Ana içeriğe atla

WELAT Bi ÇÊKiRiNA AVAHÎYÊN BiLiND PÊŞVENAÇÊ



Berî niha bi çend roja li Kurdistana Başûr, li bajarê Duhokê, Zaxo û peytexta heremê li Erbîlê  baranek zêde hat û bû sedema pêl û lehîyê. 


Cejna newrozê ket navberê û ev malwêranî da jibîrkirin. Lê gerek newê jibîrkirin û liser sebeb û çareserîyan, pêşî berpirsyar û rêvebirin heremê bisekinin û bifikirin.


Di encama vê lehîyê de zerereke mezin pêk hat. 

Bi taybetî li parêzgeh û navenda bajarê Duhokê bi dehan xanî wêran bûn, gelek rê hatine girtin, bendavên biçûk têk çûn, zararên gîyanî jî çêbûn. 


Ez sersaxî û derbasî dixwazim û hêvîdikim careke din malwêranîyek wiha neqewime.


Lê mixabin bûyerên wiha  bi hêvî û dilxwazîyan nasekinin. Jibona felaketên wiha neqewimin di warê bajarsazî, hawîrparêzî û bicehbunê de tedbîr û hişmendîyeke  serrast û modern lazim e. 


Zanîyarên ekolojî û xwezaparêzîyê dibêjin; 

Ger tu li xwezayê xweyî derneyê û zererê bidîyê, ew jî wê xwe biparêze, tola xwe hilîne û zererê bide te. Ev qanûna xwezayê ye. 


Her wek tê zanîn bûyerên wiha li Tirkî jî di qewimin. Çaxê min nûçeyên lehîya Başûr temaşekir, wêneyên lehîyên Tirkîyê hatin ber çavên min. 


Li Tirkîyê, di her şilîyê de bûyerin wiha diqewimin û  zererên maddî û giyanî çêdibin. Sebebê vê yekê, bê şik dîyare ; Bajarsazî û bicihsazî ne li gora ilmê  mîmarîyê û ekolojîyê ye. Hêjî li gora hişmendiya bav û kala û li gora bidest xistina rantê dimeşe. 


Bi dîtîna min, Başûr di vê  mijarêde Tîrkîyê ji xwere wek mînak digre. Bajarsazî û bicihsazîya wan teqlît dike.  Ez bawerim kesên ku ziyaretîya başûr kiribin û dikin  wê heq bidin min. Wek gelek mijaran di vê warîde jî plan û projeyên wanî taybet û modern tunenin. Hêjî li gelek bajar û navçeyên başûr şebekên avê û qenalîzasyonên wan ya tunenin yan jî ne li gora pêwîstîyên civakê ne. Sazî û paqijîya hawirdor ne tekûz e.


Bi destê muteahîtên Tirka, li Hewlêra rengîn û gelek derên din rezîstans û apartmanan bilind dikin. Bajar û bajarokên heremê bi blokên betonê di xemilînin! 


Bi kurtasî bêjim;

Welat bi bilindkirina avahiyan û bi blokên betonê pêşte naçe. Bi plan, proje û bi hişmendîyek modern û ilmî, pêşte diçe. 


Pêwîstî  ewe ku em ne Tirkî an dewletên rojhilata navîn, dewletên Ewrûpa ji xwere bikin mînak.  Û hûn sax... 







Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu – 4 / Nezîrê CIBO

Fransız İşgaline Karşı Kürt Direnişi ve Beyandur Olayı: Fransızlar Cezireye geldiklerinde Şamar Aşiret reisi Mişel Başo El Erba onları “memnuniyetle karşıladı”. Böylece Fransız desteğini alarak rakibi Tay aşireti ve Kürtlere karşı avantaj elde etti. Şamar liderinin kışkırtmasıyla Fransızlar, Kürtler üzerindeki baskılarını arttırdılar. Birçok Kürt aşiret reisini tutukladılar. Bunların birçoğunu Beyandur köyünde boğazlarına kadar toprağa gömdüler, sonra da aç köpekler saldırtarak hepsini öldürdüler. Suriye Komünist Partisi yayın organ Direseti İştiraki ’de 1985 yılında yayınlanan bir yazıda olayla ilgili şunlar yazılıyordu: “Fransızlar Beyandur köyünün tepesinde bir kışla kurmuşlardı ve Kürt ileri gelenlerini tutuklayıp onları canlı halde boğazlarına kadar toprağa diktiler. Osê isminde (Tilminar köyünden) birini öldürdükten sonra diğerlerini de bu şekilde toprağa dikip üzerlerine aç köpekler saldırtarak öldürttüler, diğer aşiret reisleri kaçtı, tutuklanan bazıları ise sürgün edild

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı - 1/ Nezirê CIBO

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı / Nezirê CIBO Nezîrê CIBO Kürt tarihi; istilacılara, yağmacı ve çapulculara karşı başkaldırılar tarihi olduğu kadar ihanetler ve iç çatışmalar tarihidir de. Kürt özgürlük hareketlerinde de bu ikili at başı gitmiştir. Başlayan her başkaldırı beraberinde ihanetin izlerini de taşımıştır. Büyük ozan Ahmedê Xanî’nin Mem û Zîn ‘indeki büyük aşk ile aşıkların peşini hiç bırakmayan o kötü adam Bekoewan gibi… Kuşkusuz  bu doğal bir diyalektiktir. Özgürlük-kölelik, aydınlık-karanlık, gerçekliğin iki yüzüdür. Biri olmadan öteki olmaz. Ancak onurlu ve insanca bir yaşam için aydınlığın karanlığa, özgürlüğün köleliğe baskın gelmesi de bir zorunluluktur. Kürt insanı bugüne kadar bütün uğraşlarına rağmen aydınlık yüzü görememiş ise, bunu engelleyen birçok nedenin başında bu iç çekişmeler, siyasi çatışmalar, aşiretler arası kavgalar, kan davaları ve ihanetler vardır. Tarihimizin bu dramatik olduğu kadar ders verici sayfaları ne yazık ki yeteri

Turabidin’den Baltık’a

Kürt Toplumunda Aşiretin Önemi