Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Bakur etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

EYBE, ŞERME.../ Nezirê Cibo

Berya niha jî min nivîsandbû: Nifşê me perwerda zimanê Kurdî nedît. Lewma di qada nivîsandinêde dibe ku kêmasî û xeletîyên me hebin û hene. Bi ya min ev normal e. Lê belê, gelek kesên ku emerê wan 60-70 sale û ji devên wan peyva Kurd û Kurdistanê kêm nabe, hêjî alfaba Kurdî fêr nebûne, hêjî alfaba Tirkî bikartînin. Ev yek di rupelên medya civakîde pir eşkere tê xuyakirin. Gelo ma ev normal e? Bi rastî ez qet normal nabînim û dibêjîm: Eybe, şerm e... ji kerema xwere pêşî fêrî alfaba Kurdî bibin. Bi vê sebunetê pêwîst dibînin ku vêjî bêjim: Her çiqas ne bi têrayî jî be, her çiqas gavek biçûk jî be, nebidilê me jî be, li Bakur "di dibistanande, wek ders hilbijartina zimanê Kurdî" muhîm e û her çiqas liser bingehek esaî ne rûniştî be jî, statuyeke. Ji vê bonîyê, gerek hemû siyasetmendar, nivîskar û rewşenbîrên Kurda liser ve meselê bisekinin û jibona ku ev maf pêşde here, ji bona ku dê û bav ji zarokên xwere Kurdî hilbijêrin, çi ji destên wan werê bikin û texsîrnekin. i kerema