Ana içeriğe atla

Kayıtlar

behlul etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Çîroka Behlûl û Xwedê

  Ligora   nûçeyên medyayê, Hikumeta Kurdistana Federe jiber şewitandina Quranê, Swêd protesto kiriye û nunertîya xwe ya Swêd girtîye. Çaxê min ev nüçe bihîst hema yekser ev gotin ji deve min derget: “Tew tew mala minê… we dinya fetih kir” Bi rastî di vê derheqêde meriv kare gelek tiştan beje û binivîs e. Lê min got ne hewceyî gotina zede ye. Hema ev pêkanoka li jêr bese.   Tê gotin ku Behlûl du xet erd cotkiriye û gotîye xetek   ji xwedê re, yek jî ji minre ye. Di herdu xetê cot de zebeş diçîne. Dem tê zebeş şîn dibin û mezindibin. Lê zebeşên alîyê Xwedê pir geş û mezinin, ên alê Behlül hurik û bê tamin. Behlûl, her roja ku diçe ser çandinîya xwe, çavê wî li zebeşên Xwedê dikevin. Rojekê di rabe destê xwe bi jorda dike û ji xwedê daxwaz dike; “Ya xwedayê mezin, bi izna te ezê   ji xeta te zebeşekî jêbikim. Hêvî dikim tu limin helal bikî.” Çawa destê xwe tavêje zebeş û jêdike, bi dest xwere li ezmana ewrên reş peyde dibin û dibe gurgura wan. Berf, baran, bahoz... Dû