Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Mayıs, 2022 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

TU NE ÎNSANÎ /Nezirê Cibo

 Î NSAN XUYADiKÎ LÊ TU NE ÎNSANÎ Ev şiklê mahlukatên du ling, Di hinkayî ya êvarê de, ji çiyê û daristanan xwe diberdin ber avê. Li vir zikê xwe tije dikin û piştre vedigerin çiyê. (Jêder: Düşünen Palyaço) Tu diçî seyrangehê/piknikê daristanan dişewitinî, Diçî ber behrê çopê xwe li wir dihêlî û behrê dilewitînî. Tu diçî gund, diçî ciyê betlanê, diçî parkê an syrangehê, bi kurtasî tu herî kuderê, çepelî û gemarîya xwe li wir dihêlî. Şuşa bîra xwe tavêjî holê. Qunikên çixarên xwe tavêjî erdê. Siba heyan êvara destê te liser korna erebeye, fedî û şerm jî nakî. Her tif dikî sikak û kolanan. Mîza xwe dikî petê û tavejî her derî. Em herin kur leqay şopa te dibin: li serê çiya, li kevîya behra, li parkên xwezayî, bi kurtasî li her derê dinyayê em qirêjiya te dibînin. Em xwediyên çi hêjayî û xweşikayîya dîrokî an xwezayî jî bin bêfeyde ye, tu wî navê xweyî mekroh liser wan dinivîsî û diherimînî. Çaxê meriv li şekil û şemalê te dinêre tu tişibhê însana, lê mixabin tu neînsanî. Zarokên te q

EYBE, ŞERME.../ Nezirê Cibo

Berya niha jî min nivîsandbû: Nifşê me perwerda zimanê Kurdî nedît. Lewma di qada nivîsandinêde dibe ku kêmasî û xeletîyên me hebin û hene. Bi ya min ev normal e. Lê belê, gelek kesên ku emerê wan 60-70 sale û ji devên wan peyva Kurd û Kurdistanê kêm nabe, hêjî alfaba Kurdî fêr nebûne, hêjî alfaba Tirkî bikartînin. Ev yek di rupelên medya civakîde pir eşkere tê xuyakirin. Gelo ma ev normal e? Bi rastî ez qet normal nabînim û dibêjîm: Eybe, şerm e... ji kerema xwere pêşî fêrî alfaba Kurdî bibin. Bi vê sebunetê pêwîst dibînin ku vêjî bêjim: Her çiqas ne bi têrayî jî be, her çiqas gavek biçûk jî be, nebidilê me jî be, li Bakur "di dibistanande, wek ders hilbijartina zimanê Kurdî" muhîm e û her çiqas liser bingehek esaî ne rûniştî be jî, statuyeke. Ji vê bonîyê, gerek hemû siyasetmendar, nivîskar û rewşenbîrên Kurda liser ve meselê bisekinin û jibona ku ev maf pêşde here, ji bona ku dê û bav ji zarokên xwere Kurdî hilbijêrin, çi ji destên wan werê bikin û texsîrnekin. i kerema

"KESÊ TiRKÎ NiZANBE NAÇE CENNETÊ" / Nezirê Cibo

 Li gora min ev meseloka li jêr karekterê me Kurda pir zelal dide şanîdan. Îcar xwendin û şîrove aîdê we... Di salên 1930 ande Tirka li bajar û gundên Kurda zor dane asîmilasyonê. Biplan û program hewl didin ku zimanê Kurdî bidin jibîr kirin û ji holê rakin. Bi vê armancê Kurdî qedexe dikin. Lê qedexe kirin têr nake. Lewma dîn jî dikin çek û bi her ewayî êrîş diberdin ser Kurdî. Di vê çerçovêde, bi emrê hikûmetê melayên diyanetê li mizgevtan wiha waz didin:  "Gelî mislimana fêrî Tirkî bin. Baş zanibin ku ew kesê Tirkî nizanbe naçe cennetê."   Rojekê li Erzromê piştî vê waza melê mirovekî ku navê wî Teyyar e, ji mizgevtê dertê û dest bi girî dike. Havalên wî li dorê digihin hev û dixwazin dilê wî xweş bikin:   "Teyar, bese te xwe bigirî kuşt. Eger jiniha û pêde tu Tirkî fêr bibî tê herê cennetê, meraq neke..."  Teyyar: "Heyra ez ne jibo xwe digrîm." Havalên wî: " Lê... tu jibo çi digrî?" Teyyar : "Ez jibo pêxember Hz. Muhammed digrîm. Wî Ti