Ana içeriğe atla

OXLiM SERHILDAN GEL EVE !" / Nezirê Cibo

 "OXLiM SERHILDAN GEL EVE !"


Heft mixabin, Îro li bajarê Diyarbekir piraniya dayîkên Kurda wiha dibakin zarokên xwe. 
Çima me bi vê bangê dest bi nivîsê kir, dê li jêr werê famkirin.
Gelek haval û dostên me yên kevin bi Tirkî dinivîsin. Her çiqas heya ji min tê bi kurdî binivîsim jî ez jî yek ji wanim.

Hinek havalên ku bi piranî li Ewrûpa dimînin vê helwestê bi tundî rexne dikin. Bê guman, ji bona pêş ketin û parastina zimanê kurdî ev rexne pêwîstin û di ciyê xwedene. Ez zanim ku hemu dil şewatê welat, ziman û çanda Kurdîne. Her wiha pêwîste ku her Kurdê welatparêz û netewehêz ziman û çanda Kurdî biparêz e û geş bike. Li hember asîmîlasyonê rexnegir û têkoşer be.

Lê ez car cara di van rexnan de vê kêmasîyê dibînim: şert û mercê welêt û Tirkiye ya îro nizanin anjî zanin lê nadin berçav. Şert û mercên Kurdistana Bakur û Tirkî ne wek salên 70 û 80 an e. Wan çaxa Tirkî tenê di warên fermî de bû. Li mekteban û daîrên dewletê de bu. Em karîn bejin ku, li vandera jî bi têrayî cî negirtibu. Li gundan, li sûk û kolanên bajaran Tirkî tunebû an pir kêm bû. Lê mixabin Îro şert û merc pir hatine guhertin. Erd û ezman bûye Tirkî. Li her qada jiyanê Tirkî heye. Bi arîkarîya çapemenîyê, medya dijîtal û her aletên ragîhandin û têkîldarîyê, dewlatê Tirkî kiriye zimanê sereke. Ya herî muhîm jî di qada aborîyê û pazarê de hemen rewş liber çava ye. Yanî dewlet bi serketîye.
Sed mixabin îro piranîya dayîkên Kurda jî bi Tirkî diaxivin. Belê, navê zarokên wan Şervan e, welat e, Azat e, Hêja ye, Zelal e, Serhildan e. Lê piraniya wan livzek Kurdî nizanin. Û çaxê dibakin zarokên xwe yên li sikakan di leyizin, wiha deng dikin: "oxlim Serhildan, gel eve !"
Îcar çare çiye? Em çibikin ku zimanê Kurdî li bakur pêş keve û bi tevahî têk neçe?

Bi ya min, yek çare heye:

Ew jî, pêwîste ku Kurdî bibe zinanê fermî û perwerdê. Ev jî bi du ewayî mumkine: 1. Bi dewletbûyîna miletê kurd. 2. Di nav sîstema komara Tirkîde, bi xebat û têkoşîneke ciddi û jidil.

Bê şik diyare û dê herkes qebûl bike ku pêk hatina xala yekem ne karê îro sibe ye. Pêvajoyek dûvdirêj û zehmet e. Eger em li benda dewletbûyînê bimînin gerek ji nihade fatîhayek liser ruhê Kurdî bê xwendin. Zimanê Kurdî ne di wê rewşê deye ku li benda dewletbunî bisekinê. Lewma divê em xala duyem ji xwere bikin armanc. Bi ya min, ji xeynê ve pêve tu çareyên realîst tunenin.
Bê guman, ked û lepta rewşenbîr, nivîskar û kesên ku liser ziman dixebitin û dinivisin muhîme û pir pîroz e. Çalekî û kampanyayên ku bi pêşengîya van û derdorên neteweperest tên/werin lidarxistin elbet tiştên erênîne û pêwîstîn. Lê ev ne çareye. Heya ku Kurdî ne keve dibistan û Zanîngeha, heta ku Kurdî nebe zimanê pazar û ticaretê, ewê dibin tesîra asimilasyonêde roj bi roj têk here. Lewma ez dinav sistema komara Tirk de tekoşîn û xebatek ciddî "realîst dibînim" Belê raste, Dewleta Tirk "...bekaya xwe li ser tunekirina neteweyê kurd dibine û li gor wê tevdigere." ( Şemsesettin Işıklı)
Lê dîse ez di wê bawerîyêdeme ku eger, siyasetmedar û welatperwerên Bakur bi hêz û ji dil, xebat û tevgera xwe organize bikin dê karibin gavna erênî bavêjên û her wiha bidestxistina statûyeke erênî dê mumkin bib e. Îro, Welatperwer û dilsozên zimanê Kurdî divê li gora vê yekê xebat û lepta xwe ji nûde organîze bikin. Wekî din, bi rexne û şermezar kirina kesên ku bi Kurdî napeyvin û nanivîsin ev mesele çareser nabe. Ez karim bêjim ku ev dilsozên zimanê Kurdî, bi her dubarekirina van rexna di çavên civakêde roj bi roj antîpatîk tên xuyakirin. Û wekî Laleş Qaso gotî, hûn sax...

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu – 4 / Nezîrê CIBO

Fransız İşgaline Karşı Kürt Direnişi ve Beyandur Olayı: Fransızlar Cezireye geldiklerinde Şamar Aşiret reisi Mişel Başo El Erba onları “memnuniyetle karşıladı”. Böylece Fransız desteğini alarak rakibi Tay aşireti ve Kürtlere karşı avantaj elde etti. Şamar liderinin kışkırtmasıyla Fransızlar, Kürtler üzerindeki baskılarını arttırdılar. Birçok Kürt aşiret reisini tutukladılar. Bunların birçoğunu Beyandur köyünde boğazlarına kadar toprağa gömdüler, sonra da aç köpekler saldırtarak hepsini öldürdüler. Suriye Komünist Partisi yayın organ Direseti İştiraki ’de 1985 yılında yayınlanan bir yazıda olayla ilgili şunlar yazılıyordu: “Fransızlar Beyandur köyünün tepesinde bir kışla kurmuşlardı ve Kürt ileri gelenlerini tutuklayıp onları canlı halde boğazlarına kadar toprağa diktiler. Osê isminde (Tilminar köyünden) birini öldürdükten sonra diğerlerini de bu şekilde toprağa dikip üzerlerine aç köpekler saldırtarak öldürttüler, diğer aşiret reisleri kaçtı, tutuklanan bazıları ise sürgün edild

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı - 1/ Nezirê CIBO

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı / Nezirê CIBO Nezîrê CIBO Kürt tarihi; istilacılara, yağmacı ve çapulculara karşı başkaldırılar tarihi olduğu kadar ihanetler ve iç çatışmalar tarihidir de. Kürt özgürlük hareketlerinde de bu ikili at başı gitmiştir. Başlayan her başkaldırı beraberinde ihanetin izlerini de taşımıştır. Büyük ozan Ahmedê Xanî’nin Mem û Zîn ‘indeki büyük aşk ile aşıkların peşini hiç bırakmayan o kötü adam Bekoewan gibi… Kuşkusuz  bu doğal bir diyalektiktir. Özgürlük-kölelik, aydınlık-karanlık, gerçekliğin iki yüzüdür. Biri olmadan öteki olmaz. Ancak onurlu ve insanca bir yaşam için aydınlığın karanlığa, özgürlüğün köleliğe baskın gelmesi de bir zorunluluktur. Kürt insanı bugüne kadar bütün uğraşlarına rağmen aydınlık yüzü görememiş ise, bunu engelleyen birçok nedenin başında bu iç çekişmeler, siyasi çatışmalar, aşiretler arası kavgalar, kan davaları ve ihanetler vardır. Tarihimizin bu dramatik olduğu kadar ders verici sayfaları ne yazık ki yeteri

Turabidin’den Baltık’a

Kürt Toplumunda Aşiretin Önemi