Ana içeriğe atla

HEVPEYiVİN BI NİL DEMİRKAZIK RE / Nezîrê Cibo

"Kurdistan heye, bi al, bi qanûna bîngehî, bi parlementoya xwe devleteke qanûnî ye’’


N. Cibo: Di destpêkê de em dixwazin we nasbikin. Gelo ji kerema xwe re hûnê karibin Nil Demirkazik ji xwendevanên me re bidin naskirin? Nil Demirkazik kî ye? Ji ku ye? Çi karî dike?

N. Demirkazik: Ez li Enqera ji dayik bûm, lê malbata min bi eslê xwe ji Karadenîzê(herêma Behrareş) ye. Ji terefê dayika xwe ez Çerkez im. Kalê me ji Qefqasyayê koç kirine Tirkiyê. Dibêjin kû em ji nifşê(nesil) Şex Şamîl in. Zarokatiya min di navendiya mêran da derbas bû, ez û du birayên min em bi hev re mezin bûn. Keçikên havalê min bi hev re dileyistin lê ez bi kurikan re dileyistim. Ew navenda ku ciyê diltepiniyê têda tune bû, kesê ku bi hêz ba qezenc dikir û rasteqini(rastehizi) bû. Vê navendê şikl da şexsiyet û karekterê min.


Malbata min dewlemend bû. Bavê min doktor, dayika min mamoste bû. Min Mekteba navîn û lîseyê di Qolêja Enqerê bi zimanê Îngîlîzî xwend kû tenê zarokên dewlemendan karibûn li vir bixwînin. Pişt re ji bona tehsila Universite ez çum Universita Fribourg li Swêd. Du sala li vir min xwend û hini Frensi bum. Ji wir derbasi Fransa bum û li wir di Universita Sorbonne da min liqa Ragihandinê xelaskir. Pişti kû ez vegerayam Tirkyê di Universita Hacettepe da min liqa Frensi qedand û bi vi ewayi ez bum xwedi du diploma. Serlisans(Lisansustu)  û Mastra xwe Li Universita Hacettepe xilaskir û ez bûm pisporê Ilmê Ragihandinê. Dûre min imtihana kû devleta İtalya bi kar ani bu qezenc kir û bi bursa devletê min di Universita Sienayê da li ser zimanê İtalyan hinkeri kir. İtali, Frensi û İngilizi xweş di peyivim.



Çaxê min li Fransa dixwend ez di komelên şagirtên Tirkyeyê de dixebitîm. Hukumeta Fransa ez ji bona alikariya çareserkirina pisgirêken malbatên karker ên Tirk kû li Fransa dijin hilbijart. Ez ji bona lihevhatina van malbata û  navendiya biyaniyan dixebitîm.

Disa çaxê min li Fransa dixwend ez di taxima Universîteyên Fransa ên basketbolê de dileyistim. Pişti kû vegeriyam Tirkeyeyê ji min berdevama leyistika basketbolê bi lisansî kir.


Dema şagirtitiya min ê Fransa ideolojiyên çep û marksîzm bala min kişand. Wan çaxa di siyaseta Fransa da çepiti bi hêz bû û em dibin tesîra wê de bûn. Di vê demê de ez polîtîze bûm û pêwendîyên min bi sîyasetê re dest pê kir.

Di esasê xwe de ev nakokî bû, çimkî ez ji malbatek dewlemend dihatim lê min di hêzên çep de cih girti bû. Daxwaza min, alîkarî û piştgirtina mirovên bindest, jar û reben bû. Ev fikir û ramanên min di ciwaniya min da derketin holê û roj bi roj bi hêz û geş bûn û heya îro ber devam kirin.


Di sala 1999-an de ji bona namzediya mebûsîtiya Enqereyê min namzediya xwe ji ANAP ê dani lê malbata min li ber vê daxwaza min derket û nehişt ez bibim namzet.
 
Wê demê ez neketim nav siyasetê lê ji pêvajoya siyaseta Tirkiyeyê ji dur neketim. ANAP’a di bin serokatiya Mesut Yilmaz de nêziki realitên Tirkiyeyê xuya dikir. Wek her kesi ez jî bi vê gotinê hêvîdar bûm; “ Riya YE-yê di Diyarbekirê re derbas dibe.” Di 2001.ê de bi serokatiya Tayyib Erdoğan AKP hat damizrandin. Li ser teklifa Partiyê ez li Stenbolê bûm endama AKPê û di hilbijartina 2002 an da ez bûm namzeta Meclîsê  . Lê mixabin ji ber kû ez di taliya listeyê de bûm ne hatim hilbijartin. Gotinên Erdoğan hêvidar bûn. Soz dida ; “Tirkiye mozaik e, emê herkesi himbêz bikin”

Sala 2004-an de di helbijartinên herêmi de ji AKP-ê ez bûm namzetê serokatiya Şarederiya Çankaya/Enkara lê CHP-ê helbijartinê qezenc kir.

Ji sala 2002-an û virde ez bi hikûmetê re beşdari hemû civînên diwanî ên YE kû li Kopenhag, Selanîk, Atîna, Bruksel û Luxemburgê pêk hatin, bûm. Di vê pêvajoyê de Platforma Teşebusa YE hat damezrandin û ez bûm Peyivdar û cîgira serokê wê. Di sala 2003-an de bi navê ÇOCUKDER ê min Saziyeke civaki û sivîl damezrand û niha ez serokatiya wê dimeşînim.

Di civinên YE-de ez karim bêjim kû bi hemû serokên devletên Evrupayê re min hevditin çêkirin û ji bona qebul kirina Tirkiyeyê ya YE-yê xebitîm. Serokên Evrupa ê ku min bi wan re havditin çêkirin ev in: Serekkomarê Franse ên kevin Jacques Chirac Giscard D’Estaing, serekwezirê İtalya Romano Prodi, Serekwezirê İtalya ê kevin Berlusconi, kevine Sekreterê YN Kofi Annan, Komiserê YE ê Mezin Xavier Solana, kevne Serekwezirê derve û namzetê Serekwezirtiya Yunanistan Papndreu û serekkomarê Kibris Papadopoulus.

N.Cibo: Di demeki kinde hûn di derheqa mesela Kurd û Kurdan de derketin pêş. Gelo baldariya we ê li ser kurda ji ku tê? Hûn Kurda û mesela Kurd bi çi şikli rave dikin?              
       
N. Demirkazik: Raste, di van rojên nêzikte li ser mesela Kurd min gelek çalaki bi cîh anîn. Têkiliyên min ên bi Kurdan re di salên şagirtitiya min ên dema Universîteyê de dest pê kir. Li Fransayê gelek havalê min ê Kurd hebûn û bi wan re her dem li ser mesela Kurd dipeyivîm. Ez her daîm mêvanê panel û civînên wan bûm. Li Parisê “Hefteya Yilmaz Guney” min bi serê xwe organîze kir. Min Fîlmên Yilmaz Guney ji Tirkiyê datanî û ew bi fransîyan dida temaşekirin. Piştî kû vegeriyam Tirkiyeyê li ser realîta Kurd min gelek xebat û vekolîn pêk anîn, û gelek pirtûk xwendin. Pênc salan ez li Kurdistanê mam û li hemû bajar û gundên wê geriyam. Ez yek bi yek bi mirovan re peyivîm, min tekilî bi wan re danî û bûm şahidê kul û derdên wan. Ez guhdari daxwaz û ramanên gelê Kurd bûm. Min bi çavên xwe paşdehiştina wi a zanisti dit. Pişti vê pêvajoyê min qerar da kû ez, ji dil û can alîkarî bidim doza vî gelê bi rûmet, maf û daxwazên wê bînim ziman û eger di vê rêyê de bedelek hebe ez wê jî bê tirs bidim.

Tahrîbata kû orduya Tirk bûyê sebeb, di dema cunta de ezûyet û zehmetên kû hatine kişandin, tiştê kû di zindana Diyarbekirê da qewimîn û hê zêdetir kul û kederên gelê Kurdan ez ji devên yekemîn hatim agahdar kirin. Ji ber vê zilm û zorê min îsyan kir, êvara xew neket çavên min, ez giriyam û ez ji xwe re fikirîm; mumkun e kû ev hemû tişt rojekê werin serê min jî.

Di destpêkê de min got kû; “berî her tiştî ez însan im” û bi vê baweriyê ez ketim rê . Min di sala 2005an de di kanalek netewî de 60 rojan realita Kurd, daxwaz û mafê wê û di vê derhaqê de dîtin û ramanên devletê bi beşdarên programê re niqaş kir. Piranya beşdaran faşîst û nîjadperest bûn. Ji terefê MHP-ê û Ulku Ocaklari ez û malbata min bi kuştinê em hatin tehdîtkirin lê tucari netirsiyam û bêzar ne bûm. Di vê programê da heya ji destê min hat di derheqê pirsgirêka Kurd de xeletiyê devletê çi ne û ji bona çareserkirina vê meselê çi rast e an ne ras e weke tirkek demokrat, rewşenbir û însan min berbiçav kir. Bi sebuneta vê platforma demokratîk û zelal ez ne tenê di nav Kurdê Tirkiyeyê de, di nav hamû Kurdên cihanê da hatim nas kirin û heskirin. Lê belê di nav nîjadperestên Tirkan de ez “Xaînê Niştimani” hatim ilankirin. Eger navê nîjadperistiyê welatparêzi bê belê ez “xaîn im” û bi vê xaîntiyê serfirazim.

Li Tirkiyeyê tirsandin, bêdengi û îtaetkarî bûye navnivîsa însanan. Ev ewrê reş û tarî gerek li ser vî welatî werin belavkirin...

Ev mantiqa ku dibêje; “di vî welatî de  tenê Tirk xwedî maf in, ê din tenê mafê wan yi xizmetkariyê heye” êdi iflas kiriye. 30 milyon Kurd vê munasebeta koletî û efenditiyê red dike û ji bona wekhevîyê û azadiyê têkoşina xwe dimeşînê.

Gelê Kurd dixwaze ku bêtawîz tekoşîna aşitiyê, demoqrasiyê û azadiyê bi meşinê û di navendaka demokratîk û wekhevîyê de bi gelê Tirk re jiyana xwe dom bike.
...

Pirsgirêka Kurd, lazim e ku di navbera her du gelan de were çareserkirin ku ev hezar salan bi hev re dijîn. Nêrînên di derheqê doz û daxwazên neteweya Kurd de gerek êdi werin guhartin. Pêwîstiya pêvajoyekî ku pirsgirêka Kurd di werê niqaşkirinê de heye.
    
Heya îro, siyasetên ku di derheqê pirsgirêka Kurd de hatina afirandin hemû jî li gora qonsepta harba “devleta kûr” hatine sazîkirin. Lê icar civaka Tirk vê “devletê” nikare hilgire…
 
Tirk û Kurd bi sedsalan e li ser vê erdê bi dostanî û bi biratî jiyane, têkiliyên mirovahtiyê danîne, gelek caran stratêjiyên xwe bi hev re meşandine, alikariya hev kirine û îro di “pêvajoya sazûmana cihana nûh” de jî domkirina van têkiliyan ji bona herdu gelan gelek bi feyde  û pêwist e.

N.Cibo: Weki ku me bihîst, di demekî nêzik de bû; we rozeta ku ala Kurdistanê sembolîze dike bi sînga xwe ve kirîbu. Ji bona vê yekê ez ne şaş bim di derheqê we de doz hatibû vekirin. Ji kerema xwe re hûn ê karibin vê meselê ji mere bêjin?

N. Demirkazik: Belê rast e. Çaxê serokkomar Gul hat Diyarbekirê, li frokgehê min wê bi xerita çar parçên Kurdistanê û ala kurdistanê pêşwazî kir û min got; “tu bi xêr hatî Kurdistanê” Polîsan wêneyên min kişandin. Piştre serî li dozgerê komarê hat kirin û di derheqê min de dest bi lêpirsinê kirin. Dozger ji bona min 3 sal ceza xwest. Çaxê ez çûm ifadê disa rozeta Kurdistanê li ser sînga min bû. Di îfadeya xwe de min weha got: “Kurdistan heye. Bi ala xwe, bi qanûna xwe ya bîngehî, bi parlementoya xwe devleteke qanûnî ye û ji terefê cîhanê jî tê naskirin” Di ber devami ya ifada xwe de min weha got:” Eger Tirkiye di demeki nêzik de Kurdistanê nasbikê û têkiliyên dostane pê re deynê ewê feyde bibîne. Ala li tu deran ne qedexe ne. Belê, ev rozeta ku min li sînga xwe xistiye ala Kurdistana mezin temsil dike lê belê nabe sebeba bizavtina gel ya dijminatiyê, rêgeza tunditiyê ji têda tune û ez welatîyek ki azad im, di çerçova mafê mirovan de mafê min ê xwepêşandinê heye û ev bi kanûnê tê parastin”

Li ser vê ifadê dozger, qenat ani kû min mafê xwe ê azadiya raman pêk anîye, regeza tundî pêk nehatiye û cudaperestîi çê nebûye ji bo vê yekê jî hevce nedît ku di derheqê min de doz veke.

N.Cibo: Di helbijartinên bori da hûn ji Diyarbekirê bûn namzeta serbixwe. Namzetiya we ji terefê piraniya Kurdan baş ne hat nirxandin. Gelo fikra namzetiya we a Diyarbekirê ji ku derket? Çima bi taybeti Diyarbekir? We çend deng stendin? Gelo di pêvajoya kampanya helbijartinê de bîraniyeki we ê enteresan heye? Hûnê karibin jê me re bêjin?

N. Demirqazik: Li gora min Diyarbekir peytaxta Kurdistanê ye. Beri helbijartinê, ji bo namzetiya min ya Diyarbekirê pêşniyar ji gelê Kurd hat ji min re; ”ji bo pêşveçûna biratiya Tirk û Kurdan ihtiyaciya yekî wek we ê Tirk, bi cesaret, rewşenbîr û di derheqê realîta herêma Kurdistanê da agahdar heye. Eger hûn bibin namzet emê alikari bidin we.” Li ser vê pêşniyarê ez bûm namzed. DTP-ê li Diyarbekir 4 namzedên serbixwe danîn. Gelê Diyarbekirê min ji namzetê DTP ê bêtir welatparêz didît û ev eşkere tanîn ziman. DTP-ê ji vê tirsiya û di derheqê min de propagandeyek neheq û ne rast pêk anî û tesîr li gel kir. Gotin ku; “Nîl ajanê devletê ye, ji bona dengê DTPê kêm bike hatiye vir.” Bi vî awayi xwestin ku ez deng nestînim. Beri ku Aysel Tuğluk bêje; “Kerkuk bajareki Tirkeyeyê û daxili misak-i Millîye, min wisa digot; Kerkûk bajarê Kurdistanê ye û di dirokê da tu carî ne bûye bajarê Tirkan.” Ev gotinên min gelek tesîr li gelê Kurd kiribû û lewma ji min re weha digotin; “Hûn ji Aysel Tuğluk welatparêztir in, me dixwazt dengê xwe bidin te lê em mecbûr bûn, bê dilê xwe me da Ayselê, ev şansê wan ê taliyê ye.” Van gotinan ji aliyekî ve ez dilîndar kirim, li aliyê din j bona siyaseta haremê hivîdar bûm, çimkî min dît ku gel baş biryardar bûye.

Min nêzikî 400 dengî stend. Divê nuxtê de ez karim vêya bêjim; Çawa ku potansiyela A. Melik Firat di Diyarbekirê de 25 hezer deng e lê hevqas deng nastine, rewşa min ji ev e. Namzedên DTP-ê ji terefê insanên sikakê nayên naskirin lê, ji bona ku partî wer dixwaze dengê xwe didin wan. Hal bû kû ez ne tenê li Diyarbekir,  li hemû harêmen Kurdistanê têm naskirin û heskirin lê dîsa dengê xwe nedan.

N. Cibo: Weki ku ez zanim berê, hûn nêziki AKP-ê û Erdoğan bûn. Gelo têkilîyên we û AKP çi bûn? Niha çawa ne?

N. Demirqazik: Belê rast e ez her daîm nêziki AKP-ê û Serokwezîr bûm. Li gora min, encax AKP kare demokrasî, aşitiyê, istikrarê û pêşveçûna abori li Tirkiyeyê saz bike. Ez bawerim encax AKP kare bê kariyê û belangaziyê ji holê rake, pirsa Kurd bi ewayekî aşîtîyane çareserbike. AKP kare bi Kurdistan û bi birêz Barzanî re têkiliyen dostaniyê deyne û Kurdistanê bi dewleta tirk bide naskirin. Xewna YE.yê AKP bicîh tîne… Dîsa ez karim bêjim ku; encax AKP kare zordestiya esker ya li ser devletê û siyasetê rake. İro Tirkeye ketiye pêvajoyeke xeter. Sebeba vê, ideolojiya ku bingeha xwe ne ji demokrasiyê, ji neteweperistiyê distîne. Guhertina vê pêvajoyê, saziya devleteka demokratîk û dadgerî encax bi saya AKPê mumkun e. Lê Serokwezîr lazim e ku di vî warî de gavên bi biryar bavêje û ji leşker netirse. Newêreki wê him zerar bide AKPî him jî bide Tirkiyeyê.

Êdi Tirkiye mecbur e ku stratejiyên li gora mafê xwe ê netewewî bi beşîne. Ji îro pê de divê em ji bona serkeftinê bixebitin, ne ji bona zaybûnê... Divê em bi gelên xwe re, bi hev re li hemberî siyasetên ku Tirkiyeyê li heremê bêtesir bikin derkevin.

Axaftina serokwezîr Erdoğan ya ku di sala 2005an de li Dîyarbekirê kir, ez geleki awatî kirim.”Pirsgirêka Kurd heye û ev pirsgirêka min e. Çareserkirina wê ji hê bêtir bi demokrasiyê mumkun e.” Pişti vê axaftinê ji terefê leşker hat îkaz kirin û serokwezîr mecbûr ma li Elezizê weha got: “Kesê ku li Tirkiyeyê dijî Tirk e” Ji ber rabestinên weha tirsonek û bê biryar min serokwezir û AKP-ê bi dijwarî rexne kir. Lê dîsa ez dibêjim; AKP şansê Tirkiyeyê yê taliye û xelasbûna Tirkiyeyê jî bi demokrasiyê mumkun e.       

N. Cibo: Gelo hûn di derheqê Tezkereyê, mudexaleyaa başûr û van tevgerên dawi de çi di fikirin?

N. Demirqazik: Tirkiye heya niha 24 operasyon di nav axa kurdistana Başûr de pêk ani.


Çaxê ev operasyon pêk dihatin Amerika û İngîlîz ne li Iraqê bûn û ne jî ciranê Tirkan bûn. Di pêkhatina hemû operasyonan de alîkariya hêlê abori hebû. Alikariya IMF tim di rojevê de bû. Berê li hemberî Tirkiyeyê Seddam hebû. Lê iro di şuna Sedam de DYA, Îngilîz û Kurdistan hene.

Tirkiye ji bona operasyona derveyê sînor, bi heta ciyekî muhtacî alikariya Birêz Barzanî ye. Lê beriya niha demeki ne dûr bû, Mesut Barzani bi biryar weha digot; “ Dema ku Kurdan hevdu dikuştin, derbasbû.”

İro têkiliyên YE û Tirkîyeyê ne wek berê ne. Di operasyonên beriya niha de bahsa rîska Yekitiya Gumrikê dihat kirin lê iro wêrin hê meztir tê xuya kirin.

Operasyonek ku îro pêk werê ewê endambûna YEîyê jî têei talûkê û gelek zerar bidê Tirkiyeyê. Ji bona vê yekê gerekî hemû insanên eql-i selîm li hemberî operasyona derveyî sînor derkevin û şans nedin serboriyek(macera) weha. Çimkî siyaset û aboriya Tirkeyê wê gelek
 xesar bibîne.
Çewa ku pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka Tirkiyê tenê ye, weke pirsgirêke cihanê hat rojevê, çawa ku daxwazên Kurdên Tirkiyeyê ên mafdar(biheq) hatin holê û çawa ku Kurdistana azad di bin serokatiya Birêz Mesût Barzani de hat damezrandin, Tirkiye eciz bû û dîsa mesele sipart leşkeran.

Lê esasê meselê ev e; Tirkiye hê jî damezrandina Kurdistanê ji bona xwe talûke dibîne. Lewma stratejiyên ku tên sazkirin dibin siyasetên tirsê. Hal bû ku îro, karbidestên Tirk li Kurdistanê kar dikin, li petrolê digerin û qepasîteya karê wan li dor 1 milyar dolarî ye. İro di navbera Hewlêr - Stanbolê de firoke difirin. Wek tê ditin di vê nuxtê de, li aliki rêyên jîyanê, û aboriyê, li alîyê din rêyên devleta tirk ên siyasî ku ji sedsala 19an hatine haya iro. 

Baweriya min ev e ku, Ordûya tirk bikeve Îrakê ne tenê PKK-ê ewê li hemberî xwe 7 milyon Kurdan bibîne û şêr jî wenda bike.  Biserketina wan ne mumkun e.

N. Cibo: Ji kerema xwe hûnê karibin ji mere bi nêrina jinê “kamran”  terif bikin? Kamranî çiye? Gelo Nil kamran e?

N. Demirqazik: Li gora min kamranî; Rehetiya dil û ûjdan e. Hizûra nava hundurê însan e. Eger hûn ji rastiyên xwe emîn bin, eger hûn ew zîhniyeta faşîst ya ku dibêje “Ya hez bike, Ya Terk bike” mehkum dikin û eger hûn aligirê mafê mirovan, demokrasi û aşitiyê bin, ev tê mane ya ku hûn kamran in.

Ew dayika ku çaxê ciwan tên kuştin isyan dike, li hemberi şer û tunditiye (ji ku werê bila werê) derdikeve û naletê li xwînrijandinê dike ew kare bêjê ez kamran im.

Ez mafê gelekî serbilind diparêzim, ez li alê însanê pehnbûyi,  hêjar û mafdarim. Piştî her tiştî “dibêm ez insan im” Lewma ez xwe kamranî dibinim. Li ba min kamranî ev e.
...

N. Cibo: Gelo, di dawiyê de hûn di xwazin çi bêjin. Fermo

N. Demirqazik: Sebeba şer û pevçûnan, sebeba nesazîya demokrasîya li Rojhilata Navîn de hebûna pirsgirêka Kurd e. Heta ku ev pirsgirêk neyê çareskirin, serkeftina teşebusên aşitiyê û istiqrarê di vê heremê de ne mumkun e.

Ez bang li  tirkên bi rûmet û bi namûs dikim!

Eger hûn gelê Kurd wek niştewarêki beramber qebul dikin îro wext e, alîkariya xwe têxin holê

Eger hûn li wê welatî de jiyaneke bi hev re û aşitîyane dixwazin wext e, van daxwaziyên xwe şanî cîhanê bidin.

Dengê xwe derxin, daxwaziyên xwe bînîn ziman.
Daxwaza aşîtiyê têxin holê.
Gelî rrewşenbîr, nivîskar û saziyên sivîl ên Tirk, çima hûn bêdeng in? Ma hûn ditirsin, an hûn ne aşîtîxwazin?

Gelê Kurd li hêviya we ye,
Li hêviya dengê we ê ku bêje: ”ev bombe baran, ev şerê bi qirêj ne layiqê Tirkiyeyê ye”

li hêviya dengê we ê ku bêje:  AŞÎTÎ, AŞÎTİ, AŞÎTÎ

Bawer bikin ev deng wê Tirkiyeyê xelas bike û derxê rehetiyê.

NİL DEMİRKAZIK
SEROKÊ COCUK DER
PEYIVDARÊ PLATFORMA TEŞEBUSA YE
NAMZEDÊ BISERXWE Ê MEMUSİTİYA AMEDÊ 

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu – 4 / Nezîrê CIBO

Fransız İşgaline Karşı Kürt Direnişi ve Beyandur Olayı: Fransızlar Cezireye geldiklerinde Şamar Aşiret reisi Mişel Başo El Erba onları “memnuniyetle karşıladı”. Böylece Fransız desteğini alarak rakibi Tay aşireti ve Kürtlere karşı avantaj elde etti. Şamar liderinin kışkırtmasıyla Fransızlar, Kürtler üzerindeki baskılarını arttırdılar. Birçok Kürt aşiret reisini tutukladılar. Bunların birçoğunu Beyandur köyünde boğazlarına kadar toprağa gömdüler, sonra da aç köpekler saldırtarak hepsini öldürdüler. Suriye Komünist Partisi yayın organ Direseti İştiraki ’de 1985 yılında yayınlanan bir yazıda olayla ilgili şunlar yazılıyordu: “Fransızlar Beyandur köyünün tepesinde bir kışla kurmuşlardı ve Kürt ileri gelenlerini tutuklayıp onları canlı halde boğazlarına kadar toprağa diktiler. Osê isminde (Tilminar köyünden) birini öldürdükten sonra diğerlerini de bu şekilde toprağa dikip üzerlerine aç köpekler saldırtarak öldürttüler, diğer aşiret reisleri kaçtı, tutuklanan bazıları ise sürgün edild

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı - 1/ Nezirê CIBO

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı / Nezirê CIBO Nezîrê CIBO Kürt tarihi; istilacılara, yağmacı ve çapulculara karşı başkaldırılar tarihi olduğu kadar ihanetler ve iç çatışmalar tarihidir de. Kürt özgürlük hareketlerinde de bu ikili at başı gitmiştir. Başlayan her başkaldırı beraberinde ihanetin izlerini de taşımıştır. Büyük ozan Ahmedê Xanî’nin Mem û Zîn ‘indeki büyük aşk ile aşıkların peşini hiç bırakmayan o kötü adam Bekoewan gibi… Kuşkusuz  bu doğal bir diyalektiktir. Özgürlük-kölelik, aydınlık-karanlık, gerçekliğin iki yüzüdür. Biri olmadan öteki olmaz. Ancak onurlu ve insanca bir yaşam için aydınlığın karanlığa, özgürlüğün köleliğe baskın gelmesi de bir zorunluluktur. Kürt insanı bugüne kadar bütün uğraşlarına rağmen aydınlık yüzü görememiş ise, bunu engelleyen birçok nedenin başında bu iç çekişmeler, siyasi çatışmalar, aşiretler arası kavgalar, kan davaları ve ihanetler vardır. Tarihimizin bu dramatik olduğu kadar ders verici sayfaları ne yazık ki yeteri

Turabidin’den Baltık’a

Kürt Toplumunda Aşiretin Önemi