Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Mamoste etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Ji Biranînên Mamoste Beşikçî -2

welatparêzî ye. Kesê ku ji ax, xweza û dîroka xwe hez neke û di vê mijarêde nexwedî hişmendî be, ew nabe welatparêz. Dîtin û baweriya min ev e. Dinav bîranînên Mamoste Beşikçide leqay anektodekê bûm ku ji vê helwest û dîtinêre wek mînakek piştgir çêbû. Ez bawerim çaxê hun bixwînin hunê heq bidin min. Mamoste Beşikçî, di bîrnaînên xwede bahsa Antropologekî Amerîkî dike. Ev antropolog, emekliye. Rewşa wî ya aborî pir baş e. Ji xwere li Dinyayê diğere û seyhat dike. Di van geren xwede yekem leqayî Kurda dibe û wan nasdike. Rewşa wan ya dîrokî, sîyasî, aborî ji nêzîkayî fêr dibe û eleqadar dibe. Dibêje ez dixwazim ji wanre xizmet bikim û feydeke min bigheje vî milletê mazlum. Her wiha divê çarçovê de bi mamostere sohbet dike. Di sohbeta xwede, Kurda û qabîleyeke Afrîkî muqayese dike û serbihatîyek xweyî balkêş têne ziman û wiha dibêje: “Çaxê li Afrîka bûm, rojekê ez û reîsê qabîleyekê liber çadira wî runiştbûn, me sohbet dikir. Nêzikî çadirê hinek dar hebûn. Beriya niha min darên bi