Ana içeriğe atla

 HACO AXA, EVÎNDAR Û TEKOŞERÊ DOZA KURDISTANÊ BÛ / Nezirê CIBO

“Hacoyê Haco rêberê kurda
Ne çaxa te bû tu çûye gorê
Te em tev hiştin ber zilm û zorê”
(Cegerxwîn)
Di kovara Al-Hîwar de, birêz Elî Şemdîn, lî ser pirtûka min ya “Silatanên Heverka” (çapa Erebî) gotarek nivîsandîye. Gotar bi Erebîye. Ez bi Erebî nizanim, lê hinek dostên ku bî Erebî zanin ez agahdar kirim. Wekî ku min jê fam kirîye; Camêr di vê gotarê de di derheqa Haco Axa yê Heverkî de ditînên xwe tînê ziman, hinek tespîtan dîke. Bê guman herkes mafdare ku dîtin û remanên xwe bînin ziman. Lê pirtûkê ji van ditînên xwere dike çavkanî. Goya van tespitan ji naveroka pirtûkê derxistîye. Her wiha tê fam kirin ku camêr ya pirtûk baş nexwendîye, an famnekirîye an jî bi zaniyarî ligora nîyeta dile xwe şîrove kirîye. Kesayetî û tevgera haco berovajî kirîye. Hesabê wî çîye nizanim lê, ew tiştên ku têne ziman ji naveroka pirtûkê dernayên.
Belê, di pirukêde, di derheqa Haco Axa’de him ji devê muhalîfên wî, him jî, ji devê havalbendên wî gelek tespit hene; Pirtûk di encama xebatek vekolînî de hatîye nivîsandin. Her wek tê zanîn, ligora prensibên vekolînên dîrokî, objektîvî şart e. Lewma me cî daye herdû alîya; Beşek ji Muhalîfên wî, rexne lêkirine û di aleyhê wî de peyîvîne. Piştgir û havalbendê wî pesnê wî dane û bahsa qencîyên wî kirine.
Bê guman, Haco Axa, serok aşîrekî binav û deng e. Dinav şart û mêrcên wê demê de gelek buyer hene ku ne bidilê nivşê meyî îro be û mirov kare ji nûde şîrove jî bike. Lê di van şîrovan de, pêywîste ku em şert û mercê wê demê jibîr nekin. Buyerên dîrokî bi hişmendî û remanên îro nayên famkirin. Pêwîste ku mirov hişmendî û şertên demên ku buyêr pêk hatine deynê ber çav. Dê ew çax werin fam kirin. Eger di vê çerçovêde em li tevgera Haco binerin, dê baş werê dîtin ku lept û hewlaldana wî Kurdistanî û niştiman perwerî ye.
Haco Axa di serhildana 1925’de di bin zixt û kotekên komara Tirkîyêde ye. Îmkana wî tûne ku dinav serhildanê de cî bigre û rolekî erênî bigre. Piştî serhildanê, di sala 1926’ande, li hemberî komara Tirkî serhildanek pêk tîne. Pîştî serhildana wî têk diçe tevlî malbat û havalbendê xwe derbasî binxetê dibe. Li binxetê(Rojavaya Kurdistanê) li herema Cezîrê dibe rêberê herî darîçav yê tevgera Kurda. Bi beşek girgirekên Kurdara sazîya Xoybunê ava dikin. Çaxê serhildana Agrî destpêdike bi her ewayî arîkarî dide serhildanê. Ji bona ku barê şervanên Agrî sivik bibe, tevlî şervanên xwe êrîşî sînorê Tirkî dike. Bi vî ewayî dixwaze ku şervanên Agrî nefes bistînin. Dîsa li hemberî zixt û kotekên Ereb û Tirkan ên li ser Kurdên Rojava sekînîye û herem ligora hêza xwe parastîye. Di sala 1936’de jo bona mafê Kurda werê dayin nameyekê dişîne Cemîyeta Akvam ( Cemîyeta Mîllettan).
Mal û îmkanên wî her di xizmeta rewşenbîrên wek Cegerxwîn, Celadet Bedirxan û kesên ku bi ewayekî sere wan di tengasîyêde bû. Ji her parçe Kurdistanê, her bi çi ewayî kesên ku sere wan diket tengasîyan, berê xwe didan Haco. Derîyê mala wî her vekirî bû. Dibin banê mala wî de xeynî livzê Kurdî pêve nedihat peyvandin. Liser banê mala wî jî ala neteweyî ya Kurd bilind dibû.
Bi kurtasî em karin bejin ku Haco, haya roja talîya emre xwe dinav tevgera azadîya Kurdistanê debû. Evîndar û dilsozê doza Kurdistanê bû. Pîştî wî zarok û nevîyên wî jî di şopa wî ya Kurdistanî de meşîyan û di meşîn. Tukes nikare vê realîteyê înkar bike. Yên înkar bikin ya korin yan jî bi zanîyarî dîrokê li gora nîyet û remanen xwe şîrove dikin. Eger pirtûka me ya binavê “Siltanên Heverka” werê xwendin dê ev yek werê fam kirin.
Seydayê Cegerxwîn dema ku fikrên çep/sosyalist ji xwere dike rêber, dev tavêje axa û serok aşîrên Kurda hemûyan. Her wiha Haco Axa jî ji van rexnên seyda para xwe digre lê, talîya talî liser gora wî, vê helbestê wek lêborînê tênê ziman:
De rabe ser xwe xweşmêrê hêja
Hacoyê Haco rêberê kurda
Ne çaxa te bû tu çûye gorê
Te em tev hiştin ber zilm û zorê
De rabe ser xwe xweşmêrê hêja
Hacoyê Haco, rêberê kurda
Em kurê te ne tev bêxwedî ne
Dara te çandî gul daye şîne
Em pey soza te ne va em bi dorê
Ta em herne nava vê gorê
Çaxa te serê xwe dakir me Hesenê dewsa te rakir.
Ez bawerîm, ên ku bi xwazin Haco Axa û tevgera wî fam bikin ev helbesta seydayê Cegerxwîn bese.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu – 4 / Nezîrê CIBO

Fransız İşgaline Karşı Kürt Direnişi ve Beyandur Olayı: Fransızlar Cezireye geldiklerinde Şamar Aşiret reisi Mişel Başo El Erba onları “memnuniyetle karşıladı”. Böylece Fransız desteğini alarak rakibi Tay aşireti ve Kürtlere karşı avantaj elde etti. Şamar liderinin kışkırtmasıyla Fransızlar, Kürtler üzerindeki baskılarını arttırdılar. Birçok Kürt aşiret reisini tutukladılar. Bunların birçoğunu Beyandur köyünde boğazlarına kadar toprağa gömdüler, sonra da aç köpekler saldırtarak hepsini öldürdüler. Suriye Komünist Partisi yayın organ Direseti İştiraki ’de 1985 yılında yayınlanan bir yazıda olayla ilgili şunlar yazılıyordu: “Fransızlar Beyandur köyünün tepesinde bir kışla kurmuşlardı ve Kürt ileri gelenlerini tutuklayıp onları canlı halde boğazlarına kadar toprağa diktiler. Osê isminde (Tilminar köyünden) birini öldürdükten sonra diğerlerini de bu şekilde toprağa dikip üzerlerine aç köpekler saldırtarak öldürttüler, diğer aşiret reisleri kaçtı, tutuklanan bazıları ise sürgün edild

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı - 1/ Nezirê CIBO

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı / Nezirê CIBO Nezîrê CIBO Kürt tarihi; istilacılara, yağmacı ve çapulculara karşı başkaldırılar tarihi olduğu kadar ihanetler ve iç çatışmalar tarihidir de. Kürt özgürlük hareketlerinde de bu ikili at başı gitmiştir. Başlayan her başkaldırı beraberinde ihanetin izlerini de taşımıştır. Büyük ozan Ahmedê Xanî’nin Mem û Zîn ‘indeki büyük aşk ile aşıkların peşini hiç bırakmayan o kötü adam Bekoewan gibi… Kuşkusuz  bu doğal bir diyalektiktir. Özgürlük-kölelik, aydınlık-karanlık, gerçekliğin iki yüzüdür. Biri olmadan öteki olmaz. Ancak onurlu ve insanca bir yaşam için aydınlığın karanlığa, özgürlüğün köleliğe baskın gelmesi de bir zorunluluktur. Kürt insanı bugüne kadar bütün uğraşlarına rağmen aydınlık yüzü görememiş ise, bunu engelleyen birçok nedenin başında bu iç çekişmeler, siyasi çatışmalar, aşiretler arası kavgalar, kan davaları ve ihanetler vardır. Tarihimizin bu dramatik olduğu kadar ders verici sayfaları ne yazık ki yeteri

Turabidin’den Baltık’a

Kürt Toplumunda Aşiretin Önemi