Erê, felekê, feleka xaiğn... te kekê Abdrrahman Demir jî ji nav me bir. Mala te xerabe…
Îro serê sibehê ji Mersinê rêzdar, kak Celal Temel bi
telefonê xebera wefata Abdurrahamnê delal da min. Piştî van rojên kambax ên erdhêjê
ku bi hazaran insanên me ketin bin erdê û malwêran bûn, vê xebera dilpêt, dinya
bêtir li ber çavê min sarkir.
Ez her dibêjim û bawer dikim; Kurd ji zindîya bêtir hez ji
mirîyên xwe dikin. Çaxê mezin, dost, heval an xizmên wan saxin qiymetê wan
nizanin. Lê piştî ku ji vê dinyayê goç dikin, dest bi ax û fîganan dikin û li
pey wan dest bi methiya dikin. Pesnê wan dikin, qala qencîya wan dikin.
Li pey kek Abdurrahman jî heman pesndan, ax û fîgan dibarin.
Lê birastî kekê Abdurrahman van pesndanan zêde zêde heq dike.
Kekê Abdurrahman, kedkar û dilsozê doza welat
bû. Endamê DDK0, Rizgarî-Komal bû.
Ew merivekî nefsbiçuk, mutevazî, maqul û
fedekar bû.
Ew xweş mêr û
camêr bû.
Heya roja talî sere
xwe bi derd û kulên welat êşand.
Ew demek dirêj bû ku bi êşa canê xwe dilekibî. Lê di
wî halîde jî, derd û kulen welat wî bêtir meşgul dikir.
Welat, lewekî xwe yê şîrhelal û salih winda kir. Bila serê te
saxbe welat…
Bila serê dost, heval
û hogirên wî, malbata wî sax be.
Ewê her di bîranîn û
jiyana me de bijî.
Yorumlar
Yorum Gönder