Ligora nûçeyên medyayê, Hikumeta Kurdistana Federe jiber şewitandina Quranê, Swêd protesto kiriye û nunertîya xwe ya Swêd girtîye.
Çaxê min ev
nüçe bihîst hema yekser ev gotin ji deve min derget:
“Tew tew
mala minê… we dinya fetih kir”
Bi rastî di vê
derheqêde meriv kare gelek tiştan beje û binivîs e. Lê min got ne hewceyî
gotina zede ye. Hema ev pêkanoka li jêr bese.
Tê gotin ku Behlûl
du xet erd cotkiriye û gotîye xetek ji
xwedê re, yek jî ji minre ye.
Di herdu
xetê cot de zebeş diçîne.
Dem tê zebeş
şîn dibin û mezindibin. Lê zebeşên alîyê Xwedê pir geş û mezinin, ên alê Behlül
hurik û bê tamin.
Behlûl, her
roja ku diçe ser çandinîya xwe, çavê wî li zebeşên Xwedê dikevin. Rojekê di
rabe destê xwe bi jorda dike û ji xwedê daxwaz dike;
“Ya xwedayê
mezin, bi izna te ezê ji xeta te
zebeşekî jêbikim. Hêvî dikim tu limin helal bikî.”
Çawa destê
xwe tavêje zebeş û jêdike, bi dest xwere li ezmana ewrên reş peyde dibin û dibe
gurgura wan. Berf, baran, bahoz... Dûre jî teyrokên qasi kevire dibarin.
Behlûl bi
bez direve, dikeve mizgevtê. Di devê derî dê di sekine, li ezmana dinere û wiha
dibêje:
“Aha ez
ketim mala te. Ma tu ji bo zebeşekî mala xwe xeranakî?”
Di kuncika
mizgevtê de Yekî kor, külek û wechê wî qebîh dengê wî dike û bi hêrs wiha
dibêje:
“Behlûl te
aqilê xwe xwarîye, ev çi gotinin, tu dikevî kufrê.”
Li ser vê
gotinê Behlûl lê vedigere û wiha dibêje:
“De here korê
heram. Çav ji te standîye, lingê te seqet kiriye û di serde jî wechekî qebîh
daye te û tu hêji liser dixeyîdî û wî diparêzî…”
De îcar
şîrova ji we…
Tenê ez vê
bejim: Ev protesto ne karekî aqilane ye.
Yorumlar
Yorum Gönder