Ana içeriğe atla

Gelo ev “Kurdiya Akademîk” Çiye?

Beriya niha bi çend roja, li Amedê, li Navenda Çanda Cegerxwîn, ji terefî Komela Nivîskarên Kurd, bi moderatoriya İsmail Dindar li ser çîroka Kurdî panelek pêk hat. Ez ji wek xwendevanekî çîroka Kurdî beşdar bûm. Sê nivîskar li ser rewşa Çîroka Kurdî peyvîn. Yek ji Kurdîstana Başûr İsmail Hacanî bû. Yek ji bakûr Enîse Şirin û ya din ji Tirkiyê Ayşegül Tozoren bû. Hermet a Tirk Ayşegül xanim bi tirkî, ê din bir kurdî peyîvîn.
 
Min li axaftininên her sê panelîsta gohdar kir. Xwedê gravî dê liser rewşa çîrok û çîrokvaniya Kurd bi sekinîna û niqaş bikra. Lê ya rast min di axiftinên wan de çîrok nedît. Tenê di derdora çîrokê ve çun û hatin. Min navê herdû çîrokvanên Kurd bihîstbû. Lê mixabin pirtûkên wan ne xwendin e. Lewma di derheqa çîrokvaniya wande ne heddêmin e tişetkî bêjim. Lê her wiha ez karim bêjim ku li ba min ew kesê ku di babeta zimanê Kurdîde hindik gelek ne mihîm e, ked û kar kiribê, qelem bikar anî be ciyê wî li ser seran û ser çavan e.
 
Piştî axaftinan, ji bo ku bigihim kar mecbûr mam û ji panelê veqtiyam. Eger ez dernekatima min ê di şexsiyeta wan de hêvîkik bikra. Hêviya min dê ev ba: “Ez di dexilê we de, vî zimanê delal û şêrîn  giran nekin, jibo ku pirtûk û berhemên we werin xwendin ziman hesan bikin. Dev ji van peyvên çewt û mewto ku nû hatine afrandin  berdin. Peyvên ku ev hezar salin gelê Kurd bikar tînê û bûna malê Kurdî bikar bînin.”
 
Lê mixabin firsata min çê nebû ku ez vê hêviya xwe bînim ziman. Lewma min bi vê sebûnetê xwest ku di vê gotrê de ez vî derdê xwe bînim ziman.
 
Bi rastî jî, gelek nivîskarên Kurd  hene ku ez nivîsên wan bi koteka zorê di xwînim. Sebeb jî ev e: di nivîsên xwe de gelek peyvên ku li  gora çi qaîdê hatine afrandin ne beloye,  bi kartînin û dibêjin “ev Kurdiya aqademîk e”  Îcar “Kurdiya aqademîk çiye” ez nizanim, gerek em ji wan bipirsin. Lê baweriya min ewe ku ji xeynî çend kesên wek wan pêve tukes van peyva fam nake. Ne xasim rebenê gel jixwe hîç fam nakê. Ez jî yek ji wanim.
 
Di vê babetê de dixwazim du mînakan bidim. Mînaka yekem ji panelê ye.  Panêlîsta rêzdar Enise Şirin di axaftina xwede her serê kêlîkê peyva “ramîn” bi kar tanî. Çaxê nû min ev peyv bihîst, şaş mam. Qasekî ji xwre fikirîm, gelo “ramîn” çiye? Heyra li min negrin, me  “raman” bihîst bû lê “ramîn” ne bihîst bû. Ya rast bi cahîliya xwe piçek xemgîn bûm. Piştî panelê, ji sê çar havalên nivîskar pirsîm. Wan jî mana “ramîn” nizanî bûn. Ew çax hinek kêfa min hat û ji xwere got: “Baş e, ê cahîl(!) ne ez tenê me.    
 
Mînaka din ji gotara hevalekî min ê nivîskarê ê; Beriya niha bi çendekî min gotareke vî  nivîskarê hêja di xwend. Di gotarê de  gotinek wiha hebû: “Ez tîke dikim”  Ez ji xwere fikirim, gelo “tîke” çiye? Ez rabûm ji xwediyê goterê pirsîm. Got ku, “tîke” tê mana “rica” yanî “ez rica dikim”. Wek van peyvan bi sedan mînak hene. Lê ne hewceye ku em van mînaka zêde bikin.
 
Gelo ma bikar anîna  “rica dikim” çi zererê dide zimanê me? Gelek peyv ji Erebî, Tirkî, Farisî û êdin ketine nav zimanê me.  (Mînak wek: Qelem, defter,qatil, rica,  mesele…) Ev tiştekî normal e. Hemû zimanên dinyayê ji hevdu dan û standinê dikin. Bi dîtina min tu zerera bi kar anîna van peyvan tune û bûne malê Kurdî. Ji Kurdî jîg elek peyv ketine nav Erebî, Farisî Tirki. Lê ev necamêr wek me ji nav zimanê xwe dernaxin û kirine malê bavê xwe. Gerek em jî xweyî li van peyvan derkevin. Bêguman di şuna van peyvên bîyanî de bikar anîna peyvên Kurdî  baştir e. Dibe ku gelek peyvên Kurdî hatibin jibîrkirin. Her wiha pewîste ku zimannas û nivîskarên me van peyvan derxin holê û cardin têxin ferhengên Kurdî. Ji alê din bi dan û standina nav zaravayên Kurdî dê ziman zengîn bibe. Ma ji dêlva afrandina peyvên çewt û mewto, pêşvebirina vê dan û standinê nê çêtir û pîroztir e?
 
Di dest pêka Cumhuriyetê de Tirkan jî, peyvên ku ji Erebî û Farîsî ketibûn nav ziman wan de derdixistin û di şûna wan de peyvên nû di afirandin. Ew xebata ku bi navê Türk Dil Kurumu dihat meşandin hêjî li bîra meye ku çawa ji mîzahvanan re bûbû malzeme. Piştî demekê fam kirin ku ev ne xebateke di rêde ye û zimanê wan xera dibê, dev jê berdan û îcar dest nedan wan pêyvên Erebî an Farisî. Îro em heman karî dikin, wan taqlît dikin. Rêya ku Tirk ji zûde vegerana em di şopînin.  Wekî ku çawa di siyasetê de dibe, em di vê babetê de jî wan taklît dikin. Ev gotin  bê sebep nehatiye gotin e: “Eger dermanê keçel hebûna wê pêşî li serê xwe bida”
 

Ji alî kî ve em kaz kaz dikin û dibêjin çima berhemên kurdî nayên xwendin? Ji alê din heya ji me tê ziman giran dikin, xwendinê zehmet dikin. Ya rast berevajî  vêye. Gerek em ziman û xwendina ziman hesan û şêrîn bikin ku xwendevan zêde bibin. Bi van hêviya ez roja zimanê zikmakî li Kurd û Kurdistanê pîroz dikim. 21. 02. 20114

Yorumlar

  1. Mamoste herbijî. Rastî min dest bi kîjan pirtûka Kurdîkir wek ve gotina te, nîvço ma û min dev jê berda. Diva bu ferheng ber me ba :). Ez di fikirim pir peyvê go zanin bi Erebî, Tirkî an Farisî ye eger em li Etîmolojîyan wa bineren ez eqindikim pire wan bi Kurdîya. Farisî û Kurdî ji xwe zimanen xizmin. Peyven wan wekhev ne tiştek çewta. Le mixabin Etîmolojîstê me nînin. An ez Nizanim.

    YanıtlaSil
  2. Mamiste bibire le yê/a ku bi peyveke di formeke gramerê de veguherîna wê pê dernaxe, bi ya min, ti heqê wî/ê di rexneyê de nîne. Ev fikra min e, wilo ramîn mafê min e û wilo jî diramim;)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas bo şîrova te. Lê bi rastî min tiştek jê fam nekir.

      Sil
    2. Bibore mamoste. Piçekî ser xwe çûm, ewqas.

      Sil
    3. Na na.. rexne maf e. Heqe. Cardin zor zor spas bo şirova te. Rexneyên ji dil û erênî ser çava ser seran.

      Sil

Yorum Gönder

Bu blogdaki popüler yayınlar

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu – 4 / Nezîrê CIBO

Fransız İşgaline Karşı Kürt Direnişi ve Beyandur Olayı: Fransızlar Cezireye geldiklerinde Şamar Aşiret reisi Mişel Başo El Erba onları “memnuniyetle karşıladı”. Böylece Fransız desteğini alarak rakibi Tay aşireti ve Kürtlere karşı avantaj elde etti. Şamar liderinin kışkırtmasıyla Fransızlar, Kürtler üzerindeki baskılarını arttırdılar. Birçok Kürt aşiret reisini tutukladılar. Bunların birçoğunu Beyandur köyünde boğazlarına kadar toprağa gömdüler, sonra da aç köpekler saldırtarak hepsini öldürdüler. Suriye Komünist Partisi yayın organ Direseti İştiraki ’de 1985 yılında yayınlanan bir yazıda olayla ilgili şunlar yazılıyordu: “Fransızlar Beyandur köyünün tepesinde bir kışla kurmuşlardı ve Kürt ileri gelenlerini tutuklayıp onları canlı halde boğazlarına kadar toprağa diktiler. Osê isminde (Tilminar köyünden) birini öldürdükten sonra diğerlerini de bu şekilde toprağa dikip üzerlerine aç köpekler saldırtarak öldürttüler, diğer aşiret reisleri kaçtı, tutuklanan bazıları ise sürgün edild

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı - 1/ Nezirê CIBO

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı / Nezirê CIBO Nezîrê CIBO Kürt tarihi; istilacılara, yağmacı ve çapulculara karşı başkaldırılar tarihi olduğu kadar ihanetler ve iç çatışmalar tarihidir de. Kürt özgürlük hareketlerinde de bu ikili at başı gitmiştir. Başlayan her başkaldırı beraberinde ihanetin izlerini de taşımıştır. Büyük ozan Ahmedê Xanî’nin Mem û Zîn ‘indeki büyük aşk ile aşıkların peşini hiç bırakmayan o kötü adam Bekoewan gibi… Kuşkusuz  bu doğal bir diyalektiktir. Özgürlük-kölelik, aydınlık-karanlık, gerçekliğin iki yüzüdür. Biri olmadan öteki olmaz. Ancak onurlu ve insanca bir yaşam için aydınlığın karanlığa, özgürlüğün köleliğe baskın gelmesi de bir zorunluluktur. Kürt insanı bugüne kadar bütün uğraşlarına rağmen aydınlık yüzü görememiş ise, bunu engelleyen birçok nedenin başında bu iç çekişmeler, siyasi çatışmalar, aşiretler arası kavgalar, kan davaları ve ihanetler vardır. Tarihimizin bu dramatik olduğu kadar ders verici sayfaları ne yazık ki yeteri

Turabidin’den Baltık’a

Kürt Toplumunda Aşiretin Önemi