Ana içeriğe atla

Hawîrparêzî welatparêzi ye / Nezirê Cibo

Di van salên dawî de li ser rûyê cihanê hawîrparêzê û pirsgirêkên hawîrdorî bi giringahî ketin rojevê de.
Çimkî qirêjîya hawîrî ji bona xwezayê û jiyana insan bûye talûkeke mezin û ev talûka roj bi roj mezin dibe. Ji vê bonîyê îro, hemu devlet û welatên medenî li ser çareserkirina pirsgirêkên hawîrî di sekinin, xebat û çalekiyên cidî pêk tênin.

Her çiqas pirsgirêkên kurdan ên serekî cuda jî bin, gemarî û qirêjîya hawîrî ji bona wan û welatên wan jî talûkeye û ez karim bêjim kû xwezeya kurdîstanê, ji ber du sedema ji ê gelek welatan bêtîr di bin talûkê de ye; Sedema yekem, ji bona çareserkirina van pirsgirêkan devleteke wan tune. Sedema duyemîn, di çanda gelê kurdistanê de di vî warî de hişek çênebû ye.

Lewma rêvebir, siyasetmendar, sazî û partiyên kurdîstaniyan gerek bi giringahî li ser pirsgirêkên hawîrî bi sekinin. Di vê gotarê de emê li ser hinek sedemên gemariya xwezaya Kurdîstanê bi sekinin.

Bajarên Kurdistana bakûr, di demeke kurt de gelek mezin bun û gewriya (nifûsa) wan çend qata zêde bu. Her wekî ku tê zanin, sebeba vê mezin bun û zêdebuna nifûsê bi piranî valakirina gunda ya. Bi sedan bi hezaran gund ji terefî hêzên devletê ve hatin valakirin û ew nifûsa ku ji gunda derketî koçkire bajaran. Hamu bajarên kurdisatanê hindik gelek ji van koçan par girtin. Wekî Diyarbekir, Êlihê, Mêrdinê, Sertê û êdin…lewma bajar û bajarokên heremê roj bı roj mezin bun. Lê mixabin bi mezin bûnê re pirsgirêkên wan jî mezin bûn.

Yek ji van pirsgirêkên heri giring, qirêjahiya hawêr dor e. Ya duyemîn jî, bajar bûna kelkotkî ye. Ev her du pirsgirêk bi hevdu re girêdayî ne, sebep û encamê hevin; Her çawa ku bajar mezindibin pirsgirêkên hawîrdorî ji zêde dibin; Kolan teng dibin, şinahî û ax kêm dibe, erd û ezman bi wan avahiyên beton tên girtin. Belkî gotineke fîşal/mubalaxa werê dîtin lê ez dibêjim, bajar ji bajartiyê derdikevin.

Di vê mijarê de Amed a bin av û deng minakeke rind e. Amed di demeke kurt de li gora 10 sal berê, 2-3 qat mezin bu. Ger di nav surê ger li derveyê surê ew avahiyên beton bê plan û bê proje bilind bun. Di nav surê de gelek avahiyên kevin û dîrokî hatin hilweşandin, di şuna wande avahiyen bêteşe û kirêt çêbun. Rewş li derveyî surê ne cuda bû, li vir bêteşeyî û kirêtî zêdetir domand. Bi hezaran kolît hatin danîn. Gundên nêzîk ketin nav bajêr.

Bê guman ev yek hat serê hamu bajar û bajarokên herêmê.

Bi vê mezin bunê, gund ji gundîtîyê, bajar ji bajartîyê derketin. Di navenda bajaran de bi dehan, bi sedan pirsgirêk û astengî derketin holê. Bê guman ji van pirsgirêkan ya herî giring qirêjî û astengîyên hwîrdorin. İro tu kes nikarê bêji ku bajarê heremê pak û paqijin. Sikak, kolan û parkên wan her dem gemarin.

Ancax lazıme em vê jî bêjin ku; Ev qirêjahi û gemari nayê vê manê ku şarederiyên herêmê na xebitin. Her çiqas kêmasi û xeletiyên wan ên cidî hebin ji, em karin bêjin ku di dîroka Amedê de tu şarederî wek ên niha xebat nekirine. Gerek di bin erdê de, gerek li ser erdê xebatên hêja hatine kirin û hêji dikin.

Naxwe, ew çax sebebên qirêjî û gemariya hawêrdor çine?

Wekî ku eşkere tê dîtîn sedemên qirêjîya bajaran ya serekî zêde buna nifûsê û bajarbuna kelkotkî ye. Lê ji bilê van jî sedem hene. Li gora baweriya min yek ji van eve; Çand û hînbûniyên jiyana gelê me ye. Di şart û mercên mêtingehî û bindestîyê de di hînbunîyên piraniya gel de hişê paqijiya hawîrî ne hatîye dirûvandin. Çanda paqijîya qûçe û kolanan, av û çeman, daristan û çîyan bi kurtasî, çanda hawîrparêzî ne hatîye dirûvandin.

Balkêş e, ne bi zaniyarî û ilmî jî be, lê paqijîya nav malê heye. Xanima malê hindirûyê mala xwe her dem pak û paqij dike, lê tu heya wê ji derveyî malê û kuçê tune. Toz û gemariya nav malê di de hev û dı pencerê de tavêje kuçê. Xali û merşên xwe di pencerê de an jî di balqonê de di weşîne. Nayê aqilê wê ku ji bona merşek an xalikek werê paqijkirin tevahîya hawîrdora xwe di herîmîne. Her çiqas seata derxistina çopê ji terefî şarederiyan hatibe nîşandan jî, ji xanimêre ne mihîme, seat ji werê tune, ew her dem paqijîyê(!) dike. Çi çax dilê wê bi xwaze ew wî çaxî çopê xwe di pencerê de tavêje. li serê kî di keve, li ku di keve, bila be, ne xeme…Ma tenê xanıma malê? Na, mezin û biçûkên malê ji texsîr nakin; heya ji destên wan tê kûçe û kolanên bajêr qirêj dikin. Tif û belxemên xwe, qunikên çixarên xwe, şûşên bîrayên xwe, petên avê, bi kurtasî di destên wan de çi hebe bê texsîr û bê destur tavêjîn hawîr dor. Lewma sikak û kolanên bajara her dem herîmine.

Xwediyê ereba û şöförên me jî di vî babetî de bê texsîrin. Yekemîn, beşek ji wan heye ku tucara qunikên çixarê xwe di xwelidanka erebê de na tefînin. Çaxê cixara wan xelasdibe, bê destur di pencera erebêde tavêjin. Qunik bi ku de here bila here ne xeme… Piştre pesnê temîzîya xwe û ereba xwe dikin û di bêjin; “Ez sund dixum bi Yezdan, di xwelîdanka ereba min de çixare na hatiye tefandin”. Ma em bêjin çi; Helal be ji tere şöförê hêja(!) Ev beşek e. Beşekî şofêra ê duyem jî heye, gerek heqê wan neyêxwarin. Ew, qunikê xwe di xwelîdanka erebê de di tefînin. Lê çaxa xwelidank tije di be, di pencera erebê de valayê derve dikin. Gerek ji vanra em dubara bêjin, helal(!)

Em behsa dumana egsozên erebê wan û hermandina hewayê nakin. Çimkî ev yek, rast û rast ne bi destên wa pêk tê. Lê gerek behsa kornayê wan werê kirin. Bê mubalaxa ew ji siba heya êvara destên xwe ji ser korna erebê na hilînin. Bi her firset û hincetê li kornayê dixin û bi vî ewayî di bin sebeba qirêjayîyeke ku ji tenduristiya insan re gelek ziyandar e.

Li derveyî bajêr, cîyên komkirina çop û herfîyatan hatina nîşandan, lê belê gelek insan, çop û herfîyatên xwe kuder ji ware rehet û nêzik be li wir, bê tirs vala dikin. Bê tirs, çimkî serkarê gelek şarederîyan ji aliyê dageri û kontrolê ve sistin. Lewma him nav bajêr him li derveyê bajêr, li gelek cîya komên çopê an herfiyatan bilind dibin.

Ev peyvên me ji piraniyake mezin re ye, lê belê hejmareke hindik jî be insanin hene ku di vê derheqê de bihîzyarin û ji her alî ve jiyanaka paqij û zaniyarî di meşînin. Peyvên me ne ji ware ne. Em ji ware tenê dibêjin; “Hun her hebin, hun her bijîn…”

Sebebake qirêjîya hawîr dor a din jî eve: nifûsa ku ji gunda koçkirî bajaran, bi xwere jiyana gundîtîyê jî anîn. Hînebunîyên jiyana xwe ên berê dom kirin. Îro li gelek bajarên me, bi piranî li warişan di nav malanda pez, mirîşk, çêlek tên xwedîkirin. Çaxê ku mirov dikevê wan taxan bêhna sergînan û dûyê tenûra di kevê pozên mirov. Li sikak û kolanên bajaran komên sergînan bilind dibin.

Di nav van sedeman da yek heye ku em karin bêjin ji jiyan û xwezayê re ya herî talûkedar ewe; hilberîniya petên avê, poşetên naylon û maddeyên kimyewî. İro hawîr dora me bi van maddeyên ziyandar hatiye îşxal kirin. Lê hilberînerên van maddeyan tenê li taxê perê xwe dinerin. Wekî din ti derdên wan tune. Ji bona pêşgirtina qirejîya hawîrdor û zererên van maddeyên kimyevî teliya xwe ji na leqînin. Hawîrdor qirêj bu ye, dinya xerab bu ye, qiyamet rabu ye, ne xem wa ye, tenê karê wan kêm nebe, bese…
Heya vir em, li ser bûyerên ku ji alyê gel pêk tên sekinin. Tê xuyakirin ku em, bi destên xwe, dijminatîya cî û warê xwe dikin. Em xwedî li xweza welatê xwe dernayên, qiymetê av û axa xwe, daristan û şînahîya welatê xwe nizanin. Bi vê nezanebunê xweşikî û zenginîyên welatên xwe vêran dikin. Lê di vê dijminatiyê de em ne bi tenêne. Devlet jî di vî warî de bê texsîr e. Li hemberî zenginiyên xwezayî û dîrokî bi zaniyarî, bi plan û proje di meşe. Di nav van plan û projên devletê de GAP cîkî giring digre. İro gelek hêjayî yên xwezayî û dîrokî di bin tehdita proja GAPê de ne. Ji van hêjayîyan Heskîf û newala Dîcleyê yên herî giring û balkêşin. Ev der di bin taluka ava bendava İlisuyêdene. Ger ev proje biserkevê Heskîf û hemu hêjayîyên dîrokî û xwezeyayî ewê di bin avê de minîn. Ji destpêka vê projê heya iro der dorên hawîrparêz, sazî û kesên di vî warîde bihîzyar yên tirk, kurd û yên dinyayê li dijî vê projê derdikevin û ji bona rizgarkirina Heskîfê û hêjayîyên din tekoşîn dikin.Tekoşîna van hêza roj bi roj geş bu û îro giha konaxa ke bi encam. Beriya niha bi çend roja devletên Evrupa ên ku kredî didan projeya ilisuyê ragihandin ku piştgirîya xwa vekîşandin. Bê guman ev serkevtina hawîrparêza ye.

Lê heman demê devletê ji anî ziman ku “projeya İlisuyê dê berdewam bike” Ji vê bonîyê mucadeleya rizgarkirina Heskîfê bi dawî ne bûye û gerek berdewam bike.

Lê mixabin di vê pêvajoyê de ên ku dengê wan herî kêm derdikevin dîse kurd bûn. Ez karim bêjim ku ji bona piranîya kurda pirsgirêkek wiha tune jî. Di nav vê piranîyê de gelek siyasetmendar,roşenbîr û hunermendên kurd jî hene. Heft mixabin ku ew jî, di vî warî de ker û korin.

lê devlet ne ker û ne kor e. Bi plan û bi proje, li hemberî dirok û xwezaya kurdistnê helwesteke tunekerî dimeşine. Minaka talî şewitandina daristanên herêmê ye. Bi hinceta “şer” bi pilan daristanên heremê tên şewitandin. Roj tune ku li çiyayekî heremê dûman bilind nebin. Lê ji xeynî hinek dengên nizim pêve di vê mijarê de dengê me bilind nabe.


Werın, em şinayi û darıstanê welatê xwe bı parêzın, geş bıkın û zêdebıkın.

Werın, jı bona welat û dınyake pak û paqıj dest bıdın hev.

Hawirparêzi welat parêzi ye.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu – 4 / Nezîrê CIBO

Fransız İşgaline Karşı Kürt Direnişi ve Beyandur Olayı: Fransızlar Cezireye geldiklerinde Şamar Aşiret reisi Mişel Başo El Erba onları “memnuniyetle karşıladı”. Böylece Fransız desteğini alarak rakibi Tay aşireti ve Kürtlere karşı avantaj elde etti. Şamar liderinin kışkırtmasıyla Fransızlar, Kürtler üzerindeki baskılarını arttırdılar. Birçok Kürt aşiret reisini tutukladılar. Bunların birçoğunu Beyandur köyünde boğazlarına kadar toprağa gömdüler, sonra da aç köpekler saldırtarak hepsini öldürdüler. Suriye Komünist Partisi yayın organ Direseti İştiraki ’de 1985 yılında yayınlanan bir yazıda olayla ilgili şunlar yazılıyordu: “Fransızlar Beyandur köyünün tepesinde bir kışla kurmuşlardı ve Kürt ileri gelenlerini tutuklayıp onları canlı halde boğazlarına kadar toprağa diktiler. Osê isminde (Tilminar köyünden) birini öldürdükten sonra diğerlerini de bu şekilde toprağa dikip üzerlerine aç köpekler saldırtarak öldürttüler, diğer aşiret reisleri kaçtı, tutuklanan bazıları ise sürgün edild

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı - 1/ Nezirê CIBO

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı / Nezirê CIBO Nezîrê CIBO Kürt tarihi; istilacılara, yağmacı ve çapulculara karşı başkaldırılar tarihi olduğu kadar ihanetler ve iç çatışmalar tarihidir de. Kürt özgürlük hareketlerinde de bu ikili at başı gitmiştir. Başlayan her başkaldırı beraberinde ihanetin izlerini de taşımıştır. Büyük ozan Ahmedê Xanî’nin Mem û Zîn ‘indeki büyük aşk ile aşıkların peşini hiç bırakmayan o kötü adam Bekoewan gibi… Kuşkusuz  bu doğal bir diyalektiktir. Özgürlük-kölelik, aydınlık-karanlık, gerçekliğin iki yüzüdür. Biri olmadan öteki olmaz. Ancak onurlu ve insanca bir yaşam için aydınlığın karanlığa, özgürlüğün köleliğe baskın gelmesi de bir zorunluluktur. Kürt insanı bugüne kadar bütün uğraşlarına rağmen aydınlık yüzü görememiş ise, bunu engelleyen birçok nedenin başında bu iç çekişmeler, siyasi çatışmalar, aşiretler arası kavgalar, kan davaları ve ihanetler vardır. Tarihimizin bu dramatik olduğu kadar ders verici sayfaları ne yazık ki yeteri

Turabidin’den Baltık’a

Kürt Toplumunda Aşiretin Önemi