Ana içeriğe atla

Kayıtlar

2021 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

"Bİ HENEK" DERKET

BO MIN WEK DİYARİYA NEWROZÊ ÇÊBÛ.PIRTÛKA MIN “BI HENEK” DERKET. ÎRO GÎHA DESTÊ MIN. JI KEREMA XWERE HUNJÎ WEK DIYARÎYA NEWROZÊ QEBÛL BIKIN. BANA NEWROZ HEDİYESİ GİBİ OLDU; “BI HENEK” İSİMLİ ÇALIŞMAM YAYINLANDI. BU GÜN ELİME ULAŞTI. HEYA NIHA LISER DÎROKA KURDA YA NÊZÎK DIXEBITÎM. HER WEK TÊ ZANÎN, DÎROKA KURDA BI PIRANÎ ŞER, SERHILDAN, ŞÎN Û GÎRÎYE. ÎCAR MIN GOT NIHA HEVQAS GIRÎ Û ŞÎN BESE. MA KURD QET NE KENÎNE, HENEK NEKIRINE? MA BIÇEK KEN NE HEQÊ MEYE? BI VAN REMANAN EV ÇEND SAL BÛN KU LI SER MİZAHA KURDÎ DIXEBITIM. TALÎ BI SEDAN PÊKENOK HATIN BERHEVKIRIN Û ÎRO EV XEBAT BI NAVÊ “BI HENEK” JI WEŞANÊN SÎTAVÊ DERKET. SÎTAV, Di ŞARTÊN VÊ PANDEMÎNÊ DE, KAREKÎ ZOR Û ZEHMET Û HEWQASÎ JÎ PÎROZ PÊK TÎNE. LEWMA PÊWÎST E KU HER KURDÊ DILSOZ ARÎKARÎYA VÎ KARÊ PÎROZ BIKE. WEK HEMÛ WEŞANXANAN, SÎTAV JÎ BI SAYA XWENDEVANAN LI SER PÎYA DIMÎNE. LÊ MIXABIN, HER WEK TÊ ZANÎN, WEŞANGERÎYA KURDÎ JI ALÊ XWENDEVANAN BÊŞANSE. PÎRTÛKÊN TIRKÎ BÊTIR TÊN XWENDIN. LEWMA EZ DIBÊJIM; JI KEREMA XWERE VÊ YE
  HACO AXA, EVÎNDAR Û TEKOŞERÊ DOZA KURDISTANÊ BÛ / Nezirê CIBO “Hacoyê Haco rêberê kurda Ne çaxa te bû tu çûye gorê Te em tev hiştin ber zilm û zorê” (Cegerxwîn) Di kovara Al-Hîwar de, birêz Elî Şemdîn, lî ser pirtûka min ya “Silatanên Heverka” (çapa Erebî) gotarek nivîsandîye. Gotar bi Erebîye. Ez bi Erebî nizanim, lê hinek dostên ku bî Erebî zanin ez agahdar kirim. Wekî ku min jê fam kirîye; Camêr di vê gotarê de di derheqa Haco Axa yê Heverkî de ditînên xwe tînê ziman, hinek tespîtan dîke. Bê guman herkes mafdare ku dîtin û remanên xwe bînin ziman. Lê pirtûkê ji van ditînên xwere dike çavkanî. Goya van tespitan ji naveroka pirtûkê derxistîye. Her wiha tê fam kirin ku camêr ya pirtûk baş nexwendîye, an famnekirîye an jî bi zaniyarî ligora nîyeta dile xwe şîrove kirîye. Kesayetî û tevgera haco berovajî kirîye. Hesabê wî çîye nizanim lê, ew tiştên ku têne ziman ji naveroka pirtûkê dernayên. Belê, di pirukêde, di derheqa Haco Axa’de him ji devê muhalî

KÎ ZALIM E? Nezirê Cibo

KÎ ZALIM E? ÎSRAÎL AN DEWLETÊN MISILMAN? / Nezirê Cibo   Piranîyek (ne hemu, beşek) Kurdên meyên çep ku hêj rêça Stalin dişopînin û yên Îslamist ji heman tasê av divexun. Di çarçova hisiyata milli de ez dinavbera wan de cudatî nabînim. Herdu alî jî, ji hişmendîyên milli kêmin û ji parastina berjewendiyên Kurd û Kurdistanê durin. Alîyê çep berjewendiyên milli qurbanî “biratiya gelan” dikin, aliyê Îslamîst bi qurbana “biratiya mislimanan” dikin. Siyaseta wan di vê esasî de tê hunandin.   Di serîde ez bêjim: Zilm û bê hukukî ji kîderê were bila were, gerek însanên bi wîjdan û bi merhemet li hember derkevîn û qebul nekin. Ev nayê niqaş kirin. Tiştê ku ez dixwazim niqaş bikim, helwesta van herdu alîyên ku bahsa wan hatîye kirin. Herdu alî, Qaşo li hemberî zilm û zora İsrail a liser Filistîn xwe diçirînin. Bi piranî alê Îslamîst; Hero li kolan û sikakên Diyarbekir qaşo zilma Îsraîl a li ser Filîstînîyan protesto dikin. Hêstirên wan wek lehîyê tên xwar. Hezar nifir û heqaretan li Îsraîl