Ana içeriğe atla

Dostê Roja Giran/ Nezirê Cibo



Sal, 1974. Cî, bajarê Mêrdînê. Ez di Lîsa Mêrdînê, di sinifa 2’ de       agirt bûm. Wan çaxa piraniya nifusa
bajêr Ereb bûn.  Ereba cesaret ji vê piraniyê distand  û çav sorî li Kurda dikirin. Bi taybetî jî, yên wek min ku li bajêr di xwendin gelek zilm û zor li wan di kirin. Roja ku me lêdan ne xware an nabeyna me û şagirtên Ereban de pevçûn nebûya tune bû. Em hindik bun û li ser serê me dibun kom. Lewma car cara ji navçeyên wek Qiziltepe û Dêrikê xortên welatparêz dihatin alîkariya me. Rojekê, di pevçuneke wiha de, ji Qızıltepe grubek xortên Kurd hatibûn arîkariya me. Di nav vê grubê de yek hebu ku kulm li kê  bixista dida erdê. Piştî pevçûnê min pirsî, ev kiye? Gotin Vedat Aydin e. Naskirin û dostaniya min û Vedat bi vê sebunetê dest pêkir.
Min li lîsa Mêrdînê wek leylî(yatılı) dixwend. Di sinifa 3’yande ji bona “faaliyetên me yên Kurdîtîyê” Midurê lîsayê ku qasî Gestapoya Almanî çav sor û zalim bû, ez surgunî Konya kirim. Wî çaxê malbata min li vî bajarê Anatolya navîn bi cî bûbû. Bi vî ewayî têkîliyên min û Vedat demekê qut bûn.
Piştî perwerdiya lîseyê min dest bi xwendina zaningeha Selçukê ya Konya kir. Lê mixabin li vir jî me rehetî ne dît. Vêcarê zilm û zora faşîstên Tirka dest pêkir. Li vir jî piranî di destê wan de bû û dîsa her roj me lêdan di xwar. Lê li vir Vedat  tunebûn  bû ku werên alîkariya me. Salekê bi vî şeklî me idare kir. Di taliya salê de li gel hember derkitina grubek şagirtên Kurd, bi insiyatîfa çepên Tirkan me mektep boyqot kir. Bi rastî ev ne boykot bû, terk kirina mektebê bû. Her wiha zaningeh bi tevahî ket destê faşîstan. Em jev bela bûn. Hina dev ji zaningehê berda, hinan jî qeydên xwe rakirin zanîngehên din. Min jî biryarda ku perwerdehiya xwe li zanigeha Diyarbekir berdewam bikim. Di vê merhelê de têkîliyên min û Vedat dîse destpêkir. Her wek tê zanîn, bi pevçûnekê têkîliyên me destpê kiribû, piştî demekê dîse bi saya pevçûnekê dest pêkir. Min nemeyek jêre şiyand; Di nameyê de bi kurtasî min rewşa xwe û daxwza xwe ya  di derheqa berdewamiya perwerdehiya xwe ya Diyarbekir anî bû ziman. Piştî demeke ne dirêj bersiva wî hat. Digot “evraqê xwe bîne û were” Vedat dîsa hatibû haware min.
Min jî bi lez haziriyên xwe temam kirin, li trênê suwar bûm û berê xwe da Diyarbekir. Piştî rêwingiyek duvdirêj bi şev ez giham Diyarbekir.(1977) Wê şevê ez li  otela Rêzan Palasê ya ku wekî “Hêlîna Kurtçiya”  dihat bi navkirin bi cî bûm. Heman şevê beri ku ez razim ji resepsiyona otêlê fêr bûm ku Vedat hatiye girtin û di hepsê de ye. Piştî vê agahiyê ez hilkşiyam oda xwe. Hêj ez neketibû nav ciya, ji nişkê ve çar pênc polîsên sivîl ketin odê û  oda ser û bin kirin. Li çi digeriyan nizanim lê tiştê ku dîtin valîzek pirtûk bû. Çawa pirtûk dîtîn wekî ku esrarê bibînin, har bûn. Bi milê min girtîn, li gel kulm û pihîna ez birim navenda polîsan. İşkence, lêdan, mehkeme û talî zindan…
 Zindana ku ez xistimê, li harema ku jêre dibên Saray Kapı bû. Niha ew zindan hatiye girtin. Piştî ewqas ezyet û işkenca polîsan zindan ji minre wek cenet hat xuya kirin. Ji alê dinve bi hêvî bûm ku Vedat jî bibînim. Lewma ez kêf xweş bûm. Lê mixabin, min wî nedît. Beri ku ez werim hebsê bi rojek ew taxliye bûbû. Wekî mehekê ez di hepsê de mam. Di vê pêvajoyê de Vedat çend cara hat ziyaretiya min. Piştî ku ez derketim li mala wî ya ku li taxa Ofîsê, bi cî bûm. Di mal de ew, birên wî Veysî û Vehbî diman. Demekê ez bi wan re mam. Dure li yurda şagirdan bi cî bûm, lê nifta mal bi minre bû û çi çaxê dilê min bixwesta, bê destûr  ez di çûm cem wan. Di vê navberê de dîsa bi arikariya Vedat min qeydiya xwe jî çêkir û dest bî perwerdehiya xwe ya zaningehê kir. 
Ji xeynî demeke kin, ez karim bêjim ku dostanî û  havaltiya min û Vedat ya ku bi şeklî li jor hatî danîşan destpêkirî, heta şahadeta wî berdewam kir. Di vê pêvajoya duvdirêjde me hevdu ji nêzikayî ve naskir. Ji vê yekê ez wî mafê xwe dibînim ku di derheqa kesayetî ya wî de çend gotina bêjim. Edete, li pey miriyan tiştên erênî tê gotin, lê belê gotinê min dê ne ji edêtê bin, dê li gorî bawerî û kenatê mim ên di derheqa wî de bin.
Bê tereddût ez karim bêjim kuVedat, Kurdperwerekî  dil şewat û dil soz bû. Ew ji bona mafên Kurdan, bi her ewayî ji fedekarî û xebatê re amade bû. li gel her şert û mercî  tucara paşte ne ma. Di vê rê de tiştê ji destê wî bihata qet texsîrî ne dikir. Lê berî her tişî ew dostê rojên teng bû. Tê bîramin; Di salên 1986-87’an de, wan demên ku girtiyê Zindana 5’Nolu yê yeko yeko derdiketin, gelek kesên hal û wextê wan xweş, rehata wan di cî de, slav nedidan van girtiyan. Çaxê ku di sikakekê de leqay wan di bûn berê xwe di guhertin û ne didîtin(!) Vedet tu cara nemerdiyên wiha nekir û her tim ji dil û can arikarî dikir, têkîliyên germ bi wanre  didanî. Ez yek ji wan kevne girtiyan bûm. Vedat jî di 5’nolu yê de raza lê beriya min derket derve. Ez di sala 1987’a ji hepsê derketim. Welat, civak, Diyarbekir, bi kurtasî dinya hatibû guhertin. Xwedî gravî ew dost û havalên me yên berê xwe ji me dur digirtin.
Ez bê kar û bê emel bûm. Min du zaningeh xelas kiribûn lê dîplomayên min bi kêrî tiştekî ne dihatin. Çimkî ez ji xizmetê fermî hetibûm men kirin. Lê ji bona berdewamiya jiyanê pêwîst bû ku ez karekî bikim. Vedat digot were bi mere, di dikanê de bişixul e ( wî çaxî li Diyarbekir, li taxa ku jêre dibêjin “su işlerî” dikaneke wan ya lastîkên ereba hebû) Min ev pêşniyariye wî qebûl nekir lê min jêre got eger tu dixazî arîkariya min bikî, min bi pirtûkxaneyekê bide naskirin, bila pirtûk û kirtasiye bidin min, piştî frotanê ezê perê wan bidim. Li ser vê, ez bi pirtûkxaneyekê re dam naskirin. Bi deyn pirtûk, defter, kalem didan, piştî frotanê  min deynê xwe dida.  Bi vî ewayî jiyana min a aborî piçekî baş bû. Vedat dîsa di hawara min de hati bû… 
Her wkî ku kesên Vedat nasdikin zanin, kesayetiya wî ya herî taybet û bi nav û deng ev bû ku, çaxê hêrs dibû an ji behsa yekî ku jê hez nedikir bihata kirin, xeber û çîrên ne gotî dikirin. Bi rastî jî di jiyana xwe ya rojane de bi piranî, hîs û remanên xwe bi vî rengî tanî ziman. Ez bi vî ewayî wî dişiphînim  Can Yücel. Her wek tê zanîn Can Yücel şaîr û nivîskarekî Tirkan ê bin av û deng e. Lê çaxê navê wî tê ziman, bêtir bi kesayeti ya wî ya çîrker tê ber çava û bi verngî tê nasîn. Bê guman Vedat ne şaîr bû, lê wî jî wek Can Yücel hîsên xwe bi çîran û gotinên argo tanî ziman.
Her çiqas Vedat,  bi vê kesayetiya çîrker û hêrsokî tê nasîn jî, hewceyî gotinê ku hêrsokî û çîrkeriya Vedat ne ji haval û dostên xwe re bû.  Bi piranî ji kesên paşve rû an jî dijminên Kurdayetiyê re bû. Li hemberî van kesan qet tehamûla wî tune bû. Di rûyê wande tiştê bi hata ber devê wî texsir ne dikir û digot.
Lê divê werê ziman ku kesên wî  ji nêzîkayî ve di nasîn, dil keçikî û dilîni ya  wî jî zanin.  Di bin rûdeyna wî ya hêrsok û bê tehamûl de, kesatiyêk wî ya dilovan û dev liken jî hebû. Henekbaz û espirîtuwer bû. Ez karim bêjim ku li Kurdistana Bakûr di her cıvata haval an naskiriyên wî de mihaqak pêkanokek an serpihatiyek wî tê ziman, tê bibîranînin. Her wiha li hev di beşişin, kêfxweş dibin. Gelek meselok û serpihatiyên wî hene ku çi çaxê tên bîramin ez di beşişim û bi hesret wî bibîrtinim. Ez dixazim ji van duduya bi were parve bikim. Ya yekem; Tê gotin ku wan çaxên munasebetên qîz û xortan ên flortî û heskirinê bi çavekê ne erênî dihat dîtin û herkes “xuşk û bira” dihat hesap kirin, hermetêkê dil berdaye Vedat. Lê çiqas di dorê de diçe û tê, xwe nêzîkî wî dike jî Vedat renk nadê, fam nakê an wer tê xuya kirin. Talî sebra hermetê di qede û diçe balê. Li hember disekine û raste rast wiha dibêjê:
“ Vedat ben seni çok seviyorum”(Vedat ez pir ji te hez diki) Vedat bi kêf xweşî wiha bersiv dide: “Sağol bacı, teşekkürler, bende seni seviyorum.”(Spas, xuwişkê ez jî ji te hez dikim)
Meselok a duduya ez bixwe şahidim; Havalekî meyî Batmanî habû, navê wî Xelîl bû. Xelîl insanekî dilovan û pir bêhn fire bû. Lê pir fêtokî bû. Çaxê bi xanimêkê re bi peyîva xwêdan dida û sor dibû. Wan roja di TV ‘ê de reklameke gorê xanima derdiket. Reklamê wiha digot : “Hanımlar eski çoraplarınızı atın, jil geliyor” Ev peyv ketibû devê Vedat. Rojekê ez, ew, Xelîl û hinek havalên din ku niha navê wan nayê bîra min, li taxa Diyarbekir ya ku jêre dibêjin “Ofîs”ê digeriyan. Vedat destê xwe avêtibû ser milê Xelîl û bi dengekî bilind wiha digot; “Hanımlar eski kocalarınızı atın Halil geliyor”(Gelî xanima goreyên xwe yên kevin bavêjin. Jîl geliyor) Rebenê Xelîl ji fêdiya dibû piçek û hewldaneke mezin dida ku devê Vedat bigrê lê, dikir û nedikir bi sernediket. Em jî ji kena di mirin. 
Nifşê salên 1978’an dê bibîr bînin; wan çaxa munasebetên ciwanan, ên flortî ji alî civakî ve bi nêrînek erênî ne dihat dîtin. Qiz û xort hesret bûn ku bê tirs hevdu bibînin, destê hevdu bigrin an li cîyekî runin, sohbet bikin. Ev yek, “qabahat”ekî pir mezin bû. Bê ehlaqî bû, lumpentî bû. Belkî gelek havalên me yên wê demê bawer nekin jî lê, ez karim bêjim ku Vedat di vê derheqê de tersê wê mîzaca xwe ya hişk bû. Li hemberî van munasebetên xortan tahamulkar û tavîzkar bû. Gelek cara ez bûm şahidê vê helwesta wî erênî.
Di derheqa Vedat de tiştek din heye ku gerek newê ji bîr kirin ev e; Ew merxas û bê tirs bû. Wekî ku li jor hatibû ziman, min yekem ev kesayetiya wî di pevçûnên me yên li Mêrdînê dît. Pişti ku ez hatim Diyarbekir û li gel wî di nav safên DDKD’ê de cî girt, min wî hê ji nêzîkayî naskir. Li hemberî tehlukan û êrîşên dijmin jêre paşda gav avêtin tune bû. Ez karim bêjim ku ev yek bû sebeba kuştina wî. Çimkî tehlukê ruyê xwe şanîdabû û gotibû ez têm. Hêzên kujêr ên devleta Tirk, her tim zirt û dehdît lê tikirin, lê qet tirs ne diket dilê wî. Ji tarafî malbat û hezkerên wî li hemberî vê tehlukê dihat şiyarkirin lê, guh nedida van hişyariya û digot; “Meraq nekin, nikarin ti guyê buxun” Lê her wek tê zanin, encam ne wek gotina wî derket, “gu hat xwarin” Ez bawerim ku  piçek bi tedbîr bana, xwe bida alî an derketa derveyî welêt, îro dê ne dibin erdê de ba. Lê paşda gav avêtin ne karê wî bû. 
Bi rastî hê gelek tişt hene ku werin gotin, lê di nav çarçuva vê gotarê de qelema min hevqas bikar tê. Bi salan em tevde di heman rêxistina sîyasî (KDP-T / DDKD) de xebitîn. Bê guman bi dehan biranîn û serbihatiyên me tevde hene. Lê min ne xwest şexsiyeta Vedat a taybet di bin sîya wan ser êşiyên siyasî de winda bê. Çimkî navê wî her tim bi siyasetê tê telavuz kirin. Helbet ev yek pêwîste jî. Lê Vedat ne tenê siyaset bû.   
Nezirê CİBO  
20 / 05 / 2012


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu – 4 / Nezîrê CIBO

Fransız İşgaline Karşı Kürt Direnişi ve Beyandur Olayı: Fransızlar Cezireye geldiklerinde Şamar Aşiret reisi Mişel Başo El Erba onları “memnuniyetle karşıladı”. Böylece Fransız desteğini alarak rakibi Tay aşireti ve Kürtlere karşı avantaj elde etti. Şamar liderinin kışkırtmasıyla Fransızlar, Kürtler üzerindeki baskılarını arttırdılar. Birçok Kürt aşiret reisini tutukladılar. Bunların birçoğunu Beyandur köyünde boğazlarına kadar toprağa gömdüler, sonra da aç köpekler saldırtarak hepsini öldürdüler. Suriye Komünist Partisi yayın organ Direseti İştiraki ’de 1985 yılında yayınlanan bir yazıda olayla ilgili şunlar yazılıyordu: “Fransızlar Beyandur köyünün tepesinde bir kışla kurmuşlardı ve Kürt ileri gelenlerini tutuklayıp onları canlı halde boğazlarına kadar toprağa diktiler. Osê isminde (Tilminar köyünden) birini öldürdükten sonra diğerlerini de bu şekilde toprağa dikip üzerlerine aç köpekler saldırtarak öldürttüler, diğer aşiret reisleri kaçtı, tutuklanan bazıları ise sürgün edild

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı - 1/ Nezirê CIBO

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı / Nezirê CIBO Nezîrê CIBO Kürt tarihi; istilacılara, yağmacı ve çapulculara karşı başkaldırılar tarihi olduğu kadar ihanetler ve iç çatışmalar tarihidir de. Kürt özgürlük hareketlerinde de bu ikili at başı gitmiştir. Başlayan her başkaldırı beraberinde ihanetin izlerini de taşımıştır. Büyük ozan Ahmedê Xanî’nin Mem û Zîn ‘indeki büyük aşk ile aşıkların peşini hiç bırakmayan o kötü adam Bekoewan gibi… Kuşkusuz  bu doğal bir diyalektiktir. Özgürlük-kölelik, aydınlık-karanlık, gerçekliğin iki yüzüdür. Biri olmadan öteki olmaz. Ancak onurlu ve insanca bir yaşam için aydınlığın karanlığa, özgürlüğün köleliğe baskın gelmesi de bir zorunluluktur. Kürt insanı bugüne kadar bütün uğraşlarına rağmen aydınlık yüzü görememiş ise, bunu engelleyen birçok nedenin başında bu iç çekişmeler, siyasi çatışmalar, aşiretler arası kavgalar, kan davaları ve ihanetler vardır. Tarihimizin bu dramatik olduğu kadar ders verici sayfaları ne yazık ki yeteri

Turabidin’den Baltık’a

Kürt Toplumunda Aşiretin Önemi