Ana içeriğe atla

Oxirbe Kek Bengi / Nezirê Cibo




Me pirtûka Heznî Haco ya bi navê “Tê Bîra Min” wergerandbû Tirkî.  Niha li ber çapê ye.  Ji bo hilbijartina hinek wêneyên ku di pirtûkêde werin weşandin diva bû ku ez û  Kak Heznî werin ba hev. Me civanê xwe li ofisa Vaqfa İsmail Beşikçi ya Şaxa Diyarbekir danîbû. Ez berî wî çum waqfê. Piştî demek kin ew jî hat. 

Çaxê ket hindir û çavê min li rûdêna wî ket min tê derxist ku madê wî ne xweş e, morale wî ne baş e.  Piştî xêr hatin û li hev pirsînê Kek Heznî ji nişka ve û bi xemgînî got:

“Kek Nezir ezê xebereke ne xêrê bidim te”
Hêj min ne got fermo wî berdewam kir;
“Bengî çû rehmetê”

Wê gavê her tişt li ber çavê min reş bû, qeşem girt.  Her der, jiyan, dinya ser û bino bû, sar û bê tam bû.  Kela girî ket zengelora min. Gotin nema… 

Piştî demekê  bê hemd ev gotin ji deve min derketin;
“Wax, wax… mala minê, ne wextê te bû birayê delal. Welleh ne wextê te bû lo…”
Ma hun Bengî Haco nasnakin? Bi kurtasî ji were bejim; 

Ew kurê Celal Haco ye. Celal Haco kurê Cemil Haco ye. Cemil Haco kurê Haco-3 ya ye. Yani Bengî nîvçiçirkê Haco yê 3 ye. 

Haco-3 piştî bavê xwe Hacoyê dûyem serokatiya aşîra Hevêrka dikir. 1926’da, piştî serhildana Şêx Seîd, li hemberî zilm û zora Devleta Tirk serî hilda. Piştî têkçûnê, ew û kismek ji aşîra xwe derbasî Binxetê(Rojava Kurdistanê) bûn. Li wir bi Celadet Bedirxan û gelek girgireyên Kurdara  saziya Xowybûn avakirin û di dîroka Kurda de cîyekî giring girt.

Dr. Bengî Haco, li Rojava Kurdistanê li bajarokê Tirbespiyê hatibû Dinyayê. Li Tirkî zaningeha Hacettepe xelas kir. Demek dirêj li Rojava Kurdistanê û piştre li Swêd doktorî kir. Li Swêd emekli bû.
Kurd perwerêkê ji dil û bê hesab bû. Fedekar û çalekvanekê hêja bû. Hemu derd û kulên wî azadiya Kurda bû. Ji her ewayî paqij û xweş mêrekî delal  bû.
Ew bavê Hoşeng, Helgurd û Berzan bû. Rêzdar  Bedia Haco Akgul  li ser kesayetî wî kêm gotiye zêde negotîye:

"Te gelekî xweş û bi dilsozî bahsa Dr. Bengî Haco kirî ye kek Nezîr. Wekî dostekî û hevalekî te wî bê guman baş nas kirî ye kû çiqas mirovekî hêja bû.

Lê ez weke yek ji malbata Haco kû ji nêzîkayî ve nas di kir di karim çend gotinên dî li wan pesnên kû te dayî zêde bi kim. Bengî Haco mirovekî hezkirî bû xwedî cihekî mezin û girîng bû di nav malbata xwe ,malbata Haco de. Beşer xweş û dev li ken û bêhn fereh û dilovan bû. Xwedî soz û mesûlîyet bû , kurekî xwedî rêz bavekî henûn bû. Ew cihê serbilindayîa me bû û ewê her tim di dilê me de bi mîne. Xwedê te bi dilovanî ya xwe şad bike birayê delal Bengî." 
 


Ax axx birayê delal ma ez çi bêjim û kî çi bêje feyde nake…Te soza xwe ne girt; ka tê bihata Diyarbekir. Emê li sikak û kolanên Diyarbekra şewîtî bi gerana. Piştre me yê xwe berda Mêrdînê, Tora Hevêrka, Mizizexê… Ciyê bavû kala, emê biketeine duv şopên Haco’yan, Alikê Batê, Şemunê Henna û bi sedan buyer û bîranînê wan. Ji wir meye xwe berda Binxetê. Li sikakên Qamişlo û Tirbespiyê bi gerana. Li vir jî emê bi ketina duv şopên Hacoyê -3 yan,  Mîr Celadet, Hasan Haco, Cegerxwîn, Nurettin Zaza, Hemza Begê Muksî, Memduh Selim Bey û bi dehan girgirekên Rojava yê Kurdistanê… ji wir jî meyê berê xwe bida başur û rojhilat. Emê biçûna Duhoka rengîn, Hewlêr, Mahabat… Emê biketine  duv şop û bîraninên Berzaniyê mezin, Kadi Muhammed, Kasimlo û bi hezaran şehîdên Kurdistanê. 

Belê, me soz dabû hev. Me plana xwe wiha danî bû. Lê heft mixabin te soza xwe ne girt. Te planek din xist ber xwe. Tu bi rêke dinve çuyî. Te em bi tenê hiştin. İcar çavê min barnabê bê te ez herim vandere.
Lê dîsa oxira te ya xêrê be birayê delal. Tu goh nede min. Biçûna te ez pir û pir xemgînim. Lewma çewto mewto di peyîvim. Ez zanim ku tu xwedî soz, mêr û mêr xas bûyî. Slava li hemû şêhîdê Kurdistanê bike. 

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu – 4 / Nezîrê CIBO

Fransız İşgaline Karşı Kürt Direnişi ve Beyandur Olayı: Fransızlar Cezireye geldiklerinde Şamar Aşiret reisi Mişel Başo El Erba onları “memnuniyetle karşıladı”. Böylece Fransız desteğini alarak rakibi Tay aşireti ve Kürtlere karşı avantaj elde etti. Şamar liderinin kışkırtmasıyla Fransızlar, Kürtler üzerindeki baskılarını arttırdılar. Birçok Kürt aşiret reisini tutukladılar. Bunların birçoğunu Beyandur köyünde boğazlarına kadar toprağa gömdüler, sonra da aç köpekler saldırtarak hepsini öldürdüler. Suriye Komünist Partisi yayın organ Direseti İştiraki ’de 1985 yılında yayınlanan bir yazıda olayla ilgili şunlar yazılıyordu: “Fransızlar Beyandur köyünün tepesinde bir kışla kurmuşlardı ve Kürt ileri gelenlerini tutuklayıp onları canlı halde boğazlarına kadar toprağa diktiler. Osê isminde (Tilminar köyünden) birini öldürdükten sonra diğerlerini de bu şekilde toprağa dikip üzerlerine aç köpekler saldırtarak öldürttüler, diğer aşiret reisleri kaçtı, tutuklanan bazıları ise sürgün edild

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı - 1/ Nezirê CIBO

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı / Nezirê CIBO Nezîrê CIBO Kürt tarihi; istilacılara, yağmacı ve çapulculara karşı başkaldırılar tarihi olduğu kadar ihanetler ve iç çatışmalar tarihidir de. Kürt özgürlük hareketlerinde de bu ikili at başı gitmiştir. Başlayan her başkaldırı beraberinde ihanetin izlerini de taşımıştır. Büyük ozan Ahmedê Xanî’nin Mem û Zîn ‘indeki büyük aşk ile aşıkların peşini hiç bırakmayan o kötü adam Bekoewan gibi… Kuşkusuz  bu doğal bir diyalektiktir. Özgürlük-kölelik, aydınlık-karanlık, gerçekliğin iki yüzüdür. Biri olmadan öteki olmaz. Ancak onurlu ve insanca bir yaşam için aydınlığın karanlığa, özgürlüğün köleliğe baskın gelmesi de bir zorunluluktur. Kürt insanı bugüne kadar bütün uğraşlarına rağmen aydınlık yüzü görememiş ise, bunu engelleyen birçok nedenin başında bu iç çekişmeler, siyasi çatışmalar, aşiretler arası kavgalar, kan davaları ve ihanetler vardır. Tarihimizin bu dramatik olduğu kadar ders verici sayfaları ne yazık ki yeteri

Turabidin’den Baltık’a

Kürt Toplumunda Aşiretin Önemi