ewrûpa dimînin vê helwestê bi tundî rexne dikin. Bê guman, ji bona pêş ketin û parastina zimanê kurdî ev rexne pêwîstin û di ciyê xwedene. Ez zanim ku hemu dil şewatê welat, ziman û çanda Kurdîne. Her wiha pêwîste ku her Kurdê welatparêz û netewehêz ziman û çanda Kurdî biparêz e û geş bike. Li hember asîmîlasyonê rexnegir û têkoşer be. Lê ez car cara di van rexnan de vê kêmasîyê dibînim: şert û mercê welêt û Tirkiye ya îro nizanin anjî zanin lê nadin berçav. Şert û mercên Kurdistana Bakur û Tirkî ne wek salên 70 û 80 an e. Wan çaxa Tirkî tenê di warên fermî de bû. Li mekteban û daîrên dewletê de bu. Em karîn bejin ku, li vandera jî bi têrayî cî n