Ana içeriğe atla

MÎNAKA KURDPERWERÎ, CAMÊRÊRÎ Û NEFSBİÇÛKÎYÊ; ABÎD GÜRSES / Nezirê Cibo

 



Her çiqas demek duvdirêj me hevdu ne dîdiba jî dostaniya min û kekê Abid Gürses pir kevin bû. Bi rêya telefon û vastayên ragihandinê me her tim li hev dipirsî û sohbetên duvdirêj dikir.  Haya min ji nexweşîya wî hebû lê balkêş e, ne wî behsa nexweşiya xwe  dikir û ne devê min digeriya ku bahs bikim. Min nexweşî layiqî wî ne didît û ne dixwest navê wî û nexweşiyê bînim berhev. Dise haya min jê hebû ku nexweşî giran dibe û rewşa wî roj bi roj ber bi xeterîyê de diçe. Lê heya roja talî baweriya mine ew bû ku  ewê li hemberî vê nexweşîyê bi serkeve.  

Roja 12 Hazîranê çaxê min xebera koça wî ya dawî bihîst, dinya liber çavê min sar bû. Min kir û nekir peyvek ne dît ku xemgîniya xwe bînim ziman. Talî peyva wî ya ku wek mesaj ji minre şiyandî hat ser zimanê min û wiha nivîsand: 

“ ‘Roja te bi xêr, kekê delal.’  Tê bîrate mesaja talî ku te ji minre şîyandî wiha dest pê dikir. Devê min negerîya ku ez bejim Oxira te ya xêrê be. Tu baş zanî ku ez wek prensîp di medya civakî de pir kêm parvekirin û nivîsên koçkirinê dinivîsim. Ev kurte nivîs jî yek ji wane. 

 Te îro konê xwe da hev û jinav me barkir. Te her tişt li pey xwe hişt û ketî ebediyetê. Ya rast, dilê min di xwaze di derheqa cenabê te de gelek tiştî bêje. Lê ez çiqas hewl didim tu peyv nayên ser zimanê min. Talî min bawerkir ku tu peyv xemgîniya min nayênin ziman. Peyv qediyan… Tenê ez vê bêjim;

Tu dinav kurdan de, Nimuna kurdperwerî, dilsozî, nefsbiçûkî û xweş camêrîyê buyî. Hemen deme tu têkoşer û mêrxasekî bê mînak buyî. Cardin roja te bi xêr, birayê ezîz.”   

Bi rastî jî kek Abit kurdperwer û têkoşerekî gelek hêja bû. Lê bîya min du kesayetiyên wî yên herî darî çav haebûn ku dinav siyasetvan û rewşwnbîrên Kurda da pir kêmin; nefsbiçûkî û tevazu bû.  Wekî ku Kurd dibêjin; Bi biçûkanre piçûk, bi mezinanre mezin bû.”  Kesayetîya wî ya din jî ev bû: Berjewendîyên millî liser her tiştî digirt. Heta nefesa xwe ya dawîn, ji bo doza welat û millet her gav dîtin, tesbît û pêşniyariyên xwe yên Kurdistanî pêşkêş dikir û ji destî wî çi bihata texsîr ne dikir. Heya roja talî lepta wî ev bû.

Berî ku xatir ji me bixwaze, nivîseke min a di derheqa İhsan Nurî Paşa de xwendibû. Nivîs pir ecibandibû û ev kritika jêr şiyandbû. Bawer dikim ev nivîsa wî ya dawî bû. Dixwazim vê kurte nivîsa wi bi were parve bikim:  

"Roja te bi xêr kekê hêja.

Destè te sax. Min maqale te ya li ser Ihsan Nuri Paşa xwand. Bi navê "Nezîrê Cibo bir yazdı, pir yazdı" li malpera xwe facebookê de weşand. Dîsa destê te sax. Bi rastî hewqas salin ez Kurdayetí dikim, min li ser Ihan Nurî Paşa pêşengê Şoreşa Agirî'yê de nivîsek weha hêja nexwandibû.

 

Ez nizam çima, lê Ihsan Nuri Paşa ji aliyê tevgera siyasiya Kurd û rewşenbîrên Kurda ve her tim hatiye îhmal kirin! Ne ku hemşeriyê min e, dibêjim. Bi rastî jî weka ku te ji nivisiye, lîderek cewaz bûye. Unvana Paşatiya xwe ji Xoybûn girtiye lê, li hember ordiyên dewleta Turkiye bi kêmanî sè salan şerkirinê vê ûnvana xwe gellek caran daye îspatkirin! Ji bona wê yekê ji alîyê askerî ji pêşêngê Milletê Kurd Barzanîyê nemir ne kêmtir e!

 

Kekê Nezîr, mirov dikare bêje ji malbata rehmetî hevalekî me heye, navê wî Nîhat Yalçin e, kurê Muxtar Xêredîn e. Eger bixwazî nasitîya we çêbe, bi rêya Medenî Avcil yan bi rêya min mirov dikare we bi hev bide naskirin. Belkî Nîhat jî hin tiştan ji babê xwe, mezinên malbata xwe bîhisti be, kêrî xebata te bê. ..

 

Kekê hêja hinekî meraq û înteresa min li ser tarîxa nêzîk a Kurdan (1800-1970) heye. Herweha dema weşanên Kurdistan Press'ê de min hin hevpeyvîn jî bi kesayetiyên tarîxî re kiriye. Wek Rewşen Bedirxan, Çaçanê Haco Axa, Hesen Hîşyar, Ibrahim Ahmed ûhwd. Me gellek cara li ser tevgera Şêx Said, Seyid Riza nivisîne. Herweha Komal û veşanxaneyê din gellek berhem çap kirine, lê li ser tevgera Agirî û Ihsan Nurî Paşa wek peywist kes zêde ne sekinîye. Weku zarokê sêvî ma ne.

 

Te bi vê xebata xwe çend pencerê nú vekiriye, hêvîdar im ev xebata te bighije formata kitêbek e dîrokî.

 

Min bi xwe hetta niha ji nivîsa te baştir li ser Ihsan Nurî Paşa tiştek nexwandiye.

Destê te sax. Mala te ava. Silav û rêz.

Abîd Gürses

27 Adar 2022”

 

Zor zor spas kekê Abit. Mala te jî ava. Çavê mirinê korbe. Em çi bejin bê feydeye. Oxira te ya xêrê be. Hazar rehma xwedê li gora te be. Ez soz didim. Eger emrê min têr bike ezê pêşniyarîya cenabê te bînim cî û diyarî te bikim.    

 

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu – 4 / Nezîrê CIBO

Fransız İşgaline Karşı Kürt Direnişi ve Beyandur Olayı: Fransızlar Cezireye geldiklerinde Şamar Aşiret reisi Mişel Başo El Erba onları “memnuniyetle karşıladı”. Böylece Fransız desteğini alarak rakibi Tay aşireti ve Kürtlere karşı avantaj elde etti. Şamar liderinin kışkırtmasıyla Fransızlar, Kürtler üzerindeki baskılarını arttırdılar. Birçok Kürt aşiret reisini tutukladılar. Bunların birçoğunu Beyandur köyünde boğazlarına kadar toprağa gömdüler, sonra da aç köpekler saldırtarak hepsini öldürdüler. Suriye Komünist Partisi yayın organ Direseti İştiraki ’de 1985 yılında yayınlanan bir yazıda olayla ilgili şunlar yazılıyordu: “Fransızlar Beyandur köyünün tepesinde bir kışla kurmuşlardı ve Kürt ileri gelenlerini tutuklayıp onları canlı halde boğazlarına kadar toprağa diktiler. Osê isminde (Tilminar köyünden) birini öldürdükten sonra diğerlerini de bu şekilde toprağa dikip üzerlerine aç köpekler saldırtarak öldürttüler, diğer aşiret reisleri kaçtı, tutuklanan bazıları ise sürgün edild

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı - 1/ Nezirê CIBO

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı / Nezirê CIBO Nezîrê CIBO Kürt tarihi; istilacılara, yağmacı ve çapulculara karşı başkaldırılar tarihi olduğu kadar ihanetler ve iç çatışmalar tarihidir de. Kürt özgürlük hareketlerinde de bu ikili at başı gitmiştir. Başlayan her başkaldırı beraberinde ihanetin izlerini de taşımıştır. Büyük ozan Ahmedê Xanî’nin Mem û Zîn ‘indeki büyük aşk ile aşıkların peşini hiç bırakmayan o kötü adam Bekoewan gibi… Kuşkusuz  bu doğal bir diyalektiktir. Özgürlük-kölelik, aydınlık-karanlık, gerçekliğin iki yüzüdür. Biri olmadan öteki olmaz. Ancak onurlu ve insanca bir yaşam için aydınlığın karanlığa, özgürlüğün köleliğe baskın gelmesi de bir zorunluluktur. Kürt insanı bugüne kadar bütün uğraşlarına rağmen aydınlık yüzü görememiş ise, bunu engelleyen birçok nedenin başında bu iç çekişmeler, siyasi çatışmalar, aşiretler arası kavgalar, kan davaları ve ihanetler vardır. Tarihimizin bu dramatik olduğu kadar ders verici sayfaları ne yazık ki yeteri

Turabidin’den Baltık’a

Kürt Toplumunda Aşiretin Önemi