Di 14-ê Tebaxê de li Diyarbekir li navenda TEVKURD-ê bi modoratoriya berdevkê Tevkurdê Sabahattin Korkmaz bi Murat Ciwan re gotûbêjek hêja pêkhat. Ez jî dawetvanê vê gotûbêjê bûm.
Bi rastî ji bo min demeke pir bi kêf û xweş bû. Murat Ciwan, berî 12-ê Îlonê yek ji wan berpirsyar û serokê tevgera DDKD-ê ya ku bi navê “Şivanciyan” jî dihat nasîn bû. Ez jî endamê wê tevgerê bûm û min Kak Murat ji nêzîkayî ve nasdikir. Lê belê ev 30 salin ku me hevûdu nedîti bû. Min çend caran wî di programên televîzyonan de temaşe kiribû. Piştî 30 salî ev yekem car bû ku me hevdû rûbirû didît. Ez karim bêjim ku ji xeynî porê wî yê sipî, salan (extiyariyê) tu rêç û tesîra xwe li Kak Mûrad nekiri bû; li ser xwe, şipil û wekî paşnavê xwe ciwan ma bû.
Di gotûbêjê de 15-20 şexsiyetên ku bi siyaset, ziman û karûbarên edebiyatê re mijûlin amade bûn. Di hewayek zêde germ (hem germa havînê hem jî germa hevaltî/dostaniyê) de sohebetek hindik û rindik lê gelekî “kûr” pêkhat. Ji siyasetê bigre heta felsefê, ji ziman bigre heta edebiyatê li ser gelek meselan bîrûray hatin parve kirin. Ya herî xweş jî ew bû ku di vê sohbetê de ji xeberdanê zêdetir li hev gohdarî kirin derkete pêş. Hem piştî 30 salan hevdîtina Kekê Mûrad û hem jî tahma vê sohbetê van notan bi min da girtin, ku nuha dixwazim wana bi we re jî parve bikim.
Di serê sohbetê de Parêzer Sabahattin Korkmaz, ji bo ziyareta Kak Mûrad ya TEVKURD-ê sipasî û kêfxweşiya xwe îfade kir hazirûnan bi hev da naskirin. Piştre bi kurtayî bahsa pêvajoya TEVKURD-ê kir û da diyar kirin ku TEVKURD, li ser esasê mafê xwe bi xwe îdare kirinê tevgera yekîtiya neteweyî ya siyasî ye. Belkî di pratîkê de û weke hêzeke fizîkî ev temsîl pêknehtibe, lê mirov dikare ji nuha de bêje ku ji alî fikrî û siyasî de temsîla herî bi serûber ya paradîgma doza Kurdistan e, TEVKURD.
Piştî kurte axaftina xwe ya li ser pêvajoya TEVKURD-ê, Korkmaz, li ser prosesa yekîtiya neteweyî ya siyasî, têkilayî û munasebetên navbera perçeyan û pêşeroja malpera netkurdê pirsên xwe arasteyî Kak Mûrad kirin û ji mêvanan jî xweste ku bi pirs û kurte şîroveyên xwe beşdarî vê diyalogê bibin.
M. Ciwan jî di serê axaftina xwe de ji bo vê hevdîtinê û pêşwaziyê kêfxweşî û sipasiyên xwe hanî ziman û weha dewam kir:
“Di serî de dixwazim bînim ziman û bête zanîn ku siyasetvaniya min ya rêxistinî û grûpî li paş ma. Halê hezir ez di nava tu tevgereke siyasî de nîn im. Miştexuliya min di qada nivîsarî, dîrok û zimanê kurdi de ye. Li ser van babeta bêtir meşxulim. Nivîskarekî serbixwe û berpirsyarê malpera Netkurdê me.
Netkurd, malpereke azad û serbixwe ye. Ne girêdayî û alîgirê tu rêxistin an saziyan e. Armanca me bi helwesteke rojnamegêrî, agahdar kirin û şiyarkirina her kurdeki ye. Gelo em/ez vî karî sedî sed bi serkeftî pêktînim? Na, kêmasiyên me hene, lê tiştê ji destê me tê rojnamegêriya înternetê de em dikin. Baş xerap, kêm zêde îmkanên me evin. Dil hê baştir hê serkeftîtir di xwaze, lê îmkanên me hewqas cewaz didin. Di hêla hişmendiya ziman kurdî, têgihîştina tarîxê û fahma siyasetê de tiştên ku ji destê me tê em dixwazin wana bikin. Li ser pêşeroja netkurdê nuha tu hesabekî ku em ê çi bikin tune. Belê tu planên me li ser tv.an rojname weşandinê nîn e.”
Paşê li ser pirs û fikrên ku di sohbetê de derketin holê weha berdewam kir:
“Îro, siyaseta Bakûr di navbera AKP û BDP-ê de bûye du beş. Muxalefeta Kurda ya din mixabin hem zêde perçe bûye û hem bê tesîr, bê quwet maye. Di esasê xwe de Bakûr xwedî tevgerek gelek gelek mezin e. Tu dikarî bêjî ku yekîtiyek mezin jî pêkhatiye. Lê mixabin! tevgera PKK-ê çiqas mezin dibe idealên wê jî hewqas piçûk dibin. Divê em serê xwe li ser vê pirsê biêşînin, çima wiha bû, çima wiha ye? Mesele bi rexnekirina Apo û PKK’e hal nabe.
Nuha derûdorên PKK-ê dibên ‘dewlet û hukumeta Ak-Partî PKK-ê û Ocalan muxatab nagirin û dixwazin PKK-ê tasfiye bikin’, ez eksê vê difikirim; bi qenaeta min ji bo ku dewlet take muxatab Ocalan û PKK-ê dibîne, mesela Kurd çareser nabe. Ji wê bonê ez dibêm divê Kurdên dervayî PKK-ê rojekî zûtir efûya Ocalan bixwazin da ku kontrola dewletê ji ser Ocalan û PKK-ê rabe. Heta ku Ocalan di bin kontrola dewletê de be û take muxatab bê girtin, ne mumkûne ku si riya çareseriyê de mesafe were girtin.
Di gel vê yekê jî ez ji pêşeroja siyaseta Kurd bêhêvî nîn im û pozîtîv difikirim. Îro hebûna Kurdîstana Federe bi serê xwe hêviyekî mezin e û ji bo hemû kurdan destkeftiyeke giranbuha ye. Ev yek bi tenê ji bona ramanên min yên pozîtîv bese. Elbette hem li Başûr, hem li Bakûr, astengî û pirsgirêkên mezin hene. Ji bo helkirina van pirsgirêkan helbet gotin û rexne kirin pêwîstin. Belê ev rexne û gilî-gazinc divê bi zimanekî nerm û dostanî werin kirin.
Dîtin, fikr û îdeolojiyên me pêwîste li gora şart û mercên dinyayê û yên welêt werin revîze kirin. Berê me Kurdistanek serbixwe, yekbûyî û sosyalîst diparast. Lê 3o sal paşê îro em dibînin ku ev daxwaz realîst nîn e. Bêguman ev nayê maneya ku em ê devleteke serbixwe naxwazin, di dilê her Kurdî de Kurdistana serbixwe heye. Ev maf e jî. Weke Ereban, Tirkan û Îraniyan û êdin, dewleteke serbixwe mafê Kurda ye jî. Lê îro şart û mercên dinyayê rê nadine vê daxwazê…”
Pirs: Wekî ku tê xuya kirin, berê Kurdên Başur li Tirkiyê ye. Li bazarên wan bi piranî malê Tirkan tê firotan, li sûkên wan ji ya ereban zêdetir kultura Tirka hakim e, têkiliyên wan yên aborî û siyasî bêtir bi ser Tirkan ve ne, ji aliyê din de, ji berê de hin senaryo jî hene, ku Kurdistana Başûr jî were ser Tirkiyê û federasyona Kurd û Tirka were ava kirin. Gelo tu vê yekê çawa dinirxînî?
M.Ciwan: Belê raste, meyla Kurdên Başur bêtir bi ser Tirkan de ye. Bingeha vê yekê ji dîrokê tê. Bi sed salan di bin îdara Osmaniyan de mane. Beriya Osmaniyan jî têkiliyên gur hatine danîn. Ji aliyê din de têkiliyên Tirkan yên aborî û çandî jî gur û bi hêzin. Tirkiye ji bo wan deriyê rojava û Ewrûpa ye, civateke modern û navendeke cazîbê ye. Ji ber van sedeman meyla wan ji ereb û farisan bêtir bi ser tirkan ve ye.
Li gora dîtîna min ev rewşeke tabiî û erêniye jî. Heta ev senaryo, senaryoya ku dibên ‘Başûr jî were ser Bakûr û bi tirkan re dewleteke federal ya Kurd û Tirkan were ava kirin’, bi qenaeta min ev di leha Kurdan de ye û ji Kurdan bêhtir li hesabê Tirkan û ‘dewşîrmeyên’ tirkan nayê. Lê ev mesele vekirî dikare were nîqaş kirin. Nabe ku em Kurd li dijî têkiliyên navbera Kurdên Başûr û Tirkiyê yên aborî, dîplomasî û siyasî derkevin. Ya ku divê em li hamberê wê derkevin, munasebetên îlegal û manîpulasyon in.
Her wiha têkîliyên navbera her çar parçeyên Kurdîstanê jî hêja û grîng in. Li gel têkiliyên siyasî pêwîstî bi têkiliyêvn çandî, kulturî û tîcarî jî heye. Her weha parçebûna Kudistanê trajediyeke û dijî îrada Kurda pêkhatiye. Îro îmkanên têkilî danînê, diyalog û çûndin hatinê ji her wextê zêdetir bûne, divê Kurd têkilî ûnasebetên navbera perçeyan xurttir bikin. Di şert û mercên îro de em nikarin vê parçe bûnê ji holê rakin û yektiya Kudistanê pêk bînin. Ev realîteke. Lê bi pêşvebirin û gurkirina peyvendiyên aborî, çandî û civakî yên dinav her çar parçeyan de mimkûne ku em vê perçekirina sunî bêwate bihêlin. Pelki bi rêya zorê ev ne mumkûn be, lê bi riyên siyasî, çandî û beşerî dikare ku mumkûn be jî..
Şert û mercên dinyayê têne guhertin, pêwîste ku em van guhartinan baş bibînin û rast bixwînin.
Mesela, operasyona artêşa Tirk ya bejayî ya di nav sînorên Kurdistana Başûr de; Artêşa Tirk bi helahelayekî mezin kete nav sînorên Başûr û xweste ku gêrîlayên PKK-ê îmha bike û herêmeke tampon ava bike. Belê bi gotina nav xelkê ‘siwar çûn û peya hatin!’ Lê eksê propaxanda PKK-ê ya ku Artêşa Tirk peya vegerand ne berxwedana gêrîla bû (helbet gêrîlayên PKK-ê qehremaniyekî mezin nîşandan) û ne jî nerazîbûna Kurdên Başûr bû. Tawir û helwesta Emerîka bû. Emerîka ne ji bo PKK-ê, belê ji bo ewlekariya Kurdistana İraqê û serweriya xwe ya İraqê dijî operasyona Tirka derket û ji Tirka re got ‘gere hun vegerin’. Lazime ku Kurd vê rastî û guhartinê bibîn in û siyaseta xwe li wê gorê dîzayn bikin.
Pirs: Em dizanin ku hun bi rêzimaniya zimanê kurdî ve jî mijûl in; gelo nîqaşên ku li ser elfabê, zaravayan û heta mesela zazakî ku hinek dibêjin zazakî zimanek bi serê xwe ye û zaza ne Kurd in, hun çi difikirin û çewa li dinêrin?
Mûrad Ciwan: Di serî de dixwazim bêjim ku di çareserya pirsgirêkên ziman de pêwîste em dev ji jakobenîzmê berdin. Divê ku em metodên ilmî bikar bînin. Mixabin heya îro me netenê di mesela ziman de, di gelek meselên civakî û siyasî de jî, jakobenîzm bikar anî û hêjî bikar tînin. Di mesela zimande jî me jakobenîzm û Kemalizmê ji xwe re kire metoda esasî. Bi van metodan jî çareserkirina meseleyên ziman an jî pêşde birina wî ne mumkûn e. Pirsgirêkên zimanê kurdî naşibin yên tirkî an zimanekî din. Gelek zarava û devokên kurdî hene, ku em gelek zahmet hevûdu fahm dikin. Berî her tiştî dive ku em vê yekê, hebûna van zaravayan û vê cudayetiyê qebûl bikin û hevûdu mafdar bibinin. Nabe ku em a xwe an jî zaravayekî esas bigrin û wê li ser zaravayên din ferz bikin. Herkesî mecbûrî xeberdan û perwerda zaravayekî bikin. Ev dijî realîta zimanê me ye. Her weha îlmî jî nabe û dijî pîvanên demokrasiyê ye jî. Heqîqeta me ev e; ji wê bonê divê herdû zarava jî bi hev re werin xwendin û perwerde kirin. Wexta wilo bibe ne zêde di nava du-sê salan de kurmanc û zaza bi rihetî dê karibin hev fahm bikin û her yek bi zaravaya xwe bi hev re bi axifin.
Lê ku em aksê vê hereket bikin, herkes devok û zaravaya xwe sereke bibînê û êdin ji kurdî ne hesîbînê an jî bi helwesteke qedexekarî bilivi, em ê cardin Kurda parçebikin û hevdû biêşînin.
Li gora dîtina min zerara peyva ‘Ez Zaza me, ne Kurdim’ tune. Heger şexs xwe wiha qebul dike bila wer be, tu zerera wê tune. Bi qedexekarî û zordariyê tu mesele hel nabin. Gerek bêtir em vêya fêr bibin
Belê dîsa lig ora fikra min ew têza ku dibê ‘zaza ne Kurd in’, têzeke bê bingeh e û manîpulatîf e. Her weha dinava zazayan de jî têzeke marjînal e. Ekseriyeta zaza û tecrûbên tarîxî zidî vê têzê ne. Nimûneyekî balkêş jî tevgera PKK-ê ye; di PKK-ê de çiqas kurmanc hene hewqas jî zaza hene. Heta mirov dikare bêje yekîtiya kurmanc û zazayan ancax hewqas dikare pêkwer e û ev jî hem îsbat e hem jî serkeftine. Heman tişt ji aliyê zaravayan de li Başûr û Rojhilat jî weha bûye. Yanî, demografiya siyaseta Kurdistanê ji alî zaravayan de yekgirtî bûye. Her weha di temamê hereketên Kurdan de û di tevahiya tarîxê de jî kurmanc û zaza bi hev re bûne. Lê tevî vê heqîqetê jî, heger hinek xwe bi awakî din îfade dikin, ew jî heq û tercîha wan e. Divê em bi awakî niyetxerab li dijî wan ranewestin…”
Helbet gelek tiştên din jî hatine xeberdan. Ji beşdarvanan jî fikr û rayên balkêş û hêja hatine ziman. Min bi xwe diyalogê gelek îstîfade kir. Ji zûde bû ku min li sohbeteke weha bi tahm gohdarî nekiri bû. Diyalogeke analîtîk, bi cidîyet û rûmet hêja bû. Bi kurtayî notên ku min girtibûn ev in.
Bi hêviya berdewamiya van sohbet/diyalogan û sûd wergirtina we xwendevanan… mala TEVKURD-ê, Mûrad Ciwan û hemû beşdaran ava be.
14. 08. 2010 Amed
Yorumlar
Yorum Gönder