Ana içeriğe atla

21’ê Sibatê û pirzimanî / Nezirê Cibo

21’ê Sibatê cejna Zimanê Zikmaki ye.
Her çiqas wekî “roja zimanê zikmakî” tê gotin jî bi ya min bi kar anîna gotina “cejn”ê çêtir e. Ev roj ji terefî UNESCO ve di sala 1999 an de hatiye qebûl kirin. Ji sala 2000 an û virda wekî Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî tê pîroz kirin. Di vê rojê de em karin bêjin ku li hemû welatên cihanê çalekiyên pîrozbahiyê tên lidar xistin.

Ji terefî zimanasan ve tê ragihandin ku li ser ruyê cihanê 6000 ziman hene. Lê ji van zimanan 3000 liber mirinê ne. UNSCO, hinek saziyên mafêm mirovan yên navneteweyî û gelek welatên medenî li hemberî vê xeteriyê xebat û hewldanên hêja di meşînin. Îlan kirina Roja Zimanê Zikmakî encama van hewldanane. Heft mixabin ku hinek dewletên weke Tirkyeyê ji van çalakî û hewldanên medenî û însanî par ne girtine. Komara Tirkiyê tu cara hebûna pirzimaniyê erêni ne dîtiye û tahammûl ne kiriye.

Bi kuratsî, armanca vê rojê pêşve birin û jiyandina zimanên zikmaki ye. Heman demê ev, parastina pirzimaniyê û têk birin xwestina asimilasyonê ye. Diyare ku roj ji bona zimanên di bin zordarî û astengiyên asimilasyonê de xwedî giranbûhayeke mezin e. Lewma milletên bin dest bêtir xwedî li vê rojê dertên û bi girsayî pîroz dikin.

Kurd jî yek ji van milletên bin dest e. Zimanê wî ev sed sala ku bi helwesteke hovane hatiye qedexe kirin. Ev sed sala ku di bin her curê asimilasyona hovane de ye. Lê hêjî li ser piya ye û ji terefî piraniya kurdan tê axaftin. Gelo li ser ruyê cihanê mînakek din wiha heye? Wekî ku ez dizanim tune. Ji ber vê yekê pêwîste ku kurd ji hemû milletan betîr li dijî asimilasyonê tekoşînê bimeşînê û xweyî li vê rojê û zimanê xwe derkevin.

Di esasê xwe de pir zimanî him ji kurdare him jî ji tirka re avantaj e, ne dêzavantaja, zengîni ye. Îro hemû welatên medenî ji bona perwerdehiya pirzimanî xebatên giring pêk tînîn. Zarokên xwe hêj di dibistana dêstpêkê de fêrî sê-çar zimanan dikin. Lê mixabin tirk vê rastiyê fêm nakin. Ev sed sala enrji û keda gelê tirk ji bona asîmîle kirina kurdî û çanda wî serf dikin. Halbûkî ev enrjî ji bona pêşvebirin û perwrdeyiya kurdî hatibûne serf kirin civaka tirk jî dê feyde bidîta. Her wiha bi hezaran can ne diketîn bin erdê û bi milyara pere ne diçû hevayê, bi sedan gund vala ne dibûn, mal wêran nedibûn…

Çalekîyên pîrozbahiya 21’ê Sibatê cardin da nîşandan ku hewldanên asimilasyonê têk çû ne. Çimkî kurda giringahiya lêxweyî derketin û pêşve birina Zimnê Zikmakî hê baştir fêm kirine. îsal li seran serê Bakura welêt û li metropolên Tirkiyê roja Zimanê Dayîkê ji aliyê kurdan ve bi coş û girsahî hat pîroz kirin. Li Amadê, li Mêrdînê, Li wanê, Li Sêrtê, Culemêngê, Enqerê, li Stanbolê û gelek bajar û bajarokên din çalekîyên girsahî hatin lidar xistin. Ya muhîmtir jî siyasetvan, rewşenbîr û çalekvanên kurda bi kurdî di axifin. Di panelên xwe, semêiner û civînên xwe de raman û dîtînin xwe bi kurdî tênin ziman. Tê bîra me, beriya niha çend sal berê ev yek îhmal dikirin û bi piranî bi tirkî dihat axiftin. Gelek nivîskarê bi asil kurd berhemên xwe bi tirkî amade dikirin. Lê icar tê xuyakirin ku ew roj li paş man e. Bi rastî ya pîroztir û dilxweşker ev yeke…
Roja 21’ê Sibatê, cejna Roja Zimanê Zikmakî pîroz be.

21.02.2010

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu – 4 / Nezîrê CIBO

Fransız İşgaline Karşı Kürt Direnişi ve Beyandur Olayı: Fransızlar Cezireye geldiklerinde Şamar Aşiret reisi Mişel Başo El Erba onları “memnuniyetle karşıladı”. Böylece Fransız desteğini alarak rakibi Tay aşireti ve Kürtlere karşı avantaj elde etti. Şamar liderinin kışkırtmasıyla Fransızlar, Kürtler üzerindeki baskılarını arttırdılar. Birçok Kürt aşiret reisini tutukladılar. Bunların birçoğunu Beyandur köyünde boğazlarına kadar toprağa gömdüler, sonra da aç köpekler saldırtarak hepsini öldürdüler. Suriye Komünist Partisi yayın organ Direseti İştiraki ’de 1985 yılında yayınlanan bir yazıda olayla ilgili şunlar yazılıyordu: “Fransızlar Beyandur köyünün tepesinde bir kışla kurmuşlardı ve Kürt ileri gelenlerini tutuklayıp onları canlı halde boğazlarına kadar toprağa diktiler. Osê isminde (Tilminar köyünden) birini öldürdükten sonra diğerlerini de bu şekilde toprağa dikip üzerlerine aç köpekler saldırtarak öldürttüler, diğer aşiret reisleri kaçtı, tutuklanan bazıları ise sürgün edild

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı - 1/ Nezirê CIBO

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı / Nezirê CIBO Nezîrê CIBO Kürt tarihi; istilacılara, yağmacı ve çapulculara karşı başkaldırılar tarihi olduğu kadar ihanetler ve iç çatışmalar tarihidir de. Kürt özgürlük hareketlerinde de bu ikili at başı gitmiştir. Başlayan her başkaldırı beraberinde ihanetin izlerini de taşımıştır. Büyük ozan Ahmedê Xanî’nin Mem û Zîn ‘indeki büyük aşk ile aşıkların peşini hiç bırakmayan o kötü adam Bekoewan gibi… Kuşkusuz  bu doğal bir diyalektiktir. Özgürlük-kölelik, aydınlık-karanlık, gerçekliğin iki yüzüdür. Biri olmadan öteki olmaz. Ancak onurlu ve insanca bir yaşam için aydınlığın karanlığa, özgürlüğün köleliğe baskın gelmesi de bir zorunluluktur. Kürt insanı bugüne kadar bütün uğraşlarına rağmen aydınlık yüzü görememiş ise, bunu engelleyen birçok nedenin başında bu iç çekişmeler, siyasi çatışmalar, aşiretler arası kavgalar, kan davaları ve ihanetler vardır. Tarihimizin bu dramatik olduğu kadar ders verici sayfaları ne yazık ki yeteri

Turabidin’den Baltık’a

Kürt Toplumunda Aşiretin Önemi