Ana içeriğe atla

FUARA PİRTÛKAN YA AMEDÊ Û XELATA RUMETÊ

 

Di navbera 16-24  ê vê mihêde li Amedê mihrîcana pirtûkan ji terefî “Oda Bezirganîyê ya Diyarbakır û Eylul Fuarcılık” hat lidarxistin. Piştî ku TUYAP ji heremê vekeşîya demek direj çalekîyek wiha çênebû. Bi piranî pirtûkxane û pirtûkhezên Kurd li benda vê fuarê bun. Lewma bi girseyî û bi coşek mezin destpêkir.

Bi hezaran xwendevanên Amedê û ji her alê welêt, pirtûk hezan ji roja pêşîde berê xwe dane qada fuarê û bi girsehî serdana weşanxaneyên Kurd kirin.

Feyda çalekîyên wiha ewe ku pirtûk, nivîskar, weşanxane û xwendevanan tênin ba hev. Nivîskar îmkana danasîna berhemên xwe, xwendevan jî îmkana naskirina  nivîvîskar û berhemên wan dibînin.  Pirtûkên cur bi cur  tên ber destê wan. Her wiha ji alê aborîya heremê jî aktîvîteke erênî pêk tê.   

Ji alê din, pirtûk hezkirin û xwendin bo civakê ciyê kêfxweşî yê ye. lê pirtûk hezkirin û xwendina ciwanan bo pêşerojê elzem e. Di van salên talî de ciwan bêtir bi telefonên “bê aqil” û qompîtûran eleqadarin. Her wiha ji pirtûkan dur tên xuya kirin. Jiber vê yekê em her xemgîn dibûn.

Lê me divê mihricanê de dît ku ciwan wekî ku em difikirim ji pirtûkan hewqas ne durin. Bi qeflan hatin mihrîcana pirtûka û pirtûk himbêz kirin. Ez karim bejim ku ên dihatin qada fuarê  %90 ên wan ciwan bûn. Lewma hêvîyên me ên bo pêşerojê geş bun û kêfa me piçekî hate cî.

İbrahîm Gurbuz, Celal Temel û ez li gel mamoste Beşikçî li standa  Weqfa Îsmaîl Beşîkcî bun.

Standa me qet xalî nema û her tije bû. Xwendevanan eleqedarîyek pir mezin şanî Mamoste Beşikçî didan û ji bo pirtûkek wî îmze bikin bi seatan di dorê de diman.

Mamoste jî texsîr nekir; 7 roja ji sibê heya êvarê li standê runişt û ji ciwanan re pirtûkên xwe îmze kirin. Car cara me digot:

“Mamoste bese, tu betilê, navberek bide, îstirhat bike.”

Lê wî qebûl nedikir û seranser pirtûkên xwe ji ciwananre îmze dikir.

İbrahîm Gurbuz û Celal Temel, Xalid Sadinî  li gel Mamoste Beşikçî 7 rojan li standê bûn û pirtûkên xwe îmze kirin. Celal Temel, li gel pirtûkên xwe yên kevin ya nû “İlk Ve Ortak Kuşak Kürt Önder ve Aydınlar” jî îmze dikir.

İbrahim Gurbuz jî bi du pirtûkên xwe, “Çağın Sokratesî İsmail Beşikçî” û “Yaşamım Kıyısında” beşidarî fuarê bû.  Xalid Sadinî jî li gel pirtûka xwe ya bi navê "Mîrname ya Hekarîyan" pirtûkên xwe yên din îmze dikir.  

Ne tene standa me, standên din jî her qelabalix bûn. Ez karim bejim ku qada fuarê heya roja talî her bi coş bû. Bi kurtasî wek şahîyek girsehî bû. Li gaora agahîyên kordînatorê Organîzasyona Fuarê Faruk Korkmaz, di nava 9 norjande 510 Hezar kes hatin qada fuarê.

Bi sedan nivîskar, rewşenbîr û aqademîsyen beşdarî fuarê bûn. Bi dehan panel, semînêr hat lidarxistin. Di piranîya van çalekîya de ziman Kurdî bû. Ev jî ciyê dilxweşîyê bû.  

Hinek lept û kiryarên berpirsyarên fuarê ne bi dilê me bûn. Yekemîn di paqijiya qada fuarê kêmasîyên girîng hebûn. Tuwalet û hemû qada fuarê ne paqijbû. Wekîdin jî kêmasî hebûn.

 

Lê kêmasî ya herî mezin, hilbijartina “mêhvanê fuarê yê rûmetê”  bû.

Berpirsyarên pêşengehê “xelata rumetê” dane Murathan Mungan. Krîter çibû? nehat famkirin. Li gora dîtina min ev xeletîyek mezin bû. Bi milyona Kurd li bendê bûn ku xelat ji bo İsmaîl Beşikçî werê pêşkêş kirin û ew wek “mêvanê rumetê” werê hilbijartin. Lê mixabin, organîzetorên Fuarê bi ya xwe kirin û xelat nedan mamoste.

Xeynî Mamoste Beşikçî bi sedan nivîskar, rewşenbîr û akademîsyenên Kurd ku gelek ji wan layîqê vê xelatê bûn, beşdarî fuarê bûbun.

Gelo çima ev xelat nedan yekî ji wan?

Kriterê xelat kirinê çi bû?

Murathan Mungan nivîskarekî Tirk e. Wêjevan û helbestvanekî serkevtî û berhemdar e. Ez berhemên wî dixwinim û pir di ecibînim. Lê ji bo ku vê xelatê heq bike, gelo çi kiri bû? Taybetî ya wî çi bû? Ji bo Kurda û heremê çi kirî ye?

 Bi rastî raya giştî  bersivên van pirsan meraq dike.

Her wekî ku ji terefî herkesî diyar e; Mamoste Beşikçî, jiyana xwe liser Kurda feda kir. Di vê oxirê de îşkence û eziyeta wî dîtî, kêm kesan dîtî ye. Bi dehan sal di zinadanan de maye. Liser doza Kurda bi dehan pirtûk nivîsandî ye. Elimekî navnetewî û bi rumet e. Ew “Sokratesê Hemdemê ye”

Ji bo van krîteran em dibêjin, xelat heqê wî bû.

Lê mixabin berpirsyarê fuarê ev xelata biçûk layîqî wi nedîtin. Heyf…

Xemnake, ew her bi rûmete. Rûmeta hemû Kurda ye.

Li gel van kêmasîyan jî pêwîstî heye ku werê gotin, “Oda Bezirganîyê Ya Diyarbekir û Eylul Fuarcılık” karekî pîroz pêk anîn. Lidarxistina fuarê bi serê xwe serkevtinek bû. Piştî TUYAPji heremê vekeşîya, divî warîde valahîyek çêbubû. Her wiha ev valahî hat girtin. Ev yek. Ya duduyan, oda Bezirganîyê ji hemû weşanxana bi sedan pirtûk kirin. Ev ji bo weşanxanan arîkarîyek baş bû. Lewma em spasîyên xwe pêşkêşî wan dikin.

Ev cara yekem bû. Elbet kêmasî dê hebin. Ya mihîm eve ku ev kêmasî werin dîtin û di pêşerojê de bibe tecrûbe.

 

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu – 4 / Nezîrê CIBO

Fransız İşgaline Karşı Kürt Direnişi ve Beyandur Olayı: Fransızlar Cezireye geldiklerinde Şamar Aşiret reisi Mişel Başo El Erba onları “memnuniyetle karşıladı”. Böylece Fransız desteğini alarak rakibi Tay aşireti ve Kürtlere karşı avantaj elde etti. Şamar liderinin kışkırtmasıyla Fransızlar, Kürtler üzerindeki baskılarını arttırdılar. Birçok Kürt aşiret reisini tutukladılar. Bunların birçoğunu Beyandur köyünde boğazlarına kadar toprağa gömdüler, sonra da aç köpekler saldırtarak hepsini öldürdüler. Suriye Komünist Partisi yayın organ Direseti İştiraki ’de 1985 yılında yayınlanan bir yazıda olayla ilgili şunlar yazılıyordu: “Fransızlar Beyandur köyünün tepesinde bir kışla kurmuşlardı ve Kürt ileri gelenlerini tutuklayıp onları canlı halde boğazlarına kadar toprağa diktiler. Osê isminde (Tilminar köyünden) birini öldürdükten sonra diğerlerini de bu şekilde toprağa dikip üzerlerine aç köpekler saldırtarak öldürttüler, diğer aşiret reisleri kaçtı, tutuklanan bazıları ise sürgün edild

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı - 1/ Nezirê CIBO

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı / Nezirê CIBO Nezîrê CIBO Kürt tarihi; istilacılara, yağmacı ve çapulculara karşı başkaldırılar tarihi olduğu kadar ihanetler ve iç çatışmalar tarihidir de. Kürt özgürlük hareketlerinde de bu ikili at başı gitmiştir. Başlayan her başkaldırı beraberinde ihanetin izlerini de taşımıştır. Büyük ozan Ahmedê Xanî’nin Mem û Zîn ‘indeki büyük aşk ile aşıkların peşini hiç bırakmayan o kötü adam Bekoewan gibi… Kuşkusuz  bu doğal bir diyalektiktir. Özgürlük-kölelik, aydınlık-karanlık, gerçekliğin iki yüzüdür. Biri olmadan öteki olmaz. Ancak onurlu ve insanca bir yaşam için aydınlığın karanlığa, özgürlüğün köleliğe baskın gelmesi de bir zorunluluktur. Kürt insanı bugüne kadar bütün uğraşlarına rağmen aydınlık yüzü görememiş ise, bunu engelleyen birçok nedenin başında bu iç çekişmeler, siyasi çatışmalar, aşiretler arası kavgalar, kan davaları ve ihanetler vardır. Tarihimizin bu dramatik olduğu kadar ders verici sayfaları ne yazık ki yeteri

Turabidin’den Baltık’a

Kürt Toplumunda Aşiretin Önemi