Ana içeriğe atla

Li fuara Pirtûkan bi Celîlê Celil re / Nezirê Cibo

Her wek tê zanin van roja li Amedê fuara Pirtûkan habû.

18ê Gulanê(2010) destpêkir di 23yan de bi dawî hat. Cara yekem bû ku fuareke wiha berfirehî li Amedê hatibû lidar xistin. Bi hazaran pirtûk li ser standa hatin rêxistin, bi sed hazaran xwendevan li gel durbuna qada fuarê jî hatin û pirtûk kirîn. Bi sedan nivîskar hatin Amedê û bi xwendevanên xwere ru biru têkîli danin, hevdû naskirin, pirtûkên xwe imzekirin û sohbet kirin. Bi dehan panêl, semînêr, konferans û gotubêj pêk hatin.

Çaxê ku min ji kar û bar firset dîtît bazdidam fûarê. Bi vê sebûnetê min hinek pirtûkên ku ez zude li wan digeriyam bidest xist. Lê ya herî mihîm min îmkana dîtîn û naskirina hinek nivîskarên hêja dît. Yek ji van Prof. Dr. Celilê Celîl bû…

Min jî wekî her kurdê xwendevan nivîskar û zimannasê mezin Serokê Beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Viyanayê, kurdolog, Prof. Dr. Celîlê Celîl ji pirtûkên wî nasdikir. Haya min ji beşdarbûna wî ya konferansa “Di Edebiyata Kurdî de Jiyan û Helbesta Cigerxwîn" ku ji aliyê Kovara Tîroj û Weşangeriya Evrenselê ve hatibû amadekirin hebû lê jiber hinek astengiyên taybet neketim konferansê. Roja din ez û Şexmus Agirman çûn qada fuarê. Em li standên pirtûkan di geriyan. Li standekê yekî navsere û bi qerewat ji xwendevananre pirtûk îmzedikirin. Şexmus xwe gihan balê û pirsî;

“Ezbenî tu ne Celîlê Celîlî?”
“Belê”

Me xwe da naskirin û qaskî liser piya sohbet kir. Şêxmus got;

“Ez li pirtûkên te yên kurdî digerim, lê mixabin li standan xwiyanakin. Gelo çima? ”

“Belê raste, çapên wan nemaye. Madem tu kurdekî wîha dilsozî ezê pirtûkeke xwe ya ku hêj li tirkî nehatiye çapkirin diyarî te bikim.”

Ji çantê xwe pirtûka xwe ya bi navê “Mesele û Metelokên Gelê Kurd” derxist, îmze kir û da Şêxmus. Şêxmus zêde zêde dilşad û kêf xweş bû.

Piştî ku em ji Mamoste veqetiyan qaskî din em li nav pîrtûkan geriyan. Di vê navberê de car cara em leqay hinek havalên xwe jî dibûn û li ser piya sohbetên biçûk pêk dihatin. Dor êvarkî bû, destê me ji bexçê pirtûkan nedibû lê îcar stand jî dihatin girtin. Lewma me jî rêya malê girt.
***
Roja din piştî nivro ez dîsa hatim qada fuarê. Vêneqlê bi havalê xwe Ahmet Alaydin re hatibûm. Wekî ku mirov dinav bexçê gulande bigere em wiha dinav pirtûkande geriyan. Di vê navberêde tiştekî balamin dikişand; satndê pirtûkên kurdî her dem qeabalix bûn lê standê din, stanadên weşanên Tirkî minak “weşanên Cumhuriyetê” xalîbûn. Her wiha karmendên wan jî bêkêf û bêmikus bûn.

Niyeta me hebû ku em Mamoste Celîlê Celîl ziyaret bikin. Hêj me çavê xwe lê digerand, ji nişka ve me wî li pêşberî xwe dît. Îcar me hevdû dinasîn. Me silav dayê û qaskî li ser piya sohbet kir. Piştre me teklîf kir ku çayeke me vexwê. Teklîfa me ne şikand û qebûl kir. Em li standeke ku şagirtên min lê dxebitin runiştin.

Çayên me hatin û bidest xwere sohbeta me geş bû. Sohbet bi piranî liser ziman, wêje û nivîsariya kurdî bû. Memoste ev yek pir giranbiha dîdît û tim liser disekinî; “Pêwîste ku nivîskarê kurd zêde zêde bixebitin, berhemên nû biafîrînin. Lê ya herî giring û pêwîstî, axvtin û nivîsandina kurdî ye. Nivîskarên kurd mutleqa gerek bi kurdî bi peyivîn û binivîsîn”

Liser pirsekê em fêrbûn ku pirtûkekê li ser stranên gelerî û notayê amadedike û dinezîkde derdikeve.

Di nav sohbetê de em di derheqa xebateke wî ya din jî agahdar bûn; Mamosteyê hêja li Zanîngeha Viyanayê pirtûkxaneyeke kurdî vedike û ji bona wê ji çar alî pirtûkan dide hev. Li ser vê yekê, min got “Mamoste, di van rojên nêzîkde pirtûkeke min a nû hat weşandin. Eger tu ji kerema xwere qebûl biki ez dixwazim pirtûkek xwe ji cenabê tere û yekê ji pirtûkxanê re diyarî bikim.” Her wiha min pirtûkek xwe ya binavê “Havêrkan Sultanları” ji cenabê wîre îmzekir, du pirtûk jî ji bona pirtûkxanê pêşkêş kir. Mamoste pir kêf xweş bû û got, “ev ji bomin surprîzeke xweş bû. Zor spas”

Bi rastî ji bo me surprîza herî mezin ev sohbet bû. Heya ku Mamosteyê hêja li saeta xwe nêrt û got, “bi izna we divê ez rabib” domand... Me wî bi spasdarî birêkir. Em pir kêfxweş û dil şad bûn. Hêviya me ewe ku cenabê wî jî kêf xweş bûbe û me rehatsizî nedabe.

Em cardin hêja Prof. Dr. Celîlê Celîl jî dil û can spas dikin, ji Amedê slavû hurmetên xwe dişînin û dibêjin, yezdanê mezin te ji milletê kurd re bihêlê û emrekî dirêj bide te.

Diyarbekir 18 Gulan 2010

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu – 4 / Nezîrê CIBO

Fransız İşgaline Karşı Kürt Direnişi ve Beyandur Olayı: Fransızlar Cezireye geldiklerinde Şamar Aşiret reisi Mişel Başo El Erba onları “memnuniyetle karşıladı”. Böylece Fransız desteğini alarak rakibi Tay aşireti ve Kürtlere karşı avantaj elde etti. Şamar liderinin kışkırtmasıyla Fransızlar, Kürtler üzerindeki baskılarını arttırdılar. Birçok Kürt aşiret reisini tutukladılar. Bunların birçoğunu Beyandur köyünde boğazlarına kadar toprağa gömdüler, sonra da aç köpekler saldırtarak hepsini öldürdüler. Suriye Komünist Partisi yayın organ Direseti İştiraki ’de 1985 yılında yayınlanan bir yazıda olayla ilgili şunlar yazılıyordu: “Fransızlar Beyandur köyünün tepesinde bir kışla kurmuşlardı ve Kürt ileri gelenlerini tutuklayıp onları canlı halde boğazlarına kadar toprağa diktiler. Osê isminde (Tilminar köyünden) birini öldürdükten sonra diğerlerini de bu şekilde toprağa dikip üzerlerine aç köpekler saldırtarak öldürttüler, diğer aşiret reisleri kaçtı, tutuklanan bazıları ise sürgün edild

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı - 1/ Nezirê CIBO

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı / Nezirê CIBO Nezîrê CIBO Kürt tarihi; istilacılara, yağmacı ve çapulculara karşı başkaldırılar tarihi olduğu kadar ihanetler ve iç çatışmalar tarihidir de. Kürt özgürlük hareketlerinde de bu ikili at başı gitmiştir. Başlayan her başkaldırı beraberinde ihanetin izlerini de taşımıştır. Büyük ozan Ahmedê Xanî’nin Mem û Zîn ‘indeki büyük aşk ile aşıkların peşini hiç bırakmayan o kötü adam Bekoewan gibi… Kuşkusuz  bu doğal bir diyalektiktir. Özgürlük-kölelik, aydınlık-karanlık, gerçekliğin iki yüzüdür. Biri olmadan öteki olmaz. Ancak onurlu ve insanca bir yaşam için aydınlığın karanlığa, özgürlüğün köleliğe baskın gelmesi de bir zorunluluktur. Kürt insanı bugüne kadar bütün uğraşlarına rağmen aydınlık yüzü görememiş ise, bunu engelleyen birçok nedenin başında bu iç çekişmeler, siyasi çatışmalar, aşiretler arası kavgalar, kan davaları ve ihanetler vardır. Tarihimizin bu dramatik olduğu kadar ders verici sayfaları ne yazık ki yeteri

Turabidin’den Baltık’a

Kürt Toplumunda Aşiretin Önemi