ÎNSAN XUYADiKÎ LÊ TU NE ÎNSANÎ
Ev şiklê mahlukatên du ling,
Di hinkayî ya êvarê de, ji çiyê û daristanan
xwe diberdin ber avê.
Li vir zikê xwe tije dikin û piştre vedigerin çiyê.
(Jêder: Düşünen Palyaço)
Tu diçî seyrangehê/piknikê daristanan dişewitinî,
Diçî ber behrê çopê xwe li wir dihêlî û behrê dilewitînî.
Tu diçî gund, diçî ciyê betlanê, diçî parkê an syrangehê, bi kurtasî tu herî kuderê, çepelî û gemarîya xwe li wir dihêlî.
Şuşa bîra xwe tavêjî holê.
Qunikên çixarên xwe tavêjî erdê. Siba heyan êvara destê te liser korna erebeye, fedî û şerm jî nakî. Her tif dikî sikak û kolanan.
Mîza xwe dikî petê û tavejî her derî.
Em herin kur leqay şopa te dibin: li serê çiya, li kevîya behra, li parkên xwezayî, bi kurtasî li her derê dinyayê em qirêjiya te dibînin.
Em xwediyên çi hêjayî û xweşikayîya dîrokî an xwezayî jî bin bêfeyde ye, tu wî navê xweyî mekroh liser wan dinivîsî û diherimînî.
Çaxê meriv li şekil û şemalê te dinêre tu tişibhê însana, lê mixabin tu neînsanî.
Zarokên te qûlên mîroyan dixetimînin, ne xema te ye, kevira tavêjin kuçikan tu devê xwe qîç dikî û dikenî, pisîka dikujin, hêlinên çûka xera dikin, wekî ku tiştekî baş dikin kêfa te tê. Tu nêçîra heywanatên ku tuxmê wan liber xelasbûnêye dikî û bi serde wêneyên wan dikşînî. Piştre di medya civakî de parve dikî. Her wiha tu xwe pir modern, sosyal û medenî dibînî, lê mixabin tu ne wisayî, tu ji xeynî xwe pêve tukesî nafikirî. Heya te ji dinyayê tune, heta heya te ji sikaka ku tu lê dijî jî tune.
Carcara tu dirajî pirtûka û çav lê digerinî. Lê mixabin ne aqilê te heye ku pirtûkê fam bikî û ne çavê te hene ku Dinyayê bibîne.
Xwezî tu nehatiba vê Dinyayê, bê te wê pir dilşad û kêfxweş ba.
Yorumlar
Yorum Gönder