Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Teyyar etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

"KESÊ TiRKÎ NiZANBE NAÇE CENNETÊ" / Nezirê Cibo

 Li gora min ev meseloka li jêr karekterê me Kurda pir zelal dide şanîdan. Îcar xwendin û şîrove aîdê we... Di salên 1930 ande Tirka li bajar û gundên Kurda zor dane asîmilasyonê. Biplan û program hewl didin ku zimanê Kurdî bidin jibîr kirin û ji holê rakin. Bi vê armancê Kurdî qedexe dikin. Lê qedexe kirin têr nake. Lewma dîn jî dikin çek û bi her ewayî êrîş diberdin ser Kurdî. Di vê çerçovêde, bi emrê hikûmetê melayên diyanetê li mizgevtan wiha waz didin:  "Gelî mislimana fêrî Tirkî bin. Baş zanibin ku ew kesê Tirkî nizanbe naçe cennetê."   Rojekê li Erzromê piştî vê waza melê mirovekî ku navê wî Teyyar e, ji mizgevtê dertê û dest bi girî dike. Havalên wî li dorê digihin hev û dixwazin dilê wî xweş bikin:   "Teyar, bese te xwe bigirî kuşt. Eger jiniha û pêde tu Tirkî fêr bibî tê herê cennetê, meraq neke..."  Teyyar: "Heyra ez ne jibo xwe digrîm." Havalên wî: " Lê... tu jibo çi digrî?" Teyyar : "Ez jibo pêxember Hz. Muhammed digrîm. Wî Ti