Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Şubat, 2024 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Jİ BO PÊŞKETİNA ZİMAN Û PERWERDEHÎYA ZAROKAN EM KARİN Çİ BİKİM?

Îro 21 ê Sibatê ye. Roja Zimanê Zikmakî Ya Cîhanê ye. Hersal bi sebûneta vê rojê çalekîyên pîrozahîyê tên lidarxistin. Sazîyên ziman,partî ô rêxistinên sivîl beyanatan didin, konferans,panel û semîneran çêdikin. Her wiha vê rojê dinav Kurdan de ziman û girîngahîya wî dikeve rojevê û ev pirs tê bilêvkirin: Ji bo zimanê Kurdî winda nebe û pêşve bikeve em karin çibikin? Ji bona tesîra asîmîlasyonê werê şikandin em çibikin? Li Tirkiyeyê îmkana zarokên Kurda ya ku bi tevahî bi zimanê zikmakî perwerde bibin tune. Îmkanekî fermî tune. Bi her awayî dibin zixt û zordarîya asîmilasyonê de ye. Di van şert û mercan de em karin çi bikin? Ligora dîtina min; Pêşî em wek dê û bav, karin xwe perwerde bikin. Pirtûk hez û pirtûk xwende bibin. Alfaba Kurdî fêr bibin û bikar bînin. Çimkî h eft mixabin piraniya dê û bavan alfaba Kurdî nizanin. Gelek kesên rewşenbîr, siyasetmendar çaxê bi Kurdî dinivîsin alfaba Tirkî bi kar tînin.     Em karin bi her ewayî ji zarokên xwere bibin mînak, bibin rol-modelek

ROVÎ DiKE GAZÎ !

Ey Benîadem , ji bona xwedê bes gazina ji min bike. Ez wezîfa xwe dikim. Kaînatê çi wezîfe dabê min, ez wê tînim cî. Armanc û doza min têrkirina zikê xwe û çêlîkên xwe ye.  Eger ji bona ku min mirîşkek we xwar, kuştina min heq be, ew çax kuştana we însanan jî haq e. Çimkî hûn hemû xwezayê û heywanatan qetil dikin. Hûn dibên rovî xapînok e, saxtekar e. Ma îş û karê we însana ne sextekarî ye?  Di serê we de sed  rovî û keftar lotikan didin. Hûn dibên rovî dikevin lîsê mirîşkên me û zererê dide me. Belê raste, ez dikevim lîsê mirîşkên we. Çimkî we çare ji minre nehişt; we li çîyê kew, susik, kîvroşk nehiştin ku ez bixum. We cî û warê min wêran kir. Û hûn nankorin, tenê li menfaetê xwe dinêrin. Ez mişka, kulîyan, kurmik û kêzikên  ku zererê didin çandinîyên we dixum. Eger ez van nexûm, hûnê bê mahsûl û birçî bimînin.  Gelî benîadem, dev ji nankorî û xweparêzî yê berde. Bela xwe ji min veke. Ev Dinya ne warê te tenê ye, ez jî li vê  Dinyayê dijîm. Aqilê xwe bide serê xwe... Têbinî : min  ji