Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Bi Henek etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

"Bİ HENEK" DERKET

BO MIN WEK DİYARİYA NEWROZÊ ÇÊBÛ.PIRTÛKA MIN “BI HENEK” DERKET. ÎRO GÎHA DESTÊ MIN. JI KEREMA XWERE HUNJÎ WEK DIYARÎYA NEWROZÊ QEBÛL BIKIN. BANA NEWROZ HEDİYESİ GİBİ OLDU; “BI HENEK” İSİMLİ ÇALIŞMAM YAYINLANDI. BU GÜN ELİME ULAŞTI. HEYA NIHA LISER DÎROKA KURDA YA NÊZÎK DIXEBITÎM. HER WEK TÊ ZANÎN, DÎROKA KURDA BI PIRANÎ ŞER, SERHILDAN, ŞÎN Û GÎRÎYE. ÎCAR MIN GOT NIHA HEVQAS GIRÎ Û ŞÎN BESE. MA KURD QET NE KENÎNE, HENEK NEKIRINE? MA BIÇEK KEN NE HEQÊ MEYE? BI VAN REMANAN EV ÇEND SAL BÛN KU LI SER MİZAHA KURDÎ DIXEBITIM. TALÎ BI SEDAN PÊKENOK HATIN BERHEVKIRIN Û ÎRO EV XEBAT BI NAVÊ “BI HENEK” JI WEŞANÊN SÎTAVÊ DERKET. SÎTAV, Di ŞARTÊN VÊ PANDEMÎNÊ DE, KAREKÎ ZOR Û ZEHMET Û HEWQASÎ JÎ PÎROZ PÊK TÎNE. LEWMA PÊWÎST E KU HER KURDÊ DILSOZ ARÎKARÎYA VÎ KARÊ PÎROZ BIKE. WEK HEMÛ WEŞANXANAN, SÎTAV JÎ BI SAYA XWENDEVANAN LI SER PÎYA DIMÎNE. LÊ MIXABIN, HER WEK TÊ ZANÎN, WEŞANGERÎYA KURDÎ JI ALÊ XWENDEVANAN BÊŞANSE. PÎRTÛKÊN TIRKÎ BÊTIR TÊN XWENDIN. LEWMA EZ DIBÊJIM; JI KEREMA XWERE VÊ YE

Heneka 1 Nisanê û Mesela Alfabê / Nezirê Cibo

Roja yekê Nîsanê di malpera rupelanu.com ê de nûçeyek wiha liber çavê min ket. Nûçe li ser navê Serokwezîr Berzanî wîha digot: “Me biryar da, em derbasî alfabeya Latînî dibin” Çawa çavê min li vê hevokê ket îcar ji kêfa min berdewama nûçê nexwend û heman demê min xwest vê nûçeya xweş bi dost û havalan re parve bikim. Lewma di facebookê de weşand. Gelek haval û dost wek min dilşadî û kêfxweşîya xwe anîn ziman. Lê piştî demek kin hat fam kirin ku rastîya nûçê tune û wek heneka 1ê Nîsanê hatîye weşandin.  Bawerîya min ewe ku kesên ev henek amade kirin, bi zaniyarî  ya dilê gelek Kurdî anîne ziman û bi vî ewayî xwestin ku mesela alafabê têxin rojevê. Bî vê sebûnetê ez dixwazim di vê derheqê de çend peyva bêjim. Bikaranîna alfaba Erebî lî hemberî pêşketina ziman û têkîlîyên Kurdan ên çandî de, bi her ewayî kêmasî û astengîye. Ez neziman nasim lê bi rehatî karim bêjim ku alfaba Erebî ne ligora fonetîk û gramera zimanê Kurdî ye. Ev yek. Ya dudoya; Nivîs û xwendina Alfaba Erebî z