Ana içeriğe atla

EW ÇAR BİRANE, BRAYÊ BİÇÛK ROJAVA YE

Ew çar birane; 
Başûr, bakûr, rojava û rojhilat.
Dayika wan Kurdîstan e. 
Brayê mezin Bakûr e. 
Ê biçûk rojava ye.
Dijmin wan ji hevdu veqetandiye.

Brayê biçûk her tim ji hemû brayên xwe re bûye arîkar.  Çi çax serê wan ket tengasiyan, rojava himbêza xwe, deriyê malên xwe ji wan re vekir. Bi mal û canê xwe fedekarî kiriye. Em bînin bîra xwe; Sal 1925. Pîştî ser hildana Şêx Seîdê kal, Tirkan li bakûr zilm û zoreke ne dîtî bikar anîn. Bi sedan, bi hezaran kuştin an sürgün kirin. Wê çaxê  rojava deriyê xwe vekir û bi sedan ên ku ji zilm û zora Tirkan reviyan li wir sitar bûn û saziya netewî “Xoybûn” damezrandin. Serhildana Agrî li vir, ji terefî Xoybûnê hat organize kirin.  Piştî têk çûna serhildanê jî gelek şervan derbasî rojava bûn, li vir hatin star kirin. Dîse piştî serhildana Qewmê Çiyê, şervanên Mala Aliyê Yunis xwe li birayê biçûk girtin û li wir star bûn.
Sal 1946. Komara Mahabat  hat hilweşandin. Serokên komarê hatin îdamkirin. Dîse zilm û zor û koçberî bûbû para Kurdan. Di van rojê giran de brayê biçûk cardin bi destê brayê xwe yî mezin girt û li gora imkanên xwe arîkari kir. Gelek şervanên Mahabatê derbasî rojava bûn. Di nav van de hozanê Mezin Hêjar Mikriyanî jî hebû. Hêjar demekî dirêj li cem malabata Haco Axa bi cî bû.
Em werin demeke nêzîk, sala 1980an. Dîse serê birayê mezin di tengasiyê de bû. Rejima leşkerî ya Kenan Everenê zalim bi şiklekî hovane zilm û zor li Kurdan dikir. Bi hezaran girtin, xistin hepsan. Bi sedan di bin işkenceyên nedîtî de hatin kuştin. Di van  rojên giran de dîsa birayê biçûk giha hawara birayê xwe. Bi qeflan xortên bakûr derbasî rojava bûn. Xort û siyasetmendarên Kurd li vir bi cî bûn û bingeha şerê gerila li wir hat avetin.
Û îro, sal 2013. İcar serê birayê biçûk ewê ku heya îro arikarî daye her parçeyê Kurdîstanê di tengasiyê de ye. Wekî ku tê zanîn, di van rojên dawî de terorîstên EL Qaîda / El Nusra ên ku bi wehşîtîya xwe tên nskirin, êrîşan diberdin ser gund û bajarên rojava. Xwîna xortên Kurda dirijînin, sivêlên bê guneh di revinin,  bê suç bê sebep wan dikujin, işkenceyên hovane pêk tînin. Li hemberî van wehşên rû reş hêzên YPG berxwedaneke bi rûmet dikin.
Îcar dor dora brayên mezin e. Dora her sê birayên mezine ku dest bidin birayê biçûk û di van rojên giran de bi her ewayî biştgirî bidin berxwedana wî.    

 01. 07. 2013     

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu – 4 / Nezîrê CIBO

Fransız İşgaline Karşı Kürt Direnişi ve Beyandur Olayı: Fransızlar Cezireye geldiklerinde Şamar Aşiret reisi Mişel Başo El Erba onları “memnuniyetle karşıladı”. Böylece Fransız desteğini alarak rakibi Tay aşireti ve Kürtlere karşı avantaj elde etti. Şamar liderinin kışkırtmasıyla Fransızlar, Kürtler üzerindeki baskılarını arttırdılar. Birçok Kürt aşiret reisini tutukladılar. Bunların birçoğunu Beyandur köyünde boğazlarına kadar toprağa gömdüler, sonra da aç köpekler saldırtarak hepsini öldürdüler. Suriye Komünist Partisi yayın organ Direseti İştiraki ’de 1985 yılında yayınlanan bir yazıda olayla ilgili şunlar yazılıyordu: “Fransızlar Beyandur köyünün tepesinde bir kışla kurmuşlardı ve Kürt ileri gelenlerini tutuklayıp onları canlı halde boğazlarına kadar toprağa diktiler. Osê isminde (Tilminar köyünden) birini öldürdükten sonra diğerlerini de bu şekilde toprağa dikip üzerlerine aç köpekler saldırtarak öldürttüler, diğer aşiret reisleri kaçtı, tutuklanan bazıları ise sürgün edild

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı - 1/ Nezirê CIBO

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı / Nezirê CIBO Nezîrê CIBO Kürt tarihi; istilacılara, yağmacı ve çapulculara karşı başkaldırılar tarihi olduğu kadar ihanetler ve iç çatışmalar tarihidir de. Kürt özgürlük hareketlerinde de bu ikili at başı gitmiştir. Başlayan her başkaldırı beraberinde ihanetin izlerini de taşımıştır. Büyük ozan Ahmedê Xanî’nin Mem û Zîn ‘indeki büyük aşk ile aşıkların peşini hiç bırakmayan o kötü adam Bekoewan gibi… Kuşkusuz  bu doğal bir diyalektiktir. Özgürlük-kölelik, aydınlık-karanlık, gerçekliğin iki yüzüdür. Biri olmadan öteki olmaz. Ancak onurlu ve insanca bir yaşam için aydınlığın karanlığa, özgürlüğün köleliğe baskın gelmesi de bir zorunluluktur. Kürt insanı bugüne kadar bütün uğraşlarına rağmen aydınlık yüzü görememiş ise, bunu engelleyen birçok nedenin başında bu iç çekişmeler, siyasi çatışmalar, aşiretler arası kavgalar, kan davaları ve ihanetler vardır. Tarihimizin bu dramatik olduğu kadar ders verici sayfaları ne yazık ki yeteri

Turabidin’den Baltık’a

Kürt Toplumunda Aşiretin Önemi