Di sernivîsê de ez dibêm “cardin”, lê belê ev cara yekem e ku rast û rast liser Zindana Diyarbekir dinivîsim. Baweriya we be, çima min ev peyv anî ziman nizanim. Piştî ku hat nivîsandin, min xwest ku xera bikim, lê dû re min dev jê berda û biya binhişmendiya xwe kir. Min fêm kir ku 5’Nolu her daîm di quncikeke binhişmendiya min de heye û tucara nehatiye jibîrkirin. Hîkmeta nivîsandina “cardin“ di vir de veşarti ye.
Nuqta din ewe ku, ji bona nifşê niha pêwîste ku di derheqa 5’Noluyê de bi kurtasî hinek agahî werin diyarkirin. Ji bona ku zanibin 5’Nolu çîye û cîkî çawabû. Belê raste, ev yek bi çend hevoka ne mimkune lê dîsa pêwîste…
5’Nolu zindana derbekerên 12 îlonê ya li Amedê bû. Piştî 12 Îlonê bi deh hezaran ciwan, roşenbîr,siyasetmendar jin û mêrên kurd li vir dan hev. Piraniyên wan bi salan bê mekeme, bê sual di virda hiştin. 24 seata li ser wan işkenceyên ne dîtî pêk anîn. Pivan û sînor ji işkenca re tunebûn. Bi yek peyvê; 24 seata işkence domdikir. Ez jî di vê cehenemê de demeke dirêj mam. Roja ku tehliye bûm û derketim devre baweriya min nedihat ku ez derketim e. wekî xwenekê ji mir dihat. Niha jî ez karim bêjim, hêj min fêm nekiriye ku ez çawa ji wê cehennemê derketim e –wekî hemû girtiyên kevin- Tênê, ez zanim ku ev şensekî pir mezin bû. Çimkî gelek ciwanên kurd, haval û hogirên me ne xwedî wî şensi bûn û derneketin. Hinek ji wan di bin işkenceyên ne dîtî de, hinek ji wan di rojiya mirinê de hineka bedena xwe dan agir, hineka jî ji ber nexweşiyan çune ser dilovaniyên xwe. Gelek ji wan jî seqet û nexweş man.
Piştî ku ez derketim gelek caran min xwest ku di derheqa 5’Noluyê û serbihatiyên xwe de tiştnan binivîsîm lê her car nivrê di ma. Li darî çav xuyadikir ku ez bi zaniyarî qelemê diberdim û nivîsan nîvco di hêlim. Lê di esasê xwe de ev karê binhişmendiya min bû. Ne di xwest ku wan işkenceyên hovane bîbir binîm. Lewma her car piştî çend xîzika min dev jî nivsê diberda.
Hêvîdikim ku ev car nivîs nivrê nemîne. lê mixabin nivîs rast û rast ne li ser 5’Noliyê ye, di derheqa fîlme kî ku li ser wê hatiye kişandin e.
Belê, van rojan li hêla kurdîstana bakur rêz fîlmek tê temaşekirin. Di Şov TV de bi navê “Bu kalp seni unutur mu?” tê nîşandan. Fîlm di derheqa pêvajoya ya tirkî ya piştî 12 îlonê û bi piranî zindan Diyarbekrê de ye. Wekî hemû Diyarbekiriya em jî roja ku tê şanîdan bi malbatî li benda seata vê rêz fîlmê ne. Çaxê ku seata temam di be, bê his û bê deng em li ber TV nê dirunin. Ez bawerim ku ji sedî notê Diyarbekiryan di heman rewşê de lê temaşe dikin. Heta tê ragihandin ku li Qandilê jî fîlm bi eleqayeke mezin tê temaşekirin. Çimkî li Amadê kesên ku ji hovtiya 5’nolu û zebaniyên wê , hindîk an zêde, madî manewî zerer ne dîtîbin pir kêmîn. Ev rêz fîlim alîyekî jiyana wan e. Jiyana her kurdekî welatparêz e.
Beriya niha min filmê derhêner Steve McQueen “Hunger”(Birçîtî) temaşekiribû. Fîlm di derheqa berxwedana militanên IRA yên ku di hepsa Maze de girtî bûn. Serokê IRA ê efsanewî Bobby Sands dest bi grewa birçîbûnê dike û piştî 66 roja jiyana xwe ji dest dide. Di vê pêvajoyê de hikumeta Îngiliz li hemberî xwestekên girtiyên IRA bêtawîz e û işkencên hovane bi kartine.
Bi rastî ez zêde dibin bandora fîlm de mam û ew rojên me ên di cehennema Kenan evrende hatin ber çavê min. Çaxê fîlm xelas bû min di dilê xwede got, “xwezî li ser 5’Noliyê jî fîlmekî wiha bihata çêkirin”
Piştî vî fîlmî bi çendekî Navenda Hunerê ya Diyarbekir belgefîlmek şanî grubeke kevnegirtiyên 5’Noluyê da. Ez jî di nav vê grubê de bûm. Film ji terefî derhêner Çayan Demirelve hatibû amadekerin. Navê wî “5’Nolu Cezaevi” bû. Min û Av. Erdem Gencan bihevre temaşekir. Çaxê ku fîlm bi dawî hat û em derketin derve, Erdem ji min pirsî; “ Te çawa dît?” Min wiha bersiv dabû; “ Ez dibêm qey nivrê ma. Gerek dom bikra, ne wisa…” Na, fîlm di mecra xwede bi dawî hatibû. Lê di çavê me girtiyên 5’Noluyê de ne belgefîlmê Çayan Demirel û ne ti fîlm tiştên ku di 5’Noluyê de qewîmî ne nikarin bi tevahî bidin nişandan. Ne mimkûne ku zilm û zora Esat Oqtay (Rehma xwedê ne lêbe) deynin darî çav û bidin fêmkirin. Ti senarîst û çêker nikarin wahşîtiya wî xeyal jî bikin. Lewma belegewarê Çayan li ba min wekî ku nîvco bû. Em qet têr nekirin. Bê guman, xizmetêkî girng û hêja ye. Di vê mijarê de xebata yekem e. Her wiha giringahiya xebata Çayan Demirel hê bêtir zêde û birumet e. Lê mixabin belgewar ji bo tetmîkirina me kevnegirtiyên 5’Noluyê dûr bû. Çaxê ku me bi fîlmê “Berçîbûn” re qiyas dikir li balê pir kêm û zelûl di ma. Ji ber vê yekê, xwesteka min ya ku piştî temaşekirina fîlmê “Berçîbûn” hatibû ziman domand; “xwezî fîlmekî wiha li ser 5’Noliyê ji bihatana çêkirin.
Çaxê me ev fîlman temaşe dikirin havîn bû. Havîn xelas bû, payîz ji derbas bû û em ketin zivîztanê. Grubeke kevne girtiyên 5’Noluyê (ez jî din av wande bûm) ji bona ku 5’Nolu bibe Muzeya Demokrasî û mafê mirovan dest bi kampanyeke imzeyan kir. Di vê pêvajoyê de dihat guhême ku di Şov TV de li ser 5’Noluyê rêz fîlmek tê amadekirin. Bi rastî min pir qiymet ne dida van amadehiya. Çimki di şert û mercên tirkiyeyê de ji bona xebata fîlm çêkeran heya niha nêvengiyeke erênî û azad ne hatibû dîtîn. Ya din, baweriya min bi vê qenala ku dibin tesîra dewletê û idelojiya fermî de tunebû ku li ser vê mijarê fîlmekî baş çêke. Ev remanên min piştî ku fîlm dest pêkir jî domkirin û min beşên yekemin temaşenekir. Lê li dardor tim ji min dihat pirsin; Tu rêzfîlmê “Bu kalp seni unutur mu?” temaşe dikî? Û pesnê wî didan.
Bi vî ewayî min dest bi temaşekirina rêz fîlm kir. Divê ez bînim ziman ku, piştî min temaşe kir, ez piçekî nefedîkar lê şaş mam. Şaş mam çimkî fîlm gelek hovîtî û wehşitiyên derbekerên 12 Îlonê bêtirs didanin ber çavan. Her çiqas ne bi têrayî jî bê, gelek dîmenên 5’Noluyê rasterast danîşanî temaşevanan dikir. Her çiqas piçekî hatibin perdekirin jî hovîtî, xwinxweriya derbekeran dixist holê. Ji ber vê yekê Qenalê ji RTUK’ê îkaz stand û sererkaniya ordiyê jî bi dijwarî rehetsiziya xwe anî ziman. Sererkan wiha digot;
“Hinek dezgehên çapameniyê di derheqa hinek mensubên TSK’ê ku bi salan xizmet kirine de îdîa yên bê esil û ne dirê de tavêjin holê…”
Sererkan baş dizanê ku esîl gotinên wî ne dirêdene lê mijara me ne eve. Mijar eve ku gotinên sererkaniya tirk jî, îspata rastiyên dimenên rêz fîlmê Şov TV ne. Her çiqas gelek kêmasiyên cidî hebin jî, ez karim bêjim ku çêkerê fîlm Tomris Giritlioğlu û senarîsta hêja Nilgun Öneş wezîfeyeke dîrokî anîne cî. İcar ez nabêjim “xwezî fîlmekî wiha li ser 5’Noliyê jî bihata çêkirin” lê ez karim bêjim; “di derheqa zindana 5’Noluyêde hêj gelek fîlm, pirtûk û nivîs dê werin çêkirin û nivîsandin”
02.12. 2009
Yorumlar
Yorum Gönder