Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Kî Zalim e etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

KÎ ZALIM E? Nezirê Cibo

KÎ ZALIM E? ÎSRAÎL AN DEWLETÊN MISILMAN? / Nezirê Cibo   Piranîyek (ne hemu, beşek) Kurdên meyên çep ku hêj rêça Stalin dişopînin û yên Îslamist ji heman tasê av divexun. Di çarçova hisiyata milli de ez dinavbera wan de cudatî nabînim. Herdu alî jî, ji hişmendîyên milli kêmin û ji parastina berjewendiyên Kurd û Kurdistanê durin. Alîyê çep berjewendiyên milli qurbanî “biratiya gelan” dikin, aliyê Îslamîst bi qurbana “biratiya mislimanan” dikin. Siyaseta wan di vê esasî de tê hunandin.   Di serîde ez bêjim: Zilm û bê hukukî ji kîderê were bila were, gerek însanên bi wîjdan û bi merhemet li hember derkevîn û qebul nekin. Ev nayê niqaş kirin. Tiştê ku ez dixwazim niqaş bikim, helwesta van herdu alîyên ku bahsa wan hatîye kirin. Herdu alî, Qaşo li hemberî zilm û zora İsrail a liser Filistîn xwe diçirînin. Bi piranî alê Îslamîst; Hero li kolan û sikakên Diyarbekir qaşo zilma Îsraîl a li ser Filîstînîyan protesto dikin. Hêstirên wan wek lehîyê tên xwar. Hezar nifir û heqaretan li Îsraîl