Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Axa etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

DI SALÊN 1930’DE KURDEKÎ HERÎ MEDYATÎK: HACO AXA

  DI SALÊN 1930’DE KURDEKÎ HERÎ   MEDYATÎK:   HACO AXA / İbarhim Bulak Werger: Nezirê Cibo Haco Axa, yek ji wan Kurdperwerê ku di Salên 1930’ande di medya Tirkande herî bahsa wî hatîye kirin. Car cara navê wî bi şiklekî magazînî an krîmînal(polîsî) jî dihat rojevê, lê ew her di rojeva çapamenîyê de bû.     HACO AXA KÎYE? Haco Axa, yek jî wan sazkar û rêvebirê komita navendî ya sazîya Xoybunê ye. Serokê aşîra Heverka ye. Wek Hacoyê-3 yan jî tê binav kirin. Dinav Xoybunê de wek serokekî kevneşopî dihat temsîlkirin lê heman demê bi nivşê rewşenbîr, ronakbîr û yên ku bi çanda Ewrupa hatin perwerdekirin re jî di xebitî û arîkarê   çalekîyên wanî çandî bû. Hetta ew û kurê wî Cemîl Haco di kovara Hawarê de gotar jî dinivisîn. Cegerxwin, di bîranînê xwede, di derheqa kesayetî û helwesta wî ya dinav endamên Xweybunê de wiha digot: “Dinav Xoybunê de beşek hebu ku ji helwesta wî ne razî bun û wiha digotin; Em naxwazin yekî wek Haco ku nizanê navê xwe binivîse, bi destê Fransîya seokatî