Nivşê salên 70 û 80’an xweş dizanê; Siyaset mendar û saziyên Kurda yên wan sala hemûya Kurdistan wek koloni qebûl dikirin. Bi piranî siyasetmendar û saziyên Kurdên bakûr ev nêrîn bi tundî tanîn ziman. Heman sazî û endamên wan tiştik dî jî tanîn ziman; “Armanç, azadiya çar parçên Kurdistanê ye” Ew nifşên wê demê em hemû bi van şiyar û sloganan mezin bûn. Di fikir, raman û xeyalên mede Kurdistana mezin hebû. Bi şev û roj, razan û sekin ji mere tune bû. Evîna me, xwen û xeyalên me ev bû: Kudistana serbixwe. Di programê partiyên me de, di nivîsên me de, di slogan me de, di mêjî û hişê mede ji xeynê vê armancê pêve tiştekî muhîmtir tune bû. Û rojek hat. Rojeke xeter, rojeke mal vêran. Darbeya 12 îlonê. Di nava rojekê de em jev bela wela kir. Her tişt hat guhertin. Bi hezaran hatin girtin, bihazaran derketin derveyî welêt. Bi sedan xortên Kurda di işkencan da hatin kuştın. Siyaset hat guhertin. Gelek “mêrxas” teslim bûn û dev jî siyasetê berdan. Hinekan jî bi rastî mêrxasî