Ana içeriğe atla

Jİ BÎRANÎNÊN MAMOSTE BEŞİKÇİ - 1


Heya niha min gelek pirtûkên mamoste xwendibûn. Hemû pirtûkên wî di derheqa pirsgirêk, sosoyolojî, dîrok û siyaseta coğrafya Kurdistanê de ye. Bê guman Mamosta jiber vê xebat û lepta xwe bedelekî giran daye. Jiyanek pir zor û zehmet derbas kiriye; 17 salan di hepsan de maye, işkence û eziyetên hovana dîtiye. Ji alê kar û barê aborî pir astengî kişandîye, ji kariyera meslekî mahrum maye. Lê heya îro li ser vê jiyana wî ya zor û zehmet ne wî û ne xeyrî wî tiştek nehatiye nivîsandin. Bi ya min ev kêmasî û valahiyek bû. Çimkî em rehetî karin bêjin ku pêvajoya jiyana Mamoste merheleyek ji dîroka Kurda ya nêzîk e. Lewma pêwîstî heye ku ev valahî werê dagirtin.   

Her çiqas heya niha ev valahî bi têrahî nehatibe dagirtin jî, divan rojên talîde, hinek xebatên hêja çêdibin. Yek ji van xebata Birêz İbrahim Gurbuz e. Kek İbrahim ev demeke dirêje liser biyografya ya Mamoste dixebite û di demek nêzîkde dê werê ber çapê. li gora dîtina min pirtûka mamosta ya bi navê ANILAR jî di vê mijarêde gavek erêniye.  Pirtûk ji nav weşanên İBVê hat weşandin. Ez van roja vê pirtûkê di xwînim.  

Her wek tê zanîn Mamoste ne Kurd e lê hemû bîranîn û serbihatîyên wî di derheqa doza wande ye û her bîranînek ji yadin balkêştire. 

Bi xwendina vê pirtukê meriv firsata fêrbûna giranbuhayîya xebat û kesayîtîya mamosta bidest dixe. Ji alê din, meriv gelek ders û mesajên muhîm digre. Lewma ez bi rihatî karım bêjim pêwîste ku her Kurd vê pirtûkê bi xwîne. 

Wekî ku li jor min bi lêv kiribû; Serbihatiyên mamoste hemû balkêşin. Lê yek ji wan, ya ku bi sernivîsa “Feodal Ağa’nın Kürtçe Israrı” hatîye nivîsandin, pir bala min kişand. Ev serbihatîya mamoste ji du sedeme bala min kişand; Sedeme yekem, di derheqa zimande ye. Sedema dudoya, seqetî û çewtîtîya  nêrîn û bawerîyên xortên wê demê nişan dide. Lewma min xwest bi were parve bikim. 

Mamoste di sala 1971’de li Diyarbekir di hepsêde ye. Li gel wî gelek makumên Kurd hene. Yek ji wan Xurşît Axa ye. Xurşît Tirkî baş zane lê qet napeyve. Tenê bi Kurdî dipeyîve. Ên ku pêre bi Tirkî dipeyîvin bersiva wan nade.

Rojekê Xurşît Axa ji makemê tê qawîşê. Xortek ji mahkuma bi Tirkî pirsekê jê dike, lê Axa bersiva wî nade. Xort du sê cara pirsa xwe dubare dike lê Xurşît Axa hîç goh nade. Talî xweyê pirsê hêrs dibe û bi Tirkî wiha dibêje:

 

“Beni adam yerine koymuyor, soruma cevap vermiyor… Feodal ağa, ne olacak!”

 (Ev feodalê beradayî min zilam hesab nake... Tenezulnake bersiva min bide)

Çaxê Xurşît Axa vê gotinê hisdike, diçe balê û wiha dipirse:

 “Ma tu ne Kurdî? Tu çima bi zimanê dayika xwe napeyivî?

 Xort dîse bi Tirkî dibêje;

“Kürtçe bilmiyorum. Asimile olmuşum…”

Li ser vê Xurşît Axa wiha dibêje:

 

“Xortê delal, tu Lenin, Stalin, devrim… û hezar tiştên din fêrbuyî. Gotinên Marks ji deve te kêm nabin. Fêrbuna van ne zor e, lê fêrbûna zimanê dayika te li te zor tê… ne wisa? Eybe, şerm e.” 

Ez karim bejim ku eger hun bixwazin kesayetî, ked û xebata Mamoste baş fam bikin û nas bikin, pêwiste ku ev pirtûk werê xwendin. Hunê bi sedan bîranîn û buyerîn balkêş di vê pirtûkêde bibinin. 

Bi hêvîya xwenidina hemû bîranînên mamoste...

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu – 4 / Nezîrê CIBO

Fransız İşgaline Karşı Kürt Direnişi ve Beyandur Olayı: Fransızlar Cezireye geldiklerinde Şamar Aşiret reisi Mişel Başo El Erba onları “memnuniyetle karşıladı”. Böylece Fransız desteğini alarak rakibi Tay aşireti ve Kürtlere karşı avantaj elde etti. Şamar liderinin kışkırtmasıyla Fransızlar, Kürtler üzerindeki baskılarını arttırdılar. Birçok Kürt aşiret reisini tutukladılar. Bunların birçoğunu Beyandur köyünde boğazlarına kadar toprağa gömdüler, sonra da aç köpekler saldırtarak hepsini öldürdüler. Suriye Komünist Partisi yayın organ Direseti İştiraki ’de 1985 yılında yayınlanan bir yazıda olayla ilgili şunlar yazılıyordu: “Fransızlar Beyandur köyünün tepesinde bir kışla kurmuşlardı ve Kürt ileri gelenlerini tutuklayıp onları canlı halde boğazlarına kadar toprağa diktiler. Osê isminde (Tilminar köyünden) birini öldürdükten sonra diğerlerini de bu şekilde toprağa dikip üzerlerine aç köpekler saldırtarak öldürttüler, diğer aşiret reisleri kaçtı, tutuklanan bazıları ise sürgün edild

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı - 1/ Nezirê CIBO

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı / Nezirê CIBO Nezîrê CIBO Kürt tarihi; istilacılara, yağmacı ve çapulculara karşı başkaldırılar tarihi olduğu kadar ihanetler ve iç çatışmalar tarihidir de. Kürt özgürlük hareketlerinde de bu ikili at başı gitmiştir. Başlayan her başkaldırı beraberinde ihanetin izlerini de taşımıştır. Büyük ozan Ahmedê Xanî’nin Mem û Zîn ‘indeki büyük aşk ile aşıkların peşini hiç bırakmayan o kötü adam Bekoewan gibi… Kuşkusuz  bu doğal bir diyalektiktir. Özgürlük-kölelik, aydınlık-karanlık, gerçekliğin iki yüzüdür. Biri olmadan öteki olmaz. Ancak onurlu ve insanca bir yaşam için aydınlığın karanlığa, özgürlüğün köleliğe baskın gelmesi de bir zorunluluktur. Kürt insanı bugüne kadar bütün uğraşlarına rağmen aydınlık yüzü görememiş ise, bunu engelleyen birçok nedenin başında bu iç çekişmeler, siyasi çatışmalar, aşiretler arası kavgalar, kan davaları ve ihanetler vardır. Tarihimizin bu dramatik olduğu kadar ders verici sayfaları ne yazık ki yeteri

Turabidin’den Baltık’a

Kürt Toplumunda Aşiretin Önemi