Li Tirkiyeyê dibistan vebûn û perwerdehiya sereke û ya navîn destpêkir. Îmkana zarokên KURDA ya ku bi tevahî bi zimanê zikmakî perwerde bin tune. Di vê rewşê de em karin çi bikin?
Ligora dîtina min;
Em karin zarokên xwe wek Kurd mezin bikin û jiyanek Kurdewarî ji wanre amade bikin.
Em karin di dibistanande Kurdî wek dersa bijarte hilbijêrin.
Em karin wan wek însanekî baş, waletparêz, xwedî wijdan, xwedî terbîye û xwedî merhemet perwerde bikin.
Û em karin van şîretan ji wan kêm nekin:
— Hin însan kinin, hin dirêjin, hin şîşmanin, hin jî zeîfin. Ev normal e û gerek henekên xwe bi van taybetîyên însanan nekin.
— Hin însan feqirin, îmkanên wan tune ku cil û bergên nûjen li xwekin. Lê xeyal û xwestekên wan jî hene...
— Gerek hey ji van taybetîyên însanan hebin û xwedî rêz bin.
Yorumlar
Yorum Gönder