Ana içeriğe atla

Kayıtlar

mîras etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

DOSTÊ HERÎ BAŞ

  Dostê herî baş, ê ku em wî wek ronahîya çavê xwe biparêzin û lê miqate bibin kî ye? Bê şik ez dibêm XWEZA ye Xweza dostê herî baş e, çimkî dostanîya wê bê menfîete. Dostê herî ji dil e, çimkî ne durû ye. Hîle û fena nake, rûyê xwe di bin maskeyande na veşêr e. Çibe ew e. Ego û qaprîsên wê tune. Bê bextî û derewan nake. Entrîqayên wê tune. Cudatî naxê nav zarokên xwe. Wek dayîkê bi şefqat hemûyan himbêz dike. Wan têr dike, mezin dike, perwerde dike. Lê hewqasî jî xwedî prensîp û qaîde ye. Ji van qet tavîz nade. Û izin nade ku ev prensîp werin guhertin. Lepta wê ligora qanûn û van qaîdeyan ne. Xilafî û xeletî qebûl nake. Çaxê ev qanûn werin binpêkirin; ew rastîyên xwe tatbîq dike, hişyar dike, ders dide. Eger binpêkirin bidome ew çax tê xezebê û ceza dike. Pêwîstî ya xwezayê bi însan tune. Em hebin an tunebin jêre ferq nake. Ew her li gora qanûnên xwe dimeşe. Lê însan muhtacê wê ye. Heta hatayê jî emê muhtacê wê bin. Xweza tenê ne dostekî bihêz e. Heman demê ew mîraseke pir hêjaye