Ana içeriğe atla

Kayıtlar

perwerde etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Ji bo perwerdehîya zarokan em karin çi bikin?

Zarok, ciwan pêşeroja civakê ne. Serveta însan ya herî mezin ewin. Ev rastîyeke sosyolojîk û ilmî ye. Lema perwerdehîya wan di her civakê de meseleyekî esasî û girîng tê dîtin û liser tê sekinandin; mijar her di rojeva pedagog, perwerdekar, rewşenbîr û berpirsyarên dewletande ye. Ji bo pêşketin û serkeftina perwerdehîyek rast û pak, her li ser dixebitin û serê xwe têşînin. Ji bo civaka Kurdên Bakur ev mesele dubare  muhîm û girîng e. Çimkî li Tirkiyeyê îmkana zarokên Kurda ya ku bi zimanê zikmakî perwerde bibin tune û asîmilasyonek har  û bê sînor tê bikaranîn. Lewma di vê babetê de rewşenbîr, siyasetmedar û hemû welatparêzên Kurd gerek dubare serê xwe biêşînin û liser vê mijarê bisekinin; Ka em di van şart û mercan de karin çi bikin? Ji bo tesîra asîmilasyonê kêm bibe an ji holê rabe, em karin çi bikin? Bê guman, halê hazir, di van şartên bêdewletbûnê de ji holê rakirina asîmilasyonê ne mumkûn e, lê jibo sistkirin û kêm kirina wê tiştên ku em karibin bikin hene. Ligora dîtina min; Pêş