Min di van rojên nêzîkde pirtûka "Yaşar Kemal Kendini Anlatıyor/Alain Boskuet ile Görüşmeler" xwend. Nivîskarê navdar Alain di derheqa jiyana wîde dipirse, ew bersiv dide. Bi rastî beriya niha min gelek romanê niviskarê mezin xwendibûn. Lê di derheqa jiyana wî de heya niha tiştekî wiha bi rêk û pêk nexwendibû. Ez karim bêjim piştî ku min ev pirtûk xwend, dîtinên min ên di derheqa Yaşar Kemal de hatin guhertin. Çaxê li jiyanê bû, firset çê nebû ku rûbirû ez jêre bêjim lê, heya niha min di dilê xwe de wek gelek Kurdên neteweperest gazin jê dikir û wiha rexne dikir: "Tu kurdî lê mixabin tu niviskarê Tirkayî. Te ji wanre bidehan pirtûk nivîsand û ji edebîyata wanre xizmetekî mezin kir. Lê mixabin te yek pirtûkek bi Kurdî nenivîsand û ji vî milletê mazlumre di qada ziman û edebîyatê de te qet xizmet nekir. Nav û dengê te him li Tirkî him li Dinyayê wek niviskarekî Tirk bela bû. Lê tu bi eslê xwe Kurd bûyî. Lewma em xwedê mafin ku gazinan ji te bikin." Belê, heya nih